Hoşyar Zêbarî: Rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî gaveke girîng e

Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî rêkeftina di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de bi “dîrokî” binav dike û dibêje: radigihîne, “Ev rêkeftin, gaveke girîng e ji bo beşdarbûna di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera îro 10ê Adarê rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin û tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê kirin.

Siyasetmedarê Kurd û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser vê rêkeftinê, li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Rêkeftina dîrokî ya destpêkê di navbera Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Hêzên HSDê Mezlûm Ebdî li Şamê îro, gaveke girîng e ji bo beşdarbûna di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de.”

Herwiha got: “HSD dê bimîne û gav bi gav dê tevlî wê bibe û îmkana Rêveberiya Xweser li Rojava jî heye ku bi rêya danûstandin û komîteyên hevbeş pêk were.”

Xalên rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî:

1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.

2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.

3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.

4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.

7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *