Stratejiya Ehmed Şer ji bo paşeroja Sûriyeyê

Şîrwan Şemêranî

Piştî ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê bi dawî hat, berî her axaftina li ser wê paşeroja ku dikare ji bo Sûriyeya nû were dariştin, pêwîstî bi nivîsandina du xalan li ser Ehmed Şer heye:

Yekem: Ji xortekî oldar li taxa Mezeyê ya xweÅŸ û dewlemend û navdar a Åžamê, di hembêza malbateke lîberal û neteweperwer de, heta dîtina xwe di nav rêxistina tundajo ya Qaîdeyê de li ÃŽraqê û paşê avakirina Eniya Nusreyê li bakurê Sûriyeyê û ÅŸerkirina li dijî DAIŞê, avakirina “HTÅž”yê û cudabûna ji Qaîdeyê.

Duyem: Guherîneke pir berbiçav di dîtina siyasî û dewletdarî û têkiliyên bi kesên cuda re, ji selefiyekî cîhadî yê girtî ber bi siyasetmedarekî aqilmend ê dilfireh û gotarnerm û azadîxwaz.

Guherînên wî yên fikrî lezgîn û tûj in wekî guherîna zêde ya cureyên cilên wî û rengê qeravetên wî, bi hêviya ku guherînên wî yên fikrî wekî rengê bedlên wî ne tenê ji bo bedewî û xweşnîşandanê bin lê belê evdalê rastîn ê guherînê be, ji dîtineke radîkal ber bi têgihiştineke Îslamî ya nerem û azad ve.

Her çi qasî Şer wisa xuya dike û hevalên wî jî dibêjin ku ji selefiyeta cîhadî xwe neavêtiye hembêza dibistana Îxwanan lê belê li rêya sêyem digere.

Stratejiya Ehmed Åžer

Ji aliyê leşkerî ve, kongreya hêzên leşkerî li 29.01.2025an pêk anî, bi piştgirêdana bi serkeftina xwe û hêza xwe ve li ser rejîma Beşar Esed, bi hukmê defakto, bêyî hebûna ti hêzeke rikber li ser axa Sûriyeyê, ji aliyê serkirdeyên komên leşkerî ve wekî serokê welêt hat nasandin, rewşa navneteweyî jî alîkar bû, welatên cîhanê û medya jî navê wî wekî serok Ehmed Şer hildidin.

Ji bo parastina Sûriyeyê ji şerê navxweyî, bi liberçavgirtina ezmûna Îraqê, wî hemû pêkhateyên leşkerî bi HTŞya xwe ve jî hilweşandin lê belê hemû komên hilweşandî di çarçoveya Wezareta Parastinê de di bin fermana serok (yanî xwe) de kom kirin.

Ev jî yek ji pêngavên herî serketî ye û yek ji wan kartan e ku dê alîkar be ji bo bidestxistina baweriya navneteweyî, her wiha aramkirina welatên cîran ku bi guman li wan koman dinêrin.

Her ji bo wê armancê jî niha bi HSDyê re di gotûbêjên berdewam de ye lê di gotara dawî ya Kongreya Diyaloga Niştimanî de, hişyarî da hêzên ku li derveyî dezgehên dewletê çekdar in, çek dê tenê di destê dewletê de be û zêdetir jê derçûna ji yasayê ye.

Rûyê wî yê siyasî

Ehmed Şer wekî xeysetê kesî heta niha zêde ji tevliheviya zêdebûna partiyan a piştî şoreşan hez nake, dizane ku di demên wiha de xwesteka kesên nîv xwenda jî ji bo avakirina partî û çarçoveyên siyasî tê vekirin.

Niha jî li Sûriyeyê yasaya rêxistinî ya avakirina partiyên siyasî nîne, loma pir bi hestyarî bi vê pirsê re tevdigere.

Her ji ber vê yekê ye jî ku heta niha qebûl nekiriye pêşwaziyê li ti pêkhateyeke siyasî bike, tewra ewên ku qurbaniyên destê rejîma Beasê bûn jî di dirêjahiya nîv sedsala borî de, yan jî ewên ku di 14 salên borî de ji bo şoreşkirina li ser Esed hatibûn avakirin.

Di du hefteyên borî de piştî çend hewldanan li Koşka Komarî bi Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyeyê re civiya, lê ne ji bo berdewambûnê belê ji bo hilweşandin û bidawîanîna karên wan bû.

Bi wateyeke din, hemû pêkhateyên siyasî û leşkerî ku di serdema şoreşê de peyda bûn, divê bên hilweşandin, ji dîtina yasaya nû ya partiyên siyasî ve ku hîn jî nîne, bêne rêkxistin an jî partiyên siyasî yên nû bêne avakirin.

Her wekî çawa di kongreya leşkerî ya hêzên serketî de nasnav û pêgeha serokê welêt wergirt, di vê Kongreya Diyaloga Niştimanî de jî xwest rewatiya siyasî û cemawerî ya Sûriyeyê wergire, lewra di asteke sînordar de û bi bijarteya kesayetî ya dûr ji miamelekirina bi pêkhateyên siyasî re, endam têne diyarkirin û komkirin.

Tiştê ku dihat çaverêkirin di vê kombûnê de wisa bû, bi dîtina min encama wê ya dawî raspartina Şeri bû ji bo (avakirina encumena şêwirmendiyê ya cihgira parlamentoyê bi rêya danînê neku hilbijartinê, ku desthilata wê ya derxistina yasa-biryar-ragihandinê hebe û hêza wê ya destûrî hebe, ji nû ve dariştina dezgeha dadwerî) bi wan rêyan, diyarkirina sîstema hikumdarî û yasaya hilbijartinê, avakirina komîteya nivîsandina destûrê, bi gotineke din, ji nû ve dariştina siyasî û yasayî ya Sûriyeyê bi şêweyeke lap cuda ji 50 salên borî.

Kesên ku bi wî re rûniştine û ji nêzîk ve axaftina wan pê re hebû, her wekî hevdîtinên wî yên medyayî jî, li beramber pirsa pirjimariya hizbî, bersivên wî ne zelal in, sedema wê jî vedigere ji bo şopa paşxana borî yê fikrî û tirsek li cem wî çêbûye ji herdu ezmûnên Tûnis û Misrê piştî şoreşa gelan, ku herdu jî bi derbeya li ser azadî û îradeya gelên şoreşger bidawî hatin.

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku bi handana hindir û derve kom dibûn û çalakî encam didan, paşê dengê wan qut bû. Ehmed Şer dixwaze Sûriyeyê ji wê çarenivîsê biparêze.

Hêzên dijî şoreşê ku hevdem ligel jinavbirina rejîma Beasê berjewendiyên wan jî ji nav çûn, ew hêz hîn jî di kemînvedanê de ne, her ji loma jî di dema borî de li beramber her kombûneke girseyî eger di bin navê rêxistinên civaka sivîl de be jî, pir hestyar bû. Kombûnên hizbên siyasî qedexe kir, eger lap dilê wî ne aram bûbe.

Bi xwendina dîroka fikrî û arezû û gêwleke ku ji serdema xortaniyê ve heta niha jê re çêbûye, bêhtir ber bi aliyê sîstema siyasî ya serokatiyê ve diçe ne parlamenterî, eger jê re li hev were, hevşêweyê desthilata niha ya Şanişîniya Erebî ya Siûdiyê, lê bê şanişînî û destûrî be.

Dewleta kûr

Ehmed Şer pir bi rijdî mijûlî avakirina dewleta kûr e, di hewlên xurtkirin, ji nû ve avakirin û ji nû ve çalakkirina saziyên dewletê de, dixwaze dewleta kûr ji bo piraniya gelê Sûriyeyê ji Sunniyan, bê cudahiya regezî û neteweyî, dirust bike.

Di vê yekê de jî bêhtir pişta xwe bi kesayetiyên pir nêzîkî xwe ve girê dide, bi armanca parastina paşeroja welêt da ku careke din nekeve bin desthilata hindikahiya Elewî û girêdana tora têkiliyên herêmî li ser bingeha wê nasnameya mezhebî lê bêyî avakirina dîktatoriya piraniyê, loma vêga di binkeyên giring ên dewletê de, di aliyên dîplomatîk, leşkerî, ewlehî û darayî de, bi hemû hêza xwe dixwaze wan di lepa xwe de di dema veguhastinê de kom bike, bi vê yekê jî wan ji destwerdanên derve diparêze.

Li pêşiya rêya serxwebûnê, dema ku axa Sûriyeyê bûbû qada milmilaneya hêzên navneteweyî, kelema derveyî tenê hegemonyaya Tirkiyeyê ye, hevdem li gel destdirêjiyên Îsraîlê, Tirkiye bi çareserkirina pirsa Kurd qels û kêm dibe, ya ku dimîne, dikare bi giyanê welatparêziyê bi dawî were û wekî du dewletên cîran û dost têkiliyên xwe rêk bixin, her çi Îsraîl e jî demeke dirêj dixwaze, alîkariya Amerîkayê jî pêwîst e lê bêguman Şeri dê berê xwe nede Îsraîlê. (Rûdaw)

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *