Kemal TOLAN
Lêgerîn, Nasîn û lêkolînên li ser eșîra reșiyan
Name û pirsa kekê Ali Baran 28.11.2016 18:20
“Mamoste silav û rêz!
Ez dixwazim cend pirsyaran li cenabê we bikim. Mamoste ez ji bakurê Kurdistanê ji bajarê Semsûrê me. Wekî hûn jî dizanin, Semsûr bi çand û milletê xwe ve hema bê temamî bajarekê me Kurdên Elewî û Sûnne(hanefî) ya ye. Ez bawerim ne tenê li Semsûrê, her wusa meletî bajarê Ruha, Entab, Efrîn, Xorasan û pirranîyên Kurdên Anatolya yê jî ji hoza reşîyan(reşî,reşikî,reşvan) e. Meriv dikare bêje û li ber çavan e ku, ev hoza reșîyan mezintirîn hoza Kurdan e.
Mamosta bi dîtina min, her çiqas di Șerefnamê de û li pênc cîhan behsa hoza resîyan dike jî, ev kurmancî, bîr û bawerîyên me gelek cuda ango kevnin. Min xwast ji cenabê we bipirsim, gelo çi xebatên we li ser vê esîrê hene?
Ali Baran
Name û bersiva min a ji bo kekê Ali Baran !
Gelek spas kekê Ali Baran, ez bi name û pirsa te zahf kêfxweş bûm!
Kekê rêzdar, dilê min jî gelekî dixwaze ku ez karibim gelek êl û êșîrên me Kurdan (yên weke “Federasyona Reșiya” ûhwd.ê) li cîhanê belabûne û yên hêjî li ser axa bav-kalan hene baș nasbikim. Wan navan bidime berhevûdinê, bizanîbim ka çi girêdanên wan bihevre hene û kêmasiyên me yen heyî bidime xwanê.
Lê kekê hêja tû jî baș dizanî, pir delîlên me yên binivîskî tûne ne û em nikarin van navên ku dagirkeran li bav-kal, cîh, war, êl, eșîr, gund, bajar û hwd.ê kirine anjî vanên ku bav-kalên me bi zahmetiyeke gelekî mezin û giran buha di zargotina me de parastine bidine berhevûdinê û hinek kêmasiyên xwe sererast bikin.
Lewma min jî di sala 2006 de li ser kevnariya dîroka hoz, civak, bîr û bawerîyên me Kurdan gotiye, “Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne *1 » Vêca ezê niha jî wan lêger, nasîn û lêkolînên xwe yên ku min derheqê dîrok û agahdariyên li ser hoz(hukumdariya eșîr)a reșiyan berhevkirine û ew di gelek cîhan de weșandine*2,3 û hwd. car din bi kurtasî ji bo te û xwandavanên birêz di virde jî ragihînim.
« 4 – EM BINÊRÊN LI REWŞA ÊZDIYÊN JI ÊŞÎRA „REŞAN“ (REŞÎ)
Weke ku min di kitêba xwe yekemîn*3(1:37) de daye xwanê û em di gelek kitêbên dîrokî da jî dibînin, ev navê „Reşan“(reşî) li gelek heremên Kurdîstanê û li nava gelek welatên cînarên Kurdan de xwanê dike.
Li goriya agehdariyên min binemalên ji Reşan(Reşî, Reşa, Rişan, Risî, Reşiya, Reşikî, Rişvan,Reşu û hwd.) li nav herêma êşîra Xendeqiyan, Anqosiyan, Dawûdiyan(li der dora çemê Reşa), Mastekiyan, Deniyan, Serhedê, Êzdîyên li nav herêma Kurdîstana azad û Kurdên Anatoliyan Navîn de jiyane. Gelek jê wan vêga hêjî di nava van herêm û êşîrên min binavkirene de li Ermenîstan, Gurcîstan, Îraqa Federal (li gorî gotina Feqîr Hecî Şemo, „piraniya binemalên feqîrên Êzdiyan yen li herêma Kurdîstanê de dijîn ji êşîra reşa ne“-7)û li Almaniya yê de weke Êzdi dimînin.
Gelek kesên ji herêma Heskîfê jî dizanin, navê gundek/bajarekî li raserî bajarê Hesenkêfê jê Reşî ye û ev gunda vêga hêjî heye. Tê bîra min, çewa me Şimziya hingê zadê xwe dibir li Heskîfê difirot, wusa jî van gundiyên Reşiyan berhemên xwe yên ji nava rezan(tirrî, mewîj, hejîr, guvîj û hwd.) dianîn linava gundên me diforotin anjî bi zad diguhastin.
Ji xeynî nivîskarên http://www.xelkedondurma.com
ê(10) yen birêz, kekê Şoreş Reşî jî dibêje, „Murat ê III în ferman ji bo Kurdên hîro li Anadolê di sala 1578’an de derxist û ev 1691 û 1705’an şandin Raqqa yê. Reşî di sala 1697 an, Canbeg di sala 1715 an de vegerîn Anatoliya Navîn. Hîro li Ankara, Qonya, Kirşehîr, Aksaray, Kayserî, Sivasê nêzikî du mîlyon Kurd hene.”(11)
Bi dîtina min, her çiqas Şerefxanê Bedlîsî di Şerefname de bahsa eşîra „Reşan(4:191)“, „Reşikî(4:158)“ kiriye û Pîr Xetîp dibêje: “eşîra Reşkan jî mirîdê me ne. (9)”jî, hîna ne zelale ka dîroka „Reşan“(Reşî, Reşa, Rişan, Risî, Reşiya, Reşikî, Rişvan û hwd.) çewa û ji kurê dest pêkiriye?
Her weha gelek xeman dixum û dibêjim, gelo di bin vî navê Reşan(Reşî, Reşa, Rişan, Risî, Reşiya, Reşikî, Rişvan û hwd.) de tenê êşîrek hebuye an evjî weke navê „Xaltî(3)“ konfederasyoneke Kurdî ye? “*2
Gelek silav û rêz,
Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê zargotina Êzdîtiyê
*Çavkanî :
1. Kemal Tolan, « Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne » http://www.pen-kurd.org/…/em-kurd-tev-mina-seven-ji…
2. Kemal Tolan, Giringiya dîrok û şûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê
http://www.pen-kurd.org/…/giringiya-dirok-u-sunwaren…
3. Kemal Tolan, pirtûka « Hebûn û tûnebûna me Êzdiyan tev romanên zindîne »- sala 2000 Oldenburg