Îmamoglu ji kar hat dûrxistin

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, şaredarên navçeyên Şîşlî û Beylukduzuyê yên Stenbolê ji kar hatin durxistin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi tohmeta “gendeliyê” hatibû girtin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser jikardûrxistinan daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Beylîkduzuyê Murat Çalik û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan ji kar hatine dûrxistin.

Her wiha Wezaretê da zanîn ku li şûna Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî Qeymeqamê Şîşliyê Cevdet Erturkmen wekî qeyûm hatiye danîn.

 

Tê nûkirin…

 

(Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *