Piştî hevdîtina heyeta AKPê û DEM Partiyê, AKP daxwuyanî da

Heyeta DEM Partiyê piştî seredana AKPê kir, ji berdevkê AKP Ömer Çelik daxwuyaniya ewilî da û got:

“Em pêvajoyê ya weka bide bistîne rave nakin. Bazarî tine. Ew dixwazin çawa bang hat kirin, divê PKKê çek deyne û xwe fesh bike.

Me îro li dora 2 seetan hevdîtin kir û divê zimanê siyasetê rast bê avakirin. Ez bi we re parvedikim bê em zimanekî çawa dixwazin. Divê di çarçova berdana çekan û fehkirina PKKê de bê ravekirin. Di pêvajoyên berê de jî ez û Efkan Ala hebûn. li ser meşa pêvajoyan tecrubên me hene. Di asta ku em niha gihanê; derfeta ku birêz Devlet Bahçeli bang kir û îrada ku serokkomarê me danî ortê ye.

Kî çi dibêje bila bêje, em ê pêşniyaran di çarçova yek weten, yek millet, yek dewlet û yekl alê de bimeşînin. Ji dewletê û qedrên milletê em ti tiştekî qet nakin mijara bazarê. Serokkomarê me behsa ayînde kiribû ku sedsala pêşiya me ‘sedsala Tirkiyê’ye. Pêwiste standardên demokrasiyê em bilind bikin. Ne hewceye kategoriyên navberê an veguhêzî hebin. Çarçova lêhûrbûna me ev e. Nav çi be jî, dibe PKK,YPG an SDG be, divê bi tabelayên xwe re çekan deynin.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *