Onen: Ne girîng e Tirkiye û Ocalan çi dibêjin, girîng e ku Amerîka çi dibêje -Vîdeo

 

ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got, “Ne girîng e Tirkiye û Ocalan çi dibêjin, girîng e ku Amerîka, Rûsya û Çîn çi dibêjin.”

Niha li Tirkiyeyê yek ji rojeva sereke ew e ku “Gelo banga danîna çekan û fesixkirinê ya Abdullah Ocalan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li xwe digire yan na?”

Şîrovekarê Siyasî Ekrem Onen bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û rewşa Kurdan axivî.

“Amerîka bi şert piştgiriya pêvajoyê dike”

Ekrem Onen amaje bi helwesta Amerîkayê kir û got ku Amerîka bi şert piştgiriya pêvajoya niha ya li Tirkiyeyê dike.

Onen diyar kir ku PKK ne rêxistineke homojen e û şaxên wê hene û got:

“Li pişt şaxên cuda yên PKKyê hinek dewlet hene û nakokiyên wan dewletan bi Tirkiyeyê re hene.”

“Ev pêvajo ji bo saxlemkirina hundirê Tirkiyeyê ye”

Li gorî Onen, ev pêvajo ji bo saxlemkirina rewşa hundirê Tirkiyeyê ye.

Wî diyar kir ku Tirkiye ditirse ku guherînên heyî herin nav axa wê jî û got, “Tirkiye ji pirsa Kurdan ditirse û dixwaze rê li ber bigire.

Bahçelî piştgiriya pêvajoyê dike lê Erdogan bi hestiyarî nêzîkî pêvajoyê dibe û bi temamî piştgirî nedaye.”

“Tirseke Tirkan heye”

Ekrem Onen bal kişand ser tirsên Tirkiyeyê û wiha pê de çû:

“Divê Kurd xwe ji minaqeşeyên Ocalan çi got, Bahçelî çi got, Tirkiye çi dibêje rizgar bikin.

Divê Kurd xwe konsantreyî dan û standinên di navbera Amerîka, Çîn û Rûsyayê de bikin. Ya girîng ev e.”

Onen diyar kir ku divê were zanîn ev dewlet çi dixwazin û li herêmê çi dikin û wiha got:

“Gelo di guherînên ku ew dixwazin bikin de cihê Kurdan heye yan na. Eger cihê Kurdan hebe li kû derê ye û em dikarin çawa baştir bikin.”

Wî destnîşan kir ku divê Kurd xwe konsantreyî vê mijarê bikin û xwe ji minqaşeyên herêmê dûr bikin û got:

“Eger Kurd di çarçoveya minaqeşeyên dewletên herêmê de bimîne dê tiştekî bi dest nexin.”

Onen derbarê têkoşîna PKKyê jî got, “Siyaseta PKKyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat li teslîmbûnê sekînî û ti xeteriya wê ji Tirkiyeyê re nîne.”

“Tirsa herî mezin a Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê ye”

Şîrovekarê Kurd di dewama axaftina xwe de got:

“Tirsa herî mezin a Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha Tirkiye heta dereceyekê ji Rojavayê Kurdistanê jî ditirse.

Eger Amerîka, Çîn û Rûsyayê bixwazin li herêmê guherînekê bikin dê bi rêya Başûrê Kurdistanê bikin.

Ji ber ku li wê derê hêzêke siyasî ya Kurdan heye.”

“Bêyî destwerdana derve Kurd nikarin destkeftiyan bi dest bixin”

Ekrem Onen diyar kir ku “Bêyî destwerdana derve Kurd nikarin li Rojava, Başûr û Bakur destkeftiyan bi dest bixin” wiha pê de çû:

“Îsraîl dostê Kurdan e. Kurd dikarin ji Îsraîlê alîkariyê wergirin û dikarin pêwendiyeke baş bi Îsraîlê re deynin.

Mijara Kurdan li cem Îsraîlê hestiyar e û Îsraîl ne dijminê Kurdan e.”

(Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *