Serokwezîrê Israîlê dibêje, “Divê bingehên atomî yên Îranê bên teqandin.”
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Sêşem, 08.04.2025) ragehand, “Bijardeya serbazî berdest e, eger danûstandin bi Îranê re serkeftî nebin.”
Benjamin Netanyahu eşkere jî kir, “Tirkiye dixwaze bingehên serbazî li Sûriyeyê damezrîne.” Amaje jî da, “Hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê gef e û em dijatiya wê dikin.”
Navbirî ron jî kir, “Serdana min ji bo Amerîkayê gelek baş bû.” Herwesa got, “Me bi Amerîkayê re li hev kir, nabe Îran bibe xwediya çekê atomî.” (K24)