Hêzên desthilata nû ya Sûriyeyê êrişî xaleke kontrolê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.
Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, çekdarên desthilata Şamê êrişî xala kontrolê ya li herêma Ewaridê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.
Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe û kesek birîndar bûn.
Hat zanîn ku Hêzên Parastina Şêx Meqsûdê bersiv daye êrişê.
Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê 27ê Çiriya Paşîn a 2024an bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikumeta Sûriyeyê bên piraniya bajarê Helebê kontrol kirin.
Çekdaran xwest bikevin her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê jî.
Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ber wan rê girt.
Paşê jî HSD û HTŞyê li ser her du taxan li hev kir.
Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ku taxeke Kurdan e, di kontrola HSDyê de ye.
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di warî îdarî û birêvebirinê de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve tên birêvebirin. (Rûdaw)