Li Bedlîsê 120 fabrîke karê Tekstîlê dikin û 13 hezar xebatkar dixebitin

Li bajarê Bedlîsê bi desteka teşwîqa dewletê bicîhkirina karkeran her diçe zêdetir dibe. Ji sala 2013an heya niha li bajarê Bedlîsê 120 fabrîkle vebûne û ji bo 13 hezar kesî kar peyda bûye.

Veberhêner radigihînin; eger destek dewam bike wê karibin veberhênana xwe zêde bikin û hem zêdetir karkeran bixebitînin. Ji veberhêneran Emirhan Uludil bi rojnamevanan weha ragihandiye:

“Ji ber desteka dewletê ku di sala 2013an de 3 an 4 fabrîke li bajêr hebûn, niha jimara wan gihaye 120 fabrîkan. %95ê van fabrikan ji ber teşwîqê hatin Bedlîsê û fabrika ava kirin. Tekstîlvanan ku hatine vê de rê %95ê wan ji ber teşwîqan hatin Bedlîsê û karê wan li bajarên mezin bûn. Dev ji wan bajaran berdan û hatin vê derê.

Li dora 13 hezar karker dixebitin. Ji 13 hezar xebatkaran %60 ê wan jin in. Nûfûsa bajêr piraniya wan ciwanin…Teşwîqên nûh jî hene. Em berhemên xwe difroşin Amerika, Fransa, Îngîltere û welatên din yên Ewrûpayê. Berhemên başin û kalîta wan zêdeye. Tevî digotin wê hilberîna baş li vê derê nebe jî, niha bi eksa gotina wan e. Eger teşwîqa hebe qeweta me jî zêde dibe.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *