Kongreya Neteweyî ya Kurd a Rojava – Mehmet Emin Aslan

Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku pêşengiya Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK)ê dike, di 24ê Adara 2025an de daxuyaniyek da ku wan li ser peymanekê li hev kiriye. Ev peyman tekez dike ku nenavendîbûna siyasî ji bo Kurdên Rojava daxwazeke giring e û divê rejîma siyasî ya Sûriyê federal be. Piştî lihevkirina di navbera ENKS û PYDê de, amadekariyên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd li Rojava tên kirin. Herwiha tê pêşbînîkirin ku komên cuda yên siyasî, kesayetên serbixwe û rewşenbîr jî beşdarî kongreyê bibin.[1] Em jî wekî parêzvanê siyaseta neteweyî-demokratîk a Kurd, wek erkekî neteweyî dibînin ku bi kurtî nêrînên xwe yên derbarê Kongreya Neteweyî ya Kurd a Rojava de bînin ziman.

Îro Komara Erebî ya Sûriyê hilweşiyaye û ne hewce ye li vir were ravekirin ku hikûmeta demkî ya Şamê ti rewatiya wê ya qanûnî û siyasî  nîne. Herwiha ji ber geşedana dîrokî ya cuda û dijber ên kirdeyên siyasî yên nasnameyên cuda yên neteweyî û dînî yên li Sûriyê û ji ber naveroka îdeolojî û hizirên wan ên ku ji vê rasteqîneyê pêk hatine, zehmet xuya dike ku ew di navbera xwe de li hev bikin û dewleteke nû ava bikin. Belê, dewleta nû li Sûriyê dê bi lihevkirina hêzên hundir û derve ava bibe. Ji roja damezrandina dewleta Sûriyê ve, Kurdên Rojava di statûya neteweyeke bindest de ne. Îro wekî Komara Erebî ya Sûriyê ku dewleta neteweya serdest bû, hilweşiyaye û ji bo Kurdên Rojava derfeteke dîrokî çêbûye ku serweriya xwe bi dest bixin. Ev derfet, çi dema ku kirde û aktorên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li ser siyaseteke neteweyî-demokratîk a ku serweriya neteweyî armanc dike li hev bikin, hingê dikare pêk were. Di roja me de Kurdên Rojava bi du avahiyên siyasî yên cuda dikarin selahiyeta serweriyê bi dest bixin. Yek jê avakirina netew-dewleta xwe ye. Îro hem helwesta kirdeyên siyasî yên Kurdan û hêza ku ji vê rastiyê pêk tê, hem jî bi taybetî hevsengiyên hêzên navneteweyî rê nade vê yekê. Hingê em li avahiya siyasî ya din binêrin.

Geşedan û tecrubeyên heta îro nîşan didin ku demokrasiya konsensus ya federal ew şiklê hikûmetê ye ku dikare hilberandin û pêkanîna siyasetên li ser çareserkirina kêşeya serweriya neteweyên di bin zextê de misoger bike. Îro dewletên mîna Swîsre, Belçîka û Bosna-Hersekê bi demokrasiya konsensus ya federal têne birêvebirin.

Ji bo baş têgehiştina tiştên ku em dibêjin, divê em têgeha netew-dewletê rave bikin. Netew-dewlet, ew rêxistinbûna siyasî ye ku ji yekparebûniya hêmanên sabît, neguherbar û taybetmendiyên guherbar pêk tê. Sê hêmanên netew-dewletê hene. Ev; netewe, welat û serwerî ne. Li nik vê, sê taybetmendiyên netew-dewletê hene. Ev jî taybetmendiya rêxistinbûna rasyonel ya dewletê (ji lebatên wek parlamento, rêveberî û dadwerî û herwiha ji saziyên girêdayî van lebatan pêk tê), taybemendiya wê ya hiqûqî ya pozîtîf û taybetmendiya wê ya monopoliya şîdeta rewa ye. Niha jî em netew-dewletê li gorî hêman û taybetmendiyên wê pênase bikin. Netew-dewlet, ew rêxistinbûna siyasî ya xwedî rêxistiniya rasyonel, hiqûqa pozîtîf û monopoliya şîdeta rewa ye ku dema ku neteweyek li welatekî serweriya xwe pêk tîne ava dibe.

Demokrasiya konsensus ya federal, avahiyeke siyasî ye ku dikare ji bo kêşeyên ku ji hêmanên netew-dewletê derdikevin re çareseriyan bibîne. Kêşeya neteweyên bindest, ji desteserkirina welat û serweriya wan ji aliyê netew-dewleta serdest ve pêk tê. Ji ber vê yekê çareseriya kêşeya neteweyên bindest bidawîanîna rewşa desteserkirina welat û serweriya wan e. Ev jî tenê dikare bi modêla demokrasiya konsensus ya federal pêk were. Herçi sîstemên federal ên demokratîk ên din in, ew avahîyên siyasî ne ku tenê dikarin ji bo kêşeyên ku ji taybetmendîyên netew-dewletê pêk tên çareserîyan bibînin. Bi gotineke din, ji bo kêşeyên wekî mafên civakî-aborî û maf û azadiyên bingehîn ên demokratîk dikarin çareseriyan bibînin. Ji ber vê yekê sîstemên federal ên demokratîk ên din nahêlin ku pirsgirêka serweriya neteweyên bindest çareser bibe. Ew cureyekî rêveberiyên xwecihî ne ku di warê siyasî û hiqûqî de bêtir hatine rayedarkirin.

ENKS û PYDyê li hev kiriye ku rejîma siyasî ya Sûriyê bibe federal. Em nizanin bê ka ev modêla federal bi çi awayî ye. Hingê maf û erka wan a dîrokî û neteweyî ye ku di Kongreya Neteweyî ya Kurd a Rojava de modelên xwe yên siyasî yên federal nîqaş bikin û biryara demokrasiya konsensus ya federal bigirin. Ne tenê ji bo Kurdên Rojava, ji bo hemû Sûriyeyiyan jî girtina biryareke siyasî ya bi vî rengî û li pişt wê rawestin baştirîn bijardeya siyasî ye. Herwiha guman nîne ku kirde û aktorên siyasî yên Kurdistanê jî dê bi heman hêz û derfetên xwe piştgirî bidin vê biryarê. 25.3.2025 / Diyarbekir (BÎR)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *