Rêveberê PDKê: Nêzîkbûna PDK û YNKê ji bo hemû Kurdistanê derfetek

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî, li ser hevdîtinên PDK û YNKê bo avakirina hikûmetê bal kişand ser helwestên beşek ji medyayê ku dixwazin pêwendiya herdu aliyan xera bikin û got, di vê qonaxa niha de girînge bihevre gavan bavêjin ji bo bihêzkirina Kurdistanê û xizmeta xelkê.

Li ser nêzîkbûna PDK û YNKê ji bo pêkanîna hikûmetê Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Ehmed Kanî ragihand: “PDK ji bo Kurdistan û berjewendiyên gelê Kurdistanê berdewam berjewendiyên giştî daniye pêş berjewendiyên taybet ên xwe. PDK ji her demê zêdetir behsa rewşa niha dike û milê xwe daye ber wê berpirsyartiya mezin. Ji ber ku dixwaze ev prose ser bikeve û parastina ezmûna Kurdistanê dike û divê hemû alî jî alîkar bin, lewra tenê bi PDKê ev kar nabe. Niha di navbera PDK û YNKê de li hevnêzîkbûnek heye û ev derfete û hêvîdarin hemû alî jî li gel me bin ji bo derbaskirina rewşa xirab a cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn rewş xirab e û ev berpirsyartiya dîrokî, çend em bikarin ji bo baştir projeyên xizmetê pêşkeşî xelkê Kurdistanê bikin û bi ti awayî wisa nekin ku asteng çêbe, yan jî xwedê neke ziyan bigihe Kurdistanê.’’

Kanî ji BasNewsê re gotiye: “PDK ji bo berjewendiyên xelkê Kurdistanê û yekrêziyê hemû deman destê aştiyê û biratiyê dirêj dike, lê mixabin aliyên din pir zû me dihêlin. Derfeta niha derketiye ji bo yekrêziya navbera PDK û YNKê, di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye. Pêwîste hemû alî piştevan bin, xelkê Kurdistanê demeke li benda wê ye ku yekbûnî û hevtêgihîştina navbera aliyên siyasî pêk were. Bi taybet jî di navbera PDK û YNKê de. Ev derfet ne tenê ji bo PDK û YNKê ye, ji bo hemû Kurdistanê ye.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *