Perwîn Yûsif: Dibe ku konferansa Kurdan piştî Newrozê were kirin

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Perwîn Yûsifê got, “Dibe ku konferansa Kurdan piştî Newrozê were kirin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, PYD û ENKS doh li hev civiyan.

Civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Mezlûm Ebdî li ser civînê got, “Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweșiyê bû.”

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif jî got, “Em dê mizgîniyekê bidin miletê xwe. Ne tenê di çûyîna Şamê de, em dê di hinek meseleyên din de jî bi hev re bin.”

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Perwîn Yûsif jî beşdarî vê civînê bûbû.

“Dibe ku piştî Newrozê be”

Perwînê got “Dibe ku diyalog û konferansa Kurdan piştî Newrozê berdewam bikin” û destnîşan kir ku gavên pêş dê bi beşdariya hemû partiyên Kurdan bên avêtin û ev agahî dan:

“Di civînên ku di navbera partiyên Kurdan de hatin lidarxistin de nakokî û astengiyên di navbera aliyan de bi kûrahî hatin nîqaşkirin û li ser pêkanîna çareseriyên avakar ên ji bo wan nakokiyan kar hat kirin.

Encamên dawî yên van civînan dê di konferansa giştî de werin ragihandin ku dê hemû partiyên Kurdan beşdarî bibin da ku nexşerêyeke hevpar a ji bo paşerojê were danîn.

Berê armanca me ew bû ku kongre beriya cejna Newrozê were lidarxistin lê ji ber pêwîstiya berdewamiya civînan û temamkirina gotûbêjan dibe ku heta piştî Newrozê were bipaşxistin da ku em bigihin lihevhatineke berfirehtir ku xizmetê ji daxwazên gelê Kurd re dike.”

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), civîn wekî “gaveke erênî ku nîşana niyetên baş û xurtkirina hewldanan ji bo rakirina astengiyên li hemberî yekîtiya niştimanî ya rastîn” bi nav kir û got ku “civîn destpêkî û bi encam bû.”

Wê destnîşan kir ku partiya wê “ne tenê ew alî ye ku dikare biryarê bide” û zelal kir ku “pêvajoya lihevkirinê li ser bingeha beşdariya hemû partiyên di bin sîwana yekîtiya niştimanî de û partiyên li derveyî çarçoveya wan de ye.”

“Divê gav bi beşdariya hemû partiyên Kurdan bên avêtin”

Perwînê bal kişand ser beşdariya hemû aliyên Kurdan û anî zimên:

“Divê gavên bê bi beşdariya hemû partiyên Kurdan bên avêtin da ku em li Sûriyeyê serkeftina hewlên têgihiştinê û xurtkirina yekîtiya refên Kurdan garantî bikin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *