Hikûmeta Îraqê dixwaze petrola Besrayê bi rêya boriyên petrolê yên Başûrê Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve bişîne.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê ragihand ku di demeke nêzîk de dosyaya hinardekirina petrolê ya ji rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dê were çalakkirin.
Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Kar û Barên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî got:
“Di demeke nêzîk de dosyaya hinardekirina petrolê ya bi rêya boriyên petrolê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve dê were çalakkirin.
Îhtimala zêdekirina petrolê ya li petrola Besrayê ya bi rêya vê boriyê heye.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê mijar di civîna Komîteya Îraq û Tirkiyeyê de anî ziman ku îro li Bexdayê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Petrolê ya Îraqê îro Heyan Ebdulxenî li Bexdayê ji bo gotûbêja li ser karên Komîteya Îraq û Tirkiyeyê, bi amadebûna endamên komîteyê yên ji wezaretên Îraqê serokatiya civînekê kiriye.
Wezîrê Petrolê tekezî li ser girîngiya wan dosyayan kir ku bi karên komîteyê ve girêdayî ne, bi taybetî jî dosyaya av û petrolê.
Heyan Ebdulxenî her wiha da zanîn ku dosyaya avê dê were çalakkirin bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên Îraqê bike.
Di civînê de gotûbêj li ser wan mijaran hat kirin ku di bernameya kar de hene û taybet in bi warên av, enerjî û petrol, perwerde, deriyên sînorî, guherîna bazirganiyan, dosyaya werzîş û ciwanan. (Rûdaw)