Komên çekdar ên Siltan Silêman Şah (Emşat) û Firqeya Hemzeyê (Hemzat) ên nêzikî Tirkiyeyê bi “komkujiya Elewiyan” a li berava Sûriyeyê tên tohmetbarkirin.
Emşat û Hemzat du komên çekdar ên ku di nav “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê” de bûn û Tirkiye piştgiriya wan dike herî zêde bi binpêkirinan tên tohmetbarkirin. Komkujî, destdirêjî, dizî û talanê dikin.
Her du komên çekdar jî beşdarî şer û pevçûnên li parêzgehên Tertûs û Laziqiyeyê bûn ku li wan deran zêdetirî hezar kesî hatine kuştin.
Ne tenê dijberên wan, heta endamên Desteya Tehrîr Şamê ya hevpeymanê wan jî ew tohmetbar dikin dibêjin Emşat û Hemzat xelkê bêtawan ên Elewî bikom kuştine û navê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê xirab kirine.
“Gelo ola me ji me dixwaze ku em Elewiyan bikujin?”
Endamê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê Mihemed Hecî got:
“Cemeaeta Emşat û Hemzatê zêdegavî di kuştinê de kirine, zêdegavî di talan û wêrankirina jiyana xelkê de kirine.
Gelo tenê ji ber ew ji mezheba Elewî ne bi dehan dikujin? Gelo ola me daxwazê ji me dike wiha bikin?!”
Di demekê de ku desthilatdarên nû yên Sûriyeyê dibêjin armanca wan cezakirina çekdarên alîgirên Esed e lê hinek çekdarên Emşat û Hemzatê bi zelalî dibêjin “Elewiyan qir bikin”
Piştî belavbûna dîmenên komkujiya Elewiyan civaka navneteweyî hemû hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê şermezar kirin, vê yekê HTŞ jî aciz kiriye.
“Koma Hemzate û berazên Emşatê diçin her kesî dikujin, komkujiyê dikin”
Endamê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê binpêkirinên her du koman wiha anî ziman:
“Koma Hemzate û berazên Emşatê diçin her kesî dikujin, komkujiyê dikin.
Kesekî naparêzin, sivîl be, leşker be, hemûyan dikujin, jin û zarok, hemûyan dikujin.
Ez bi çavê xwe wan dibînim. Vê mijarê sînor derbas kiriye. Berî azadkirina Sûriyeyê Hemzat û Emşat şerê me dikirin û me jî şerê wan dikir.
Lê piştî ketina rejîmê bi zorê em neçar kirin wan bînin bin sîwana Wezareta Parastinê. Niha ser bi Wezareta Parastinê ne û dest bi binpêkirinan kirine.”
Çekdarên tundrew ên Ozbek, Çeçen û welatên din jî di nav wan de ne.
“Çûn nav malan serê xelkê birîn”
Welatiya bajarê Cebleyê got, “Xelk li nav malên xwe bûn, mal dagir kirin, Çeçen û xelkê biyanî û tekfîrî Sûriyeyî, tekfîrî ne.
Sûriyeyî wiha nakin lê bi eslê xwe Sûriyeyî ne, çûn nav malan, serê xelkê li nav malên wan birîn.”
Di dagirkirina Efrînê de jî cîh girtibûn
Komêne Emşat û Hemzatê bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku biçin kû derê têk didin.
Heman ev her du kom beşdarî dagirkirina Efrînê jî bûbûn.
Malên Kurdan talan kirin, ji zêr û zîv bigire heta digihê mirîşk û dîkan hemû dizîn.
Gelek caran li torên civakî wekî henekpêkirinekê wêneyê mirîşkê wekî logo li gel wêne û mijarên pêwendîdar bi Emşatê tên danîn.
Heman ev her du kom di çarçoveya “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê” de heta niha jî li Bendava Tişrînê û herêmên din ên Minbicê êrişî HSDyê dikin lê êrişên wan ji aliyê HSDê ve tên têkşikandin. (Rûdaw)