Ji nû ve em dubare dikin ku Dagîrkeriya Turkiyê hîn berdewam e, walî di “Avahiya Serê ya Kevin” de hîn karê xwe dike, û Ala Turkiyê li ser hildayî ye, bi ser de jî hebûna biryargehên leşkerî, ewlekarî û istîxbaratî yên Turkî, û herweha jî piraniya Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/berê” biryargehên xwe yên leşkerî û nivîsgehên xwe yên ewlekariyê û abortiyê bi dest de ne, binpêkirinan pêk tînin, gefan li xelkê dikin, vêrgiyan li wan dixin û malmewdanên wan didizin; Û bi ser ku Amûra “Ewleya Giştî” destêwerdanan di hin dozan de dike, qurbaniyên binpêkirinan ji tirsa ku rastî kiryarên pîstir netên, giliyan pêşkêşî wê nakin!
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Kuştina sivîlekî:
Li 03.03.2025an. Z, Hemwelatî “Hemîd Ehmed Hesen /60/sal” ji xelkê Gundê “Aqûbê” – Şêrewa jiyana xwe ji dest da, û birayê wî jî birîndar bû, dema ku wî li nav zeviya zeytûna ya xwe (ya li Rojavayê “Aqûbê” bi aliyê Gundê “Basilê” ve) pêle bombeyeke zemînî ji bermayên şer kir û teqiya.
= Dijayetiya li ser sivîlan:
– Li 03.03.2025an. Z, li ser riya çûndina Çiyayê “Hawarê” ji bo anîna êzingan, piştî ku hemwelatiyê perîşan “Rizgar Menan Me’imo /41/sal” ji xelkê Gundê “Hesendêra” – Navça Bilbilê hewilda ku du kûçikan û ciwanekí nûgihayî ji êrişa li ser kûçikê xwe bi dûrxîne, diya lêwik deng li mêrê xwe kir, û ew jî hat û êrişî “Rizgêr” kir û yekser bi çoyekî hesinî li serê wî xist, di encamê de “Rizgar” mekin birîndar bû, û ji ber wê pêdivî çêbû ku xelkê gund wî rakin dermankirinxaneya/mistewsefa “Meydankê” û paşê jî Nexweşxaneyeke “Efrînê”, û diyar bû ku xwîndarivandinek di seriyê wî de heye, û herweha jî Şikestinek/tîkek di qafê wî de; Were zanîn ku yê dijayetî kiriye bi “Xewar” tê navdan û di salên pêncî de ye, bi aliyekî nediyar ve reviya, ew ji anîndeyên di konên Rojavayî gund de rûniştiye, şivanê pêz e, û yekî şerûd e û ji berê de dijayetiya xelkê dike.
– Ji berî fitara roja 10.03.2025an. Z, wexta Hemwelatî “Nîdal Sebrî Şindî /48/sal” ji xelkê Gundê “Dumiliya” – Navça Reco rabû dîkana xwe ya cilan/kincan a di avahiya “Ebara” de (ya li orta Bajarê Efrînê) bigire, du çekdaran êriṣî wî kir û çend kêr li lingên wî xistin, ji ber wê ew mekin birîndar bû, û ji ber wê ew rakirin nexweşxaneke Efrînê, û herdu dijker jî kanîn bireviyana; Û ew dijayetiya jî pêkhat, ji ber ku ew razî nebû ku cilan bi dên/bênextî bifroşe wan.
– Li Gundê “Ebodanê“: Li gor bûyerên li ser erdê çêdibin xuya dibe ku Milîseya “Artêşa/Ceyş El’nuxbe” ya ku “Mu’itez Reslan” serkêşiya wê dike ji biryara helandina xwe û tevlêbûna Wezareta/Şlayariya Berevaniyê ne razî ye, û ta niha hêz û biryargehên wê weke berê ne, û malbatên çekdarên wê û malbatên jê ve nêzîk ji gundên di bin desteseriya wê de (“Emara, Şêxûtka” – Navça Mabeta, “Zêtûnakê, Omersimo, Şêxorzê, Heftaro, Se’irîncekê, Elîcara, Diraqliya, Ebodanê” – Navça Bilbilê…) neçûne/barnekirine, û ew ji lihevkirina ku di nav Serok “Ehmed El’şer’i” û Ceneral “Mezlûm Ebdî” îmzekirî de ne razî ye/acize, û hema li roja din ji lihevkirinê 11.03.2025an. Z endamên wê û endamên malbatên wan li Gundê “Ebodanê” dest bi sixêf û gefan li dijî Kurdan kirin, û piştî ku gopêyeke ku zarokin ji xelkê gund pê dilîstin kete maleke ku malbateke anîndeyan tê de rûdine, Milîseya “El’nuxbe” di cî de destêwerdan kir, mala Hemwelatî “Mehmûd Eslan Seydo /40/sal” basmîş kir, qurṣîn bi banî de avêtin, “Mehmûd” û kurê wî yê negihayî “Eslan” (ên xwe di odakê de veşartibûn) girtin, û mekin li wan xistin, ta ku “Amûra Ewleya/Asayêşa Giştî” destêwerdan kir û ew berdan.
Lê gef û tengasiyên li ser xelkê berdewam kirin, vêca mêrên gund û hin jinên wê neçar bûn herin Efrînê û hinde giliyan pêṣkêşî rêvebiriya “Ewlekariya Giştî” bikin, û wê jî gereke/giropek ji endamên xwe şand gund, û rabû “Semîr û Besam Rehal/ên ji Gundewarê Humsê” berpirsiyarên gund ji “El’nuxbe” girtin, û dest danîn ser çekên li ba wan, da ku bi rêjeyî heyam li gund aram û hêdî bibe.
Herweha jî li vê dawiyê Milîseya “El’nuxbe” Hemwelatî “Mustefa Cimo” ji ajotina zeviyeke zeytûna ye wî (ji /100/darî pêk tê) qedexe kir, ji ber ku ew komirê di nav de çêdike, û berê jî ji sala 2018an. Z ve wê dest danîbû ser werzên/mûsimên zeviyê, û weha jî li ser du malên tê de avakirî (yên herdu keçên “Cimo” yên tevî malbatên xwe zorane koçberbûyî).
Tê bîranîn ku Gundê “Ebodanê” ji dora/150/malbatên Kurd pêkdihat, piştî dagîrkirinê -sala 2018an. Z- tenê jê /50/malbat ma, û malbatên din jî ta niha nikanîn vegerinê, û /150/malbatên anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
= Dizîn:
– Li gor jêdereke xwecihî, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat/Tîpa/El’firqe /62/di nav Wezareta Berevaniyê de” ya ku “Mihemed El’casêm” serkêşiya wê dike, ji herêmên “Berava Sûrî” gelek malmewdanên xelkê wê dizîn; Wan du makîneyên baran ên bi alav û amûrên elektirîkê yên malan barkirî û herweha jî makîne û çêl gihandin Bajaroka Şiyê li Efrînê û wan pêşberî firotinê dikin, lê me nikanî hejmara wan tiştan zanîba.
– Li Bajaroka Meydankê, li 11.03.2025an. Z, du çekdarên li ser matorê rabûn çek kişandin Hemwelatî “Mehmûd Mihemed Ebid El’rehman /61/sal”, li dema hebûna li nav zeviyeke xwe ye zeytûna li Rojavayê bajarokê, û dest û lingên wî girêdan û xistin makînak wî ya cîp “Santafê S.M” rengreş, û piştî meşeke kin ew avêtin kenarê rê, û makîne û /900/Dolar Emrîkî û tevî belgeyên wî yên kesyetî û yên makînê dizîn; Û “Mehmûd” giliyek pêşkêşî “Ewleya Giştî” li navenda Navça “Şera” û li Bajarê Efrînê kir.
– Li Gundê “Omersimo” li Navça Şera، êvara 14.03.2025. Z, çekdarine ji Milîseya “Ceyş El’nuxbe” rabûn /6/tenke zêtê zeytûna (heryek/16/KG sade) û amûrine entirnêtê ji mala Hemwelatî “Fewzî Henan Umer” li dema serdana malbata wî ji malbateke din re dizîn; Û Hemwelatî “Osman Reşîd” tibabeke ji Dolarên Emrîkî da “Ebo Ewed” berpirsiyarê gund ji “El’nuxbe” beramberî radestbûna mal û zeviyene zeytûnê yên xwe, û ta niha /3/malbat ji xelkê gund ên ji şeş heyvan ve vegerîne herêmê li benda valakirina malên xwe ne, ji yên dest danîne ser ji sala 2018an. Z ve, û herweha jî radestbûna wan tevî malmewdanên din.
= Binpêkirine din:
– Ji dora heyvekê ve, “Ebo Hisên” tevî du çekdarên din ji endamên Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemzat” gefan li her yekî ku bi mebesta ajotinê yan şaxkirinê yan jî karine din dere nav zeviyeke zeytûna (li cîgeha hilkirin û çêkirina keviran ya di navbera herdu Gundên “Hesendêra – N. Bilbilê, û Şorbe – N. Mabeta” dixe û tibabine diravî bi zorê jê dibe; Piştî ku tuhmetine çêkirî bi wî ve dizeliqîne, yan jî çekekê dixe nav zeviyê wî da ku pê were tewanbarkirin.
– Li 10.03.2025an. Z, li Gundê “Çeqelê Ortê” – N. Şiyê, yê ku Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” li ser desteser dikin, agir bi makînak salon “Van” e Hemwelatî “Elî Şêx Zênel/Elî Xeçê” hate xistin, û li gor jêdereke ji gund, ew dizane kê ji anîndeyan -ên xwe bi “El’emşat” mekin dikin- ew kar kiriye, lê ew newêre di lêkolînên bûyerê de bibêje, ji tirsa dijatiyin din re.
Danîna rêgir û kendan/bendan li pêş vegera Koçberên Efrînê bo cî û warên wan, û milmilandina di radestkirina mal û malmewdanên wan de, û herweha jî kêmbûna vegera yên hatine niştecîkirin bo herêmên xwe yên resen, berevajîkirinên bi robet ji zagona navdewletî ya mirovahî re çêdikin, hêminiya rewşan di Sûriyê de bi giştî kend/bend dikin.
15.03.2025. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Pakrewan “Hemîd Ehmed Hesen”.
– “Rizgar Menan Me’imo” yê dijayetî li ser hatiye kirin.
– “Nîdal Sebrî Şindî” yê dijayetî li ser hatiye kirin.
– “Mu’itez Reslan” serkêşê Milîseya “Cyeş/Artêşa El’nuxbe”.
————–
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: