Hikûmeta Brîtanyayê di malpera xwe ya fermî de hişyariyek bi zimanê Kurdî belav kir û got, “Eger hûn bi rêyên n yasayî werin Brîtanyayê, hûn dikarin bên desteserkirin û ji welêt bên derxistin.”
Wezareta Koçberiyê ya Brîtanyayê diyar kir ku qaçaxçiyên mirovan agahiyên şaş didin koçberan ku “gihiştina Brîtanyayê ya bi rêyên neyasayî ewle û hêsan e” û wiha got ev îdia ne rast in.
Bi taybetî koçberên ku dixwazin bi belekêm biçûk di ser Behra Manşê re herin Brîtanyayê rastî metirsiyên mezin tên.
Herî dawî roja yekşemê hat ragihandin, belemeke ku 69 kes tê de bûn û hewl dida Behra Manşê derbas vike winda bûye ku di nav wan de 20 koçberên Kurd jî hebûn.
Koçberên ku ji aliyê polîsên Fransayê ve hatin rizgarkirin şandin Fransayê.
Hikûmeta Brîtanyayê bal kişand ser metirsiyên koçberiya neyasayî û daxuyanî da:
“Ev rêwîtî gelekî metirsîdar e û tewr dikarekujer jî be. Heta niha gelek jin, mêr û zarok di hewldana gihîştina Brîtanyayê de mirine.”
Di hişyariya bi Kurdî ya li ser malpera fermî ya hikûmetê de jî wiha hat gotin:
“Eger hûn bi rêyên ne yasayî werin Brîtanyayê, hûn dikarin bên desteserkirin û ji welêt bên derxistin.”
Amarên fermî yên koçberiyê hatin ragihandin
Li gorî amarên fermî yên Hikûmeta Brîtanyayê, tenê ji destpêka sala 2024an ve herî kêm 1,554 koçber bi qayikên biçûk ji Behra Manşê derbas bûne û gihîştine Brîtanyayê.
Hat ragihandin ku sala 2024an bi giştî 36 hezar û 816 koçberên qaçax hatine welêt û mezintirîn pêla koçberiya neyasayî sala 2022yan de bû ku wê salê 45 hezar û 755 kes bi rêyên ne yasayî çûne Brîtanyayê.
Li gorî amarên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, sala 2024an de 78 koçber dema wan hewl dida Behra Manşê derbas bikin mirine.
Hat diyarkirin ku piraniya koçberên qaçax ên ku diçin Brîtanyayê ji Efxanistan, Sûriye, Îran, Viyetnam û Erîtreyê ne û ev pênc welat ji sedî 61ê hemû koçberên neyasayî pêk tînin.
Zêdebûna rekor a serlêdanên penaberiyê
Wezareta Karên Hundir a Brîtanyayê ragihand ku heta dawiya sala 2024an 108 hezar û 130 kesî serlêdana penaberiyê kirine.
Ev hejmar, ji sala 1979an ve hejmara herî mezin a serlêdanan e.
Hikûmeta Brîtanyayê da zanîn ku koçberiya neyasayî sûc e û kesên ku bi vî awayî tên welêt dikarin heta çar salan bikevin girtîgehê û ji welêt werin derxistin.
Rayedarên hikûmetê diyar kir ku wan çavdêriya li ser qaçaxçiyan zêde kiriye û koçberên neyasayî tên diyarkirin û ji welêt tên şandin.