Lokman Polat
Romana Sadiq Salih (Bavê Cengo) ya bi navê ”Dersoksor” di nav weşanên ”Zîlan Akademî”yê de li bajarê Wanê derketiye. Roman 151 rûpel e. Dema min anonsa weşana pirtûkê ango mizgîniya derketina wê di înternetê de dît, navê pirtûkê bala min kişand.
Ji bo ku pirtûk roman bû û ez jî bi giranî romanên kurdî dixwînim, loma jî min xwest ku ez bi lez wê bixwînim. Dema ez li bajarê Wanê bûm û min û xwedî û herweha birêvebirê weşanên Zîlan Akademiyê hevûdu dît û me bi hevre sohbet kir, min jê pirsî ku ”Dersoksor” çiye?
Xwediyê weşanxaneya Zîlan Akademiyê birêz Fexredîn got ku; ”Li başurê Kurdistanê bi taybetî li herêma Bahdînan ji kuma sor, şaşika sor ku didine serê xwe re dibêjin ”dersoksor”. Yanî şaşika ku kurdên başur wek kum yan jî wek egal didine serê xwe navê wê ”Dersoksor” e.
Sadiq Salih (Bavê Cengo) nivîskarekî/romannivîserekî kurd ji başurê Kurdistanê ye. Ev romana wî ya yekeme ku li bakurê Kurdistanê ji alî weşanxaneya ”Zîlan Akademî”yê ve hatiye weşandin. Hêvîdarim pirtûkên wî yên di jî li bakurê Kurdistanê werine weşandin.
Naveroka romanê li ser kurdên başurê Kurdistanê ye. Bûyerên ku di romanê de têne qalkirin bi piranî dema desthilatdariya general Abdulselam Arif de ye. Di dema Abdulselam Arif û paşê jî di dema dîktatoriya Saddam Huseyin de êrişên hov li dijê gelê kurd hat pêkanîn. Hovîtiyên ku li hemberê netewa kurd ji alî dewleta faşîst a Baas ve li hemberê kurdan hatine pêkanîn, di nav rûpelên romanê de tê qal kirin. Vebêjê romanê bi devê du kesan van gotinan dide gotin :
”…..dema balafirên Îraqê, Urdugaya Zêwe bombebaran kir û ew karesat bi serê me de hat….”
”Belê keko, baş tê bîra min. Karesata Xort û Dayikan, komkujiya xwêndekarên kurd ên li Qeladîzê, karesata Pira Gelaleyê û gelek karesatên ji wan xirabtir ku me di dîrokê de xwendine, karesata ji hemûyan mezintir, Halebçe jî hate ser û tenê li wir pênç hezar kes şehîd ketin.” Rûpel : 6.
Di romanê de xiyaneta Şahê Îranê li kurdên başur, têkçûna sala 1975î û minaqeşeya di nav kurdên başur de jî tê qal kirin. Kurdekî derbarê têkçûn yan jî şer rawestandin û xwe paşvekişandina hêza pêşmergeyan de weha dibêje :
”…Me çawa bawerî bi Şahê Îranê anî ku deh milyon kurd li Îranê di bin destan de ne, mafê wan ê herî biçûk nîne, ruxandina Komara Kurdistanê ya li Mahabadê û darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî, me çiqas zû ji bîr kir….Ew soreşa hewqas mezin û bi hêz, di nava bîst û çar demjimêran de mîna berfa ber tîrojên rojê heliya û bi hezaran kurd derbiderê kolanên xelkê bûn.” Rûpel : 13.
Piştî têkçûna 1975ê gelek kurdên başur diçine rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Şahê Îranê koçberên kurd li bajar û navçeyên Îranê belav dike û nahêle ku ew werine cem hev. Ev mijar di romanê de bi devê vebêjek weha tê gotin: ”Metê qurban, em jî piştî çûna we bi çar pênç rojan derbas bûn. Wan em birin Ordugayê Zêwe….Wekî tu jî dizanî Şahê Îranê, em penaberan li seranserê Îranê belav kirin û her yekî ji me avêt kon û koşeyekê, dayik, bab û zarok ji hev cuda kirin û heta niha jî gelekan hev nedîtine.
Heger yekî jî nerazîbûna xwe diyar bikira wê bibirana ser sînorê Îraqê û radestî polîsên Îraqê bikirana û Xwedê dizane ka wê çarenivîsa wan çi bûya, eger nekûjtana jî wê berdabûna biyabanên başurê Îraqê.
Em jî birin ser sînorê Ûrisan. Ev deh sal in em li vir in, zarok mezin bûn û mamê te jî vegeriyaye çûye ser yek û duyê xwe, pêşmerge ye li herêma yek, hema bes em vê jê dizanin.”
Rûpel : 19.
Min di gotarek xwe ya li ser romanek biyografîk a kurdî de nivîsîbû ku; jiyan, serborî û serpêhatiyên her kurdekî dikare bibe roman. Nivîskar/romannivîser Sadiq Salih jî nivîsiye, dibêje; ”…Jiyana her kurdekî bi xwe çîroka hezar û yek şevê ye û mirov çiqas bêje û bêje bi dawî nabe.” Bi ya min jî weha ye. Di cîhanê de, ji blî cihuyan/yahudiyan û ermeniyan tu neteweyek din bi qasê kurdên bê dewlet zilm û zorê, tehda û şkenceyê, mirin û kuştinê, hepis û zîndanê nedîtine. Cihu/yahudî û ermenî bûn xwedî dewlet, xwe xilas kirin, gelê wan azad, welatê wan rizgar bû, kurdên reben sêwiyên rojhilata navîn hêj jî di bin zilm û zordariya dewletên dagirker de zahmetiya bêdewletbûnê dikşînin.
Piştî van çend gotinên rastîn ên gelemperî, em dîsa vegerin naveroka romanê, Di romanê de taswîr kêm in, lê diyalog, axaftin pir û pir e, zêde ye. Ji hêla hizrên netewî, dîtinên kurdayetî, ravekirina welatparêzî, kurdperweriyê ve romaneke têr û tijî ye, dewlemend e û hêjayê xwendinê ye. Di nav rûpelên romanê de fikir û ramanên neteweperwerî, welatparêzî, hestên kurd û kurdayetiyê, hizrên kurd û Kurdistanî di romanê de di asteke bilind de ye. Radeya rêbaza neteweyî di romanê de bilind e.
Di romanê de rewşa Erîfê pêşmerge û malbata wî, zahmetiya ku di rêveçûnê de dibînin baş hatiye rave kirin. Herweha di romanê de cih bi cih qala cehşan û xayintiya wan jî tê kirin. Cehş xayintî û bêbextî li pêşmerge Erîf jî dikin. Ji bo mijara cehşan, xayinan romannivîser bi devê lehengê romanê Erîf van gotinan dide gotin ; ”…kerb û kîna li hemberî kurdên xayîn di min de mîna volkanekê firiya, ez gelekî êşiyam, min nefret jê kir û min hest kir ku sedema bindestî, bêmafî û bêdewletbûnî ya herî mezin em bi xwe ne. Kurmê darê ne ji darê be, dar narize! Mixabin di dîroka me kurdan de xiyaneta navxweyî bûye diyarde û heta em pêşî xwe ji vê xiyaneta navxweyî pak nekin û yekîtiyeke neteweyî ava nekin, bêguman em çiqas li ber xwe bidin û şoreşê berpa bikin jî wê encam bi serê me de biherifin.” Rûpel : 70. 71.
Di romanê de qalkirina serpêhatî û serboriyên pêşmerge Erîf, ravekirina cehşên wê demê, girtina Erîf ji alî cehşan ve, bi saya bûka Axayê cehşan xilasiya wî, bi malbatî di gundek de bi cih û war bûna wî, feqîrî, bêkarî û xizaniya malbata Erîf naveroka romanê dagirtiye, dewlemend kiriye û mirov romanê bi baldarî û meraq dixwîne.
Derbarê romanê û nivîskariya romannivîser de ez dikarim vê bibêjim; birêz Sadiq Salih di nivîsîn û afirandina vê romanê de serketiye û romaneke baş a hêjayê xwendinê nivîsiye, afirandiye. Wek xwendevanekî romanhez kîjan romana wî, çi pirtûkên wî derkevin ez ê bixwînim.
Ji ber sedemên parçebûna Kurdistanê û bikaranîna tîpên alfabeyê ên cuda ji hêla edebî ve haya xwendevanên parçeyên Kurdistanê ji hevûdu tune. Di van çend salên dawîn de hinek pirtûk ji soranî û kurmancî ya alfabeya tîpên arebî kirin/veguhestin tîpên latînî/kurdî. Li başurê Kurdistanê pirtûkên hêja ên girîng, lêkolîn, çîrok, helbest û romanên kurdî yên hêja hatine weşandin. Heta niha xwendevanên bakurê Kurdistanê ji wan pirtûkan bêpar mane. Bi hêviya ku rojeke li tevahiya Kurdistanê ango li herçar parçeyên Kurdistanê alfabeya latînî/kurdî were bikar anîn û çar parçeyên Kurdistanê bibine yek, gelê kurd azad bibe, welatê kurdan rizgar bibe, Kurdistanek yekbuyî û serbixwe were damezrandin.
Wek gotina dawî, ez dixwazim derbarê romana birêz Sadiq Salih ya bi navê ”Dersoksor” de vê bibêjim; Roman romaneke baş e, hêjayê xwendinê ye, naveroka wê dewlemend e. Serketî ye. Ev cara yekeme ku ez romaneke derheqê têkoşîna pêşmergeyan, lehengî û kurdayetiya wan, bedêlên ku dane, zahmetiya ku malbatên wan dîtine dixwînim. Naveroka romanê bi hestên kurdayetiyê hatiye hunandin.
Ev romana birêz Sadiq Salih a yekem e yan jî romanên wî yên din hene, tunin ez nizanim lêbelê bi min, li gor bîr û raya min, divê ew romannivîseriya xwe bidomîne. Ev romana wî û romannivîseriya wî de diyar dibe ku ew serketî ye. Li başurê Kurdistanê romannivîser û çîroknivîserên hêja û serketî hene. Herweke Bextiyar Elî, Xelîl Duhokî, Refîq Sabir, Hesen Silîvanî û hwd. Birêz Sadiq Salih jî yek ji wan kedkarê wêjeya kurdî ye û romannivîserekî serketî ye.
Spas ji weşanên ”Zîlan Akademî”yê re jî ku romaneke weha hêja weşandin û gihaştin destê xwendevanên kurd. Hêvîdarim dê weşanxane hêj gelek pirtûkên hêja biweşîne û bigişîne destê xwendevanan.