Civîna Rûsya û Amerîkayê ya li Stenbolê bi dawî bû

Şandeyên Rûsya û Amerîkayê yên ku ji bo asayîkirina çalakiyên nûnertiyên dîplomatîk cara duyem civiyan.

Civîna li Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê ya li Stenbolê hat kirin, 5 saet û nîvan berdewam kir.

Şandeya Amerîkayê piştî civînê ji Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê derket.

Dîplomatên Rûs û Amerîkî, piştî hevdîtinê ti daxuyanî nedan çapemeniyê.

Tê çaverêkirin ku wezaretên karên derve yên her du welatan di saetên pêş de derbarê encamên hevdîtinê daxuyaniyê bidin.

Şandeyên ku 27ê Sibatê cara yekem li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Arnavutkoyê civiyan, di hevdîtina îro de jî rewşa nûnertiyên dîplomatîk gotûbêj kir.

Her du alî bi taybetî li ser mijarên wekî pêşkêşkirina xizmetên bankayan a ji bo mîsyonên dîplomatîk, vegerandina milk û malên dîplomatîk ên Rûsyayê, dayîna vîzeyan a personelên dîplomatîk û hêsankirina geştê, destpêkirina geştên asmanî yên rasterast ên di navbera Rûsya û Amerîkayê de hûr bûn.

Hevdîtina şandeyên Rûsya û Amerîkayê ya 27ê Sibatê saet 10:00an dest pê kiribû, zêdetirî 6 saetan berdewam kiribû.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *