Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê di Newroza îsal de ragihand dê li Parîsê parkeke bi navê “Pêşmerge” were vekirin.
Alîkarê Şaredara Parîsê Arnaud Ngatcha, 13ê Nîsanê (roja yekşemê) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa çîroka vê navlêkirinê kir û got:
“Ev biryar li nivîsgeha min hat dayîn, piştî hevdîtineke min û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemêrî.
Ew hat û em li ser vê xwestekê axivîn ku cihek li Parîsê hebe ji bo rêzgirtina li Pêşmerge, bê guman piştî wê ez bi Şaredara Parîsê Xanim Anne Hidalgoyê re axivîm û wê jî yekser bersiveke erênî da min.”
Arnaud Ngatcha qala serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê jî kir û got:
“Ez dizanim ku serokê we li vir e û sibe dê Serok Macron bibîne, ji ber vê divê em karan temam bikin û wan bûyeran bi hev ve girê bidin.”
Alîkarê Şaredara Parîsê eşkere kir ku Şaredara Parîsê çend caran çûye Kurdistanê li pey çû:
“Her wiha hûn dizanin ku ew gelek girêdayî ye bi têkiliya xwe ya bi Kurdistanê re, ji ber vê ji bo wê asayî bû ku em karibin rêzgirtineke bi vî rengî ji bo Pêşmerge pêk bînin, ku ji bo azadiya ku niha me heye şer kirine.
Her wiha em dizanin ku em gelek deyndarên Pêşmerge ne, ji ber ku wan li dijî DAIŞê şer kiriye, bi şerê xwe kirin ku em niha xwediyê beşek ji wê azadiyê bin, em jî bi vî karê xwe dixwazin tiştekî bidin wan li hemberî tiştê ku ji bo me kirine.”
Alîkarê Şaredara Parîsê Arnaud Ngatcha pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:
Rûdaw: Birêz Arnaud Ngatcha spas ji bo ku tu li gel me yî.
Arnaud Ngatcha: Spas ji bo we ku we ew dem ji bo vê hevpeyvînê li gel min terxan kiriye û ez kêfxweş im ku dikarim bersiva pirsên we bidim.
“Em dizanin ku em pir deyndarên Pêşmerge ne”
Rûdaw: Li Parîsê parkeke bi navê Pêşmerge ve hatiye vekirin, vê yekê gelekî kêfa Kurdan anî, çawa ev biryar hat dayîn?
Arnaud Ngatcha: Ev biryar di nivîsgeha min de hat dayîn, piştî dîdareke min û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî. Ew hat û me li ser wê xwestekê gotûbêj kir ku cihek li Parîsê hebe ji bo rêzgirtina ji Pêşmerge, bi dilniyayî piştî wê ez bi Seroka Şaredariya Parîsê Xanim Anne Hidalgoye re axivîm û wê jî zû bi erênî bersiva min da, ji ber ku wekî hûn dizanin Parîs û Hewlêr destbirak in û heta rêkeftineke hevkariyê jî di navbera wan de hatiye mohrkirinê û Seroka Şaredariya Parîsê jî pir girêdayî Hewlêrê ye, hûn dizanin ku wê çend caran çûye Kurdistana Îraqê.
Her wiha hûn dizanin ew pir pabendî pêwendiyên xwe yên bi Kurdistanê re ye, ji ber vê yekê ji bo wê asayî bû ku em karibin vê rêzgirtinê ji bo Pêşmerge bikin ku li dijî DAIŞê şer kiriye da ku ev azadiya niha hebe.
Her wiha em dizanin ku em pir deyndarên Pêşmerge ne, ji ber ku wan li dijî DAIŞê şer kiriye, bi wî şerê xwe wan kir ku em niha xwedî beşek ji vê azadiyê bin, em jî bi vî karê xwe dixwazin tiştekî ji wan re bidin li hemberî tiştê ku wan ji me re kiriye. Bi navkirina wî cihî bi navê Pêşmerge di nav vê parkê de.
“Vekirina parkê dê pir bi derengî nekeve”
Rûdaw: We karekî pîroz û mezin kiriye, kengî dê park bê vekirin?
Arnaud Ngatcha: Vekirina parkê dê pir bi derengî nekeve, ji ber ku em niha di gotûbêj û pêwendiyê de ne ji bo çalakiyê û cara dawî dema ku Seroka Şaredariya Parîsê pêşwazî li Parêzgarê Hewlêrê kir dema ku hat Parîsê, wan li ser wê mijarê gotûbêj kir û çend hûrgiliyên dawî mane ku bên çareserkirin.
Ez dizanim ku serokê we li vir e û sibê bi Serok Macron re hevdîtinê dike, lewma divê em karan temam bikin û wan bûyeran bi hev re girê bidin û bikin bûyereke navneteweyî. Tiştê ku ez dikarim ji bo we bibêjim derbarê dema vekirinê de ew e ku Seroka Şaredariya Parîsê daxwaz kiriye ku berî bi dawîhatina dewra xwe temam bike, yanî berî meha Adara 2026an, lewma ez dikarim bibêjim ku dem pir nemaye.
“Ew rêzgirtina ji Pêşmerge re dê di asta rola Pêşmerge de be”
Rûdaw: Hûn ne bi niyeta çêkirina peykerekî Pêşmerge yan jî sembola Kurdistanê di nav parkê de ne?
Arnaud Ngatcha: Hinek nihênî û taybet hene ku divê ez wan biparêzim, bi taybetî dema ku rêzgirtineke wisa heye divê hinek tişt bi nihênî bimînin ku dê çawa be û çi dê çêbibe û bi taybetî çawa dê bibe, ji ber vê yekê ez hemû hûrgiliyên wê nadim we, ji ber ku ev ne rola min e ku behsa vê yekê bikim lê belê rola Seroka Şaredariya Parîsê ye lê ez dikarim bibêjim ew rêzgirtina ji Pêşmerge re dê di asta rola Pêşmerge de be û ez dilniya me dê kêlîkeke taybet be.
“Em dizanin ku Hewlêr bajarekî dîrokî û balkêş e”
Rûdaw: Li Hewlêrê Navenda Çandî ya Mitterandê tê vekirin, hûn dê çawa beşdariyê bikin?
Arnaud Ngatcha: Belê, bipêşvebirina wê hevkariyê mijareke gotûbêja di navbera Seroka Şaredariyê û Parêzgarê Hewlêrê de bû di dîdara wan a dawî de û ez jî amade bûm, bi taybetî xurtkirina pêwendiyên çandî di navbera her du aliyan de. Her di hevdîtinê de Seroka Şaredariya Parîsê em han dan ku em gavên xurtkirina pêwendî û hevkariyên çandî zûtir bikin.
Em dizanin ku Hewlêr bajarekî dîrokî û balkêş e û niha di çarçoveya guherîna hevkariyên çandî de karekî wisa bikin ku wê çanda ciwan bi pêş ve biçe, ku çanda we ye, her wiha beşdariya Parîsê di kar li ser projeyên nûkirina xaniyekî di navenda kelaya dîrokî ya Hewlêrê de armanca wê ew e ku Parîs cihekî li wî bajarê dîrokî û li wê kelaya ciwan û bêhempa ya Hewlêrê hebe.
“Kurd ji bo aramiya herêmê pir girîng in”
Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo civîn û xwarinê mêvanê Serokê Fransayê ye, çawa dikare zêdetir pêş bi pêwendiyên Hewlêr û Parîsê ve bibe?
Arnaud Ngatcha: Ez bi wê hevdîtina di navbera Serokkomarê Fransayê û Serok Nêçîrvan Barzanî de kêfxweş im. Ev ji bo spaskirina û xurtkirina rol û pêgeha welatan li ser qada navneteweyî û girîngiya wê ya mezintir a îro di çarçoveya guherînên navneteweyî de ye.
Helbet ne karê min e ku ez şiroveya biryarên Serokkomarê Fransayê bikim û ew serokê dîplomasiya Fransayê ye lê belê tiştê ku ez dikarim bibêjim wekî Alîkarê Seroka Şaredariya Parîsê ji bo kar û barên navneteweyî, Parîs wekî bajarekî ku pabendiyeke mezin bi Hewlêrê re heye, ew pabendî dê bi vekirina wî cihî bi navê Pêşmerge zêdetir be.
Ew e ku ez pir kêfxweş im ku Serokkomarê Fransayê û bi rêya wî Fransa û dewleta Fransayê pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re didome û wan xurttir dike. Wekî ku min got ew pir girîng e û em pir deyndarê wan in. Kurd ji bo aramiya herêmê pir girîng in û heta niha jî her çend aloz be jî ew ji bo aramî û aştiya herêmê kar dikin lê bi her şêwe be ez dikarim bibêjim rola Kurdistanê pir girîng e, li ser asta dewleta Fransayê, bê guman Serokkomar amaje bi xurtkirina şêwazê pêwendiyan di navbera welatê we û Fransayê dike, em jî wekî Şaredariya Parîsê dê berdewam bin li wê pêwendiyê û hevkariyên me dê berdewam bikin, bi taybetî bi rêya wan nûjenkirinên ku li Kelaha Hewlêrê tên kirin û em beşdarî dibin, her wiha em dê pêş bi pêwendiyên çandî ve bibin.
Her wiha xaleke din a girîng ew e ku Seroka Şaredariya Parîsê pêştir biryar daye ku Hewlêr bibe endamê Koma Şaredariyên Frankofon tevî ku hûn ne welatekî Fransî-zimanan in, bûna Hewlêrê bi endamtiya di wê koma bajarên Frankofonê de nîşaneya xurtbûna pabendiya me ye wek paytexta bajarên Frankofon bi Hewlêrê ve û ew girêdana kûr nîşan dide ku em ji bo Hewlêrê hene, ji ber ku we jî ew nirxên ku me hene hilgirtine.
Nirxên we yên azadiyê, wekheviyê û aştiyê hene, nirxa rûbirûbûna li terorîzma Îslamî ya tundrew, ev ew nirx in ku pir nêzîkî me ne, ji ber vê yekê em kêfxweş in ku Hewlêr beşeke ji Koma Şaredariyên Frankofon û dikare di wê qadê de pêwendî bi hemû şaredariyên Frankofonê ên cîhanê re hebe, ev daxwaziya Seroka Şaredariya Parîsê bû û wekî ku Parêzgarê Hewlêrê jî ji Xanim Anne Hidalgoyê re ragihand ku ew jî bi wê biryarê kêfxweş in û şanaziyê pê dikin.
“Em amade ne”
Rûdaw: Bajarê we (Parîs) destbirakê Hewlêrê ye, plana we ji bo paşerojê çi ye?
Arnaud Ngatcha: Wekî ku min behs kir û wan çalakiyên ku niha hene û em beşdarî wan in wekî wan nûjenkirinên ku li taxên dîrokî yên Hewlêrê ku niha tên kirin û kar berdewam dike. Li aliyekî din, hevkariyên çandî jî berdewam dikin, her wiha guherîn û şandina tîmên kargeriyê yên Parîsê ji bo rahênanê bi karmendên wê û ji bilî wê, avakirina pêwendiyê di navbera yekeyên rêveberiyê yên her du aliyan de, ji bo ku karibin rahênanê bi kesên pisporên kargeriyê bikin di kar û barên wan ên rojane de, her wiha ji bo paşerojê wekî ku min ji we re got di çarçoveya hevdîtina dawî ya Seroka Şaredariya Parîsê û Parêzgarê Hewlêrê de biryar hat dayîn bo lezandin û xurtkirina pêwendiyên çandî lê tenê ne ji yek aliyê ve, divê em jî li vir li Parîsê karibin wê derfetê ji Parîsiyan re biafirînin ku baştir bi çand û hunera we re aşina bibin, ev ew tişt e ku niha em hewl didin. Her ji ber wê jî seroka şaredariyê daxwaz ji alîkarê xwe yê kar û barên çandî kiriye ku kar ji bo wê armancê bike û dê hevkariya çandî ya ku heye xurttir bike.
Her wiha dixwazim bibêjim ku em bona her pêdiviyekê ku sûdê ji parêzgeha Hewlêrê re bike di her qadê de be amade ne, bi taybetî wan mijarên ku têkildarî avhewayê ne bi taybetî di demekê de ku her alî rûbirûyî pirsgirêkên guherîna avhewayê dibin, paytexta Fransayê û bixwe Seroka Şaredariya Parîsê pir pabend e bi karkirinê li ser wê mijarê. Bê guman ji bo wê mijarê jî rêkeftin û lihevtêgihiştinên hevkariya hevbeş hene ku dikarin ser kar bên kirin ji bo hevkarîkirina Hewlêrê û bajarê wê yê bedew.
Rûdaw: Pir pir spas.
Arnaud Ngatcha: Dibe ku ez karibim û rê ji xwe re bibînim bibêjim ku tiştekî xweş bû ku me ew hevpeyvîn di wê avahiyê de kir, ku (Şanoya du la Vil) e ku yek ji mezintirîn avahiyên şanoyê ye li Parîsê, ew xaleke balkêş bû ji bo min ku di wê holê de me ew hevpeyvîn kir û di axaftinên xwe de me pir behsa pêwendiyên çandî kir. (Rûdaw)