Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Ebû Dabiya paytexta Îmaratê ye.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî, bi ziyareteke fermî gihîşt Ebû Dabiyê û dê li gel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed El Nehyan bicive.
Li gorî daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, her du serok dê pêwendiyên Îmaratê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatinên dawî yên herêmê û çend mijarên girîng ên hevbeş gotûbêj bikin.
Pêwendiyeke xurt di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê de heye.
Pêwendiya aborî ya di navbera Hewlêr û Ebû Dabiyê de, di sala 2007an de, bi hilberîna Îmaratê di kerta enerjiya Herêma Kurdistanê de dest pê kir ku Îmarat yekem welat bû li cîhanê ku dest bi xebatê di kêlgehên gaz û petrolê yên Herêma Kurdistanê de kir.
Niha jî Kompaniya Dana Gazê ya Îmaratê roleke sereke di hilberîna gazê de li Kormorê, mezintirîn kêlgeha gazê ya Herêma Kurdistanê li Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê dilîze.
Her wiha Heyva Sora Îmaratê piştî êrişa sala 2014an a DAIŞê ya li ser Îraq û Sûriyeyê ku şepoleke penaber û koçber ber bi Herêma Kurdistanê ve anî, roleke girîng di dabînkirina alîkariyên mirovî ji bo mexdûran hebû. (Rûdaw)