Li Îzmîrê, ji aliyê HAK-PAR, PSK, PWKyê ve ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê civînek hat lidarxistin û eleqeyeke mezin lê hat nîşandan.
Axaftina vekirina civînê Bedîr Çinar kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Helebçeyê û Kurdistanê, endamê Melîsa PSKyê Mesuû Tek di derbarê Jenosîda Helebçeyê û Enfalan kurta axaftinek kir.
Paşê, daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PSK, PWKyê, bi kurdî endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Sîraç Kaya, bi tirkî jî Serokê Teşkîlata Îzmîrê ya HAK-PARê M. Ali Sönmez xwend.
Serokê KED-DERê Mahmud Alpşen jî axaftineke kurt kir.
Welatperwerên kurd Pîro Niyazî û Ferhat, bi muzîka fonê ya welatperwerê kurd Berzan Kiliçaslan helbestên li ser Helebceyê xwendin.
Civîn bi pêşandana sînevîzyonê ya derbarê Jenosîda Helebceyê de bi dawî hat.