Efram Îshaq: Ji bo dan û standina bi Şamê re 2 komîte tên avakirin -Video

Alîkarê hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Efram Îshaq ji Rûdawê re ragihand ku Destûrê nû ya daxwazên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi cih nayîne.

Efram Îshaq destnîşan kir ku piştî peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer ji bo dan û standina bi Şamê re dê 2 komîte werin avakirin.

Komîteya Ragihandina Destûrê ya Sûriyeyê 13ê Adarê Destûra demkî ya Sûriyeyê pêşkêşî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir û ji aliyê wî ve jî hate pesendkirin.

Alîkarê hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Efram Îshaq li ser mijarê bû mêvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Efram Îshaq diyar kir ku divê Destûr ji bo demeke kurt be û di demeke gelekî nêzîk de were guhertin.

Efram Îshaq li ser peymana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî da zanîn ku peyman, rêkeftineke erênî ye û herêma wan ewle hiştiye.

Alîkarê hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Efram Îshaq li ser gavên pêwîst ên ji bo bicihanîna peymanê ragihand ku niha li Rojavayê Sûriyeyê li ser pêkanîna şandeyên dan û standinan kar tê kirin.

Îshaq eşkere kir ku wê di destpêkê de 2 komîte werin avakirin ku yek ji wan lekşerî ye û ya din jî siyasî ye.

Efram Îshaq tekez kir ku dê nûnerên hemû pêkhateyan û aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê di nava şandeyan de cih bigirin.

Efram Îshaq her wiha destnîşan kir, di nava komîteya siyasî de dê behsa çend dosyayan were kirin ku li ser mijarên siyasî, birêvebirî, rewşa dezgehan, perwerde û deriyên sînorî ne û got:

“Dibe ku di nava vê mehê de dest bi civînên li gel Hikûmeta Sûriyeyê werin kirin.”

Alîkarê hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Efram Îshaq got:

“Em di aliyê siyasî de kar li gel hemû aliyan dikin ku destûreke rasteqîne binivîsin ku nûnertiyeke rasteqîne ya hemû pêkhate û neteweyan tê de be û cih bide nasnameya Kurdan û Siryanan.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê roja 10 Adarê peymanek îmze kir.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *