Sebeba nîjadperistiya tirk, derbeyên leşkerî û zordarîya dijî Kurdan

Xidir USO

Îşkence, çavsorî û zordariya li zîndana Amedê ku rêvebirên dewleta tirk bi serê me de anîn, encamê helwest û siyaseta vê dewletê ya plankirî bû. Heta em sebebê wê yên dîrokî û sîyasî ranexin ber çavan, emê nikaribin dersekê jî jê derxin û dê ji bo nifşên piştî me jî nebe ezmûnek.

Ji peymana Lozan de rejîmên dagîrker, li ku tevgerek an destketinek Kurd çêbûbe, li dij hebûna xwe wek tahlûke dîtine û rasterast desttêwerdana wê bûyerê kirine. Dema em li tevger û tekoşîna gelê Kurd ya li her çar beşên Kurdistanê dinêrin, sebebên têkçûnê yê esasî ne tenê nakokîyên navxweyî ne, di heman dem de destdirêjî, yekîtî û hevkerîya dewletên dagîrker in.

Hîn ji peymana Qesra-Şirîn de ku împaratorîyên Osmanî û Safewî Kurdistan di nava xwe de kirin du perçe, rêvebirên her du împaratorîyan û mîratxurên wan heta îro jî Kurdistan wek milkê xwe û miletê Kurd jî wek kole û xizmetkarê xwe dîtine.

Piştî ku dewleta Osmanî ji Welatên Balkan hatin qewirandin û di Şerê Cîhanê I. de têkçû, dewşirmeyên dewleta Osmanî ku xwe wek tirk bi nav dikirin, ketin tatolek û tirsa ku bê welat bimînin. Ji bo ku li tu dera Enedol û Kurdistanê Tirk ne di piraniyê de bûn, gotin: “emê ji xwe re welatekî û neteweyek tirk çêkin û netewedewletekê saz bikin. Xelkên ne musluman, emê bi darê zorê bikin tirk û musluman, yên musluman û ne tirk jî emê bikin tirk. Yên li dijî me rabin û berxwe bidin jî emê bi komkujî, koçberî, belavkirin, qanûn, ceza û qedexeyan wan tune bikin.” Hîn di destpêka şer de dest bi komkujî û koçberkirina Ermenî, Suryanî û Êzdî yên ne Musluman kirin. 

Beşek ji endamên Kurd Taalî Cemîyetî, di pêşkêşiya Xalit Begê Cibrî, Yûsif Ziya, Şêx Seîd û piraniya serokeşîr, dîndar û rewşenbîrên Kurd yên welatperwer, Komela Azadî û Komela Îstîklalê avakirin û doza mafê Miletê Kurd li Komara Tirk kirin. Lê rêvebirên Komarê ji destpêkê de tunekirina miletê Kurd kiribû armanc. Loma destbi porovokasyon û êrîşên ser serek û rêvebirên miletê Kurd kirin, serokên miletê Kurd yên mîna Şêx Seîd, Seyid Riza û yên din jî zorgayi serhildanan kirin. Yên hatin girtin, tev dardakirin, yên din jî dersînor bûn û pirrê wan derbasî beşên Kurdistanê yên din bûn. 

Komara tirk, bi hevalbendiya Brîtanya û Fransa li Lozanê dagîrî û perçekirina Kurdistanê û tunekirina gelê Kurd wek peymanekê bi dewletên emperyal, Sovyet û hemî dewletên dunyayê da qebûlkirin. Piştî çûna Îngîlîz û Fransiyan ji herêmê, bi dewletên Îran, Iraq û Sûrî re yekîtî û hevkariya dê çawa Miletê Kurd zûtir bibişêvin û tune bikin berdewam kirin.

Hukumeta Îttîhat-Terakkî, hina di dema 1916an de ku leşkerên Rûs ketin Kurdistanê, bi sedhezaran ji Serhedê bi hênceta şer koçber kirin û pirrê wan wek Ermenan bi rê de ji serma, tihna û birçîna kuştin.

Di nava salên 1925-40î de, bi piştgirî û alîkarîya hevkarên xwe yên Ewropî, Kurdistan seranser ji nuh de dagîr û wêran kirin, gelê Kurd ji hev tarûmar kirin. Ji bo ku gelê Kurd radest û hêsîr bigirin, kurdê ku berxwe dan tev kuştin û kirin penaber, yên mayî beşek koçberî derên dûr kirin û warê wan bi xelkên din, bi koçerên ji Qafqas û Balkan anîn veguheztin.

Li kijan perçê Kurdistanê Kurd bi rêxistin bûn, doza mafê xwe kirin an mafek bi dest xistin, dewleta Tirk bêşik dest têwerdan kiriye. Li dijî hebûna Kurd bi temamê cîranan re peyman îmze kiriye. Di 1947`an de ji bo Komara Kurdistan li Rojhilatê Kurdistanê birûxe dîplomasî meşandiye. Di 1958-61 de ji bo peymana navbêna A.Kerîm Qasim û Mistefa Barzanî xerabibe, dîplomasî kirîye û li nav xwe jî derba leşkerî pêkanî. Serok wezîr û wezîrên xwe daliqandin û bi armanca kuştinê 500 serkêş û rêvebirên Kurd girt û li Qampa Sêwazê civand. Di dema peymana 11 Adar 1970 ku Iraq bi Mistefa Berzanî re peymana otonomîyê îmze kir, ji bo Iraq devji peymana otonomiyê berde, ji alîkî dewleta Iraq tehdît kir, li nav xwe jî piraniya rêvebir û serokên tevgera Kurd di îşkenceyan re derbas kirin, bi cezayên giran darizandin û hin jê dan kuştin.

Ji bo rûxandina otonomiya Başûr, bi hevalbendên xwe yên kolonyalist û bi taybetî bi Amerîka re diplomasiyek piralî meşand, di encam de, sala 1975 di navbêna Iraq û Îranê de Peymana Cezayir li darxistin û dawî li otonomiya başûrê Kurdistanê anîn.

Piştî rûxîna otonomîya Başûr, tevgera netewî li Bakurê Kurdistanê, di bin bandora îdeolojîya çep de geşbû. Rêxistinîya îdeolojîk û armanckirina şoreşa sinifî/çînî, ne li gorî mercê gelê Kurd ku xwedî welatekî dagîrkirî ku ji hemû mafên xwe yên mirovî, aborî, civatî, netewî, sîyasî bêpar, bê nasname û hêsîr bû! Ev ji me re bû mîna bend û kemînekê, bû egerê ku em ji hev perçe bibin û pevbiçinin. 

Li gorî wê îdeolojiyê, diviyabû ji bo berjewendiyên yek çînê, yek partî heba û yên din ji holê raba. Ji xeynî proletarya, çînên din tev neyar bûn û ya dê ji partiya karker re serî daniyan yan jî dê bihatina tunekirin. Ya pêkenîn jî li Kurdistanê çînek proletarya tune bû!

Li gorî wê îdeolojiyê, cîhana sermiyandar/emperyal tev neyar bû. Tenê partî û dewletên sosyalîst dost û heval bûn(!)

Ji bo ku miletê kurd hêsîr bû û ne xwedîyê dewletek ku li ser erda welatê xwe azad bû û ne xwediyê burjuvaziyekî hukumran û çînek proletar bû, doza wî ne doza şoreşek civaki û avakirina rejimek siyasî bû. Lê bayê sosyalîzmê li cîhanê gûrr bûbû, welatperwerên Kurd, bi hêvîya ku mîna Kore û Vîetnamê, Sovyet û Çîn alîkariya wan bikin, partiyên sosyalîst avakirin. Lê ya rastî Sovyet û Çîn, ji bo berjewendiyên xwe, bi dewletên dagîrker re peyman îmze kirin, li dijî tevgera Kurd alîkarî û hevalbendiya dewletên dagîrker dikirin. 

Wê demê jî û îro jî pêwîstîya miletê Kurd, li ser asasê netewperestîyê, bi rêxistin û rêvebirîyek netewî he(bû)ye. Divê berê wek welat û milet em rizgar bibin û li her beşekî welat rêvebirîyek guncaw avabikin; piştre sînorên dagîrkeran çêkirine, ji nav xwe rakin. Sosyalîzm rejîmek, li gor têkiliyên berhimandina aborî sazdibe û saziyek cîhanî ye.

Di demek ku tevgera Kurd bi hestên netewî geşbû, partî û rêxistinên Kurd di nava xebata yekîtîyek netewî de bûn û ji şerê hev direvîyan, PKK hat avakirin. PKK jî destbi propaganda bi çek kir. Bi deklerasyon û belavokan daxuyakirin ku “sazîyên eşîrî/feodalî û partiyên Kurdistanî tev paşverû û dijî şoreşê ne û ji serxwebûna Kurdistan re asteng in; heta neyên tunekirin, Kurdistan jî rizgar nabe.” Li gorî vê stratejîyê, bi hinek eşîr û hemî partî û rêxistinên Kurd re şer û pevçûn derxist. Ev helwesta pkk, bû egerê qelsbûn û deşîfrebûna partî û kadirên Kurd. Ev rewş heta 12 Îlon 1980 ku derba leşkerî pêk hat berdewam kir.

Armanca derba 12 Îlonê jî wek herdu derbên leşkerî yê din, ya esasî tunekirina tevgera Kurd û xurtkirina rejîma xwe ya asîmîlasyon, eciqandin û talana hemî gelên bindestê xwe de bû.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *