Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Di bombebaran û komkujiya Tirkan a li başûrê Kobaniyê de 9 sivîl şehîd ketin, 2 jî birîndar bûn.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di encama êrişa esmanî ya Tirkiyeyê de li başûrê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şeva borî 9 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn.
HSDyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Balafirên dagirkerên Tirk saetên dawî yên şeva yekşemê li başûrê Kobaniyê malbateke cotkar bombebaran kir.
Hejmara şehîdên sivîl ku di encama bombebarana Tirkiyeyê de li navbera gundê Qumçî û Berx Botanê şehîd ketin bû 9 kes ku hemû ji heman malbatê ne.
2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.”
HSDyê di daxuyaniya xwe de navên kesên ku hatine kuştin jî eşkere kirin:
“Ahîn Osman Ebdo
Dîjle Osman Ebdo
Dilovan Osman Ebdo
Yaser Osman Ebdo
Ezîze Osman Ebdo
Salîha Osman Ebdo
Avesta Osman Ebdo
Osman Berkel Ebdo (bav)
Xezal Osman Ebdo (dayîk)
Her wiha Ronîda Osman Ebdo û Narîn Osman Ebdo jî birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.”
Rûdaw