Em bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi bîr tînin!

Cano AMEDÎ

Di demeke ku kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê di pêvajoyeke gelekî hesas û hestyar de derbas dibin de, em di 46yemîn salvegera wefata wî de, Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi rêzdarî bi bîr tînin.

Belê, pêşhate û rûdanên di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin, careke din rol û girîngîya rêbaz, sekin û têkoşîna Mele Mustafa Barzanîyê nemir ya bi hişmendîya neteweyî, niştimanî hatîye hûnandin, wek pûsûlayekê dide ber destên me.

Weke Partîya Wlatparêzên Kurdistanê (PWK), weke duhî, îro jî em xwe berdewamîya têkoşîna azadîyê ya Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanîyê nemir dibînin.

Ew alaya azadîyê ya ku bi sedhezaran şehîdên Kurdistanê heta îro li erdê nexistine, her îro jî ji bo azadî û serfirazîyê, bi bîr û bawerîyeke neteweyî, niştimanî di destên têkoşer û xebatkarên doza me de li ba dibe.

Hebûna miletê Kurd û Kurdistanê, rastîyeke dîrokî, cografî, neteweyî û niştimanî ye. Dewleta Tirkîyeyê eve 100 sale bi hişmendîya ‘’Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek ala’’yê , her ev rastîya înkar kirîye, tune hesibandîye û ji bo miletê Kurd û doza wî ya rewa ji holê rake bi sedhezaran kurd qetil kirîye. Lê belê, tu sîyaset, kiryar, qetlîam û jenosîdan nikaribûye miletê Kurd û doza wî ji holê rake.

Wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) em dibêjin: “Çi ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê be, çi jî ji alîyê sîyasetmedarên tirk û kurd be, her gotin û sîyaset û kiryarên ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û mafê statuyeke sîyasî, cografî, milî tune dihesibîne, di eslê xwe de, çav lêgirtina rastîyeke dîrokî û milî ya ku tu kes nikare red bike ye’’.

Partîya Wlatparêzên Kurdistanê (PWK), bi dehan caran gotîye ku “Îro ev şerê çekdarî yê ku PKK dimeşîne zerarê dide gelê me; me bi dehan caran, bêyî teredut bangî PKKyê kir ku dawî li hemû çalakîyên xwe yên çekdarî bîne; ev çalakîyana zerarê dide gelê me yê bakur jî, başûr jî.” Em îro jî her li ser vê fikra xwe ne. Divê doza azadîya Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê, bi bêîtiatîya sivîl, bi rêbaz û amûrên sîyasî, sivîl, demokratîk bê meşandin.

Pirsa kurd û Kurdistanê îro jî nehatîye çareser kirin.

Îro, ji alîyekî ve ji bo statuyeke milî, cografî, sîyasî, divê, bi tifaq û hevkarîyên stratejîk ên neteweyî, Kurdistanî, em xebat û têkoşîna xwe ya milî, niştimanî bimeşînin. Ji alîyekî ve jî ji bo bicîhanîna daxwazên acîl ên miletê Kurd divê em temsîlîyetek Kurdî ava bikin.

Ji bo rê li ber çareserîya pirsa kurd û kurdistanê vebe, em dibêjin hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û rîsipîyên kurdan dikarin Temsîlîyeteke Kurdî li ser van daxwazên acîl ava bikin:

Divê hebûna miletê kurd, perwedeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî, di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de bêne bicîh kirin, garantî kirin. Divê azadîya ramanî, rêxistinî bê qebûl kirin û qedexeyên li ser navê Kurdistanê bêne rakirin. Divê hemû kesên ku ji ber fikir, xebat û çalakîyên xwe yên sîyasî, demokratîk, sivîl hatine girtin, ceza kirin, bêne azad kirin, hemû dozên ku di derbarê wan de hatine vekirin ji holê rabin. Divê Dewleta Tirkîyeyê  hewcedarîyên peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye pêk bîne.

Belê, em dibêjin li ser van daxwazên acîl potansîyelek berfireh ya kurdan divê Temsîlîyeteke Kurdî ava bikin û bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê. Nabe ku qedera 30 mîlyon kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, li pişt derîyan, bi awayekî neşefaf, bes di navbera kesayet û alîyên teng de bêne guftûgo kirin. Mixatab divê Temsîlîyeta Kurdî ya berfireh be.

Beşdarên Rêzdar

Belê em bi vê hişmendîyê li ked û bedel û fedakarîyên gelê xwe dinerin û bi vê hişmendîyê em Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi bîr tînin.

Mele Mustafa Barzanî di 14ê Adarê 1903an de ji dayikbûye û di roja Yekê Adarê1979an de çûye ber dilovanîya xwedê. Ango adara îsal, 122yemîn salvegera ji dayikbûna wî û 46emîn salvegera wefata wî ye.

Ji roja jidayikbûnê heta wefata wî, jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ye, ku di sedsala 20an de bi renge xwe û denge radestî dîrokê kirîye.

Jiyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana M. Mustafa Barzanî yê nemir, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.

Mele Mustafa Barzanî, bi xebat, têkoşîn û rêbaza Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî tevgerîyaye, di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye û weke hîzmetkarê gele Kurdistanê dinav refên şoreşê de cîh girtîye.

Rêbaza Mele Mustafa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Îhsan Nurî paşa û Pêşewa Qazî Mihemed e.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî ye.

Weke Serfermandarekî Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê), di avakirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstî ye.

Ew damezranêr û Serokê Partî Demokrat a Kurdistanê ye.

Mele Mustafa Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li Yekitiya Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke bi gelek zehmetîyan ve dagirtî  derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegerîya Iraqê, lê di demeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de Şoreşa Îlonê destpêbike. Di 11ê adara 1970yê de bi Hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêk neanî. Mele Mustafa Barzanî dîsa mecbûr ma di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq û Îranê û nevbencîtîya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya ji bo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikest giran xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand û vekişîya Îranê. Lê ji bo berdewamî û hewldanên şoreşê bi biryara amadekarîya Qîyada Miweqat, cardin çirûskên têkoşîna Şoreşa Gulanê geş kir. Mele Mustafa Barzanî di roja 1ê adara 1979ê de jiber nexweşîya xwe li Emerîkayê çû ber dilovanîya xwedê.

Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî yê nemir kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mustafa Barzanî yê nemir teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi têkoşîna  hemû kedkarên doza azadîyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe. Ev jî remz û sembola şanazîyê, hebûna stargeha netewî ye!

Xebat, têkoşîn, sekin û şexsîyeta Mele Mustafa Barzanî yê nemir îro jî jibo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û hêvîyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, serokek bû, niştimanperwerekî dilsoz bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû.

Mele Mustafa Barzanî yê nemir ne bes serokê partiya xwe bû; ew serokê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî, xebat û têkoşîna me ye.

Mele Mustafa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye.

Barzanîyê nemir di wesyata xwe de wesfê serokatî, niştimanî û kurdîstanîbûnê pir eşkere nîşan dike. Nemir di wesîyeta xwe de dibêje: “Heskirina we ya li hemberê min bila nezêdetirê heskirina peşmergeyekî şehîd be. Bila mezelê min ne bilindtir be ji mezelê peşmergeyekî şehîd.”

Helbete ku di vê cîhanê de tu kesê bê kêmayî tune ye. Lê gava ku meriv Barzanîyê nemir û xebata wî, helwestên wî dinirxîne, dibê biûcdan tevbigere û dibê mirov li gor pergalên demê, wan şert û mercên wê dema ku ew tê de dijîya li ber çav bigire û bûyeran binîrxîne. Rastî wê gavê derdikeve holê. Di tekoşîna netewî ya miletê Kurd de rola Barzanîyê nemir gelekî mezine! Di dîroka gelê Kurd de navê Mele Mistafa Barzanî  bi tîpên zêrîn hatîye nivîsandin û wê wûsa jî bimîne.

Navê Barzanîyê nemir çewa ji bo gelê Kurd bû sembola berxwedan û Kurdewarîyê; ji bo dijmînên Kurdîstanê jî bû  çîyayê tirsê! Dijmînê gelê Kurd çiqas bi def û lîstîkan xwestin bendawan çêbikin, çîya ji cîhê xwe herikîn û bi ser wan de çû.

Belê, rêbaza Mele Mustafa Barzanîyê nemir ji me hemûyan re dibêje:

* Serê xwe tu carî li ber dijminî netewînin.

* Bi biryardarî, bi sebir, birêxistin, bi tifaqa neteweyî, têkoşîna xwe qet ranewestînin.

* Bîr û bawerî û hişmendîya neteweyî, niştimanî bila her pûsûlaya we be.

* Têkoşîn û destkeftinên li her perçeyekî Kurdistanê, têkoşîn û destkeftinên xwe bizanibin, biparêzin, piştgirîyê lê bikin.

* Mafê miletê kurd e ku, wek her miletekî cîhanê li ser axa welatê xwe bi serfirazî xwe îdare bike.      Tu carî hêvîya xwe ji azadîya Kurdistanê nebirin.

* Li zimanê xwe, li kultura xwe, li dîroka xwe xwedî derkevin; bixwînin, fêrbibin, pêşbikevin.

* Ji miletê xwe, ji welatê xwe, ji rêhevalên xwe hez bikin; li hevdu xwedî derbikevin.

* Ji bo destkeftineke herî biçûk jî, ji bo azadî û dewletbûnê jî têbikoşin.

* Li her derê jîyanê û li her alîyê cîhanê dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin.

* Yekrêzî û aqûbeta nav mala kurdî saz bikin, rojeva  û qedera xwe bi destê xwe bi dewstê xwe tayîn bikin.

* di dema şikestinê de bê hêvî nebin; di dema serkeftinê de jî, ji serxwe ve necin!

 

Şêx Abdulselam Barzanî û Mele Mistefa Barzanî, îro ji me re dibêjin: Yên di nav partîyekê de dikarin bibin yek, bila bibin yek; yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dan û stendin û dîyalogan de bin; yên nikarin dîyalogan jî bimeşînin, bila dijminatîya hev nekin.

 

Mele Mistefa Barzanî û hemû pakrewanên Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê li benda tifaqeke stratejîk ya netewî û demokratîk ya xurt in; li benda wê yekê ne ku li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, hevkarîyeke berfireh pêk were û bi vê hevkarîyê hemû alîyên kurdan bibin teref û mixatabên Dewleta Tirkîyeyê.

 

Mele Mistefa Barzanî û hemû pakrewanên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi yekrêzîya gelê me, hikûmeteke xurt ya yekgirtî, milî, niştimanî bê ava kirin û ev hikûmet bikaribe yekitîya dezgehên pêşmerge, ewlekarî, aborî, dîplomasî, rêvebirî yên Herêma Kurdistanê pêk bîne, destkeftîyên federalî biparêze û pêşde bibe û li gel Bexdayê, li gel hemû dewletan wek yek alîyekî tevbigerin, bibin mixetab.

 

 

Mele Mistefa Barzanî û şehîden Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi bername û yekgirtineke netewî,bi daxwaza li statuyeke sîyasî, netewî, coğrafi, hemû alîyên kurdan li gel rêvebirîya Şamê, li gel hemû dewletan,  bi yek dengî û yek helwestî wek terefê kurdî bibin mixetab.

 

Dr Abdurrehman Qasimlo û Mele Mistefayê nemir dibêjin: Mimkune ku di encama van pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, hinek firsendên mezin bêne ber derîyê xuşk û birayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê. Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê dibêjin, ji bo ku gelê me bikaribe van firsendan baş bikar bîne û destkeftinan bidest bixin, divê hêzên neteweyî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh, hevkarî û tifaqên xwe yên  neteweyî, demokratîk pêk bînin.

 

Belê, azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzanîyê nemir û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê. Mele Mustafa Barzanî di hemû demen jiyana xwe de, xwedî bîrûbawerîyek mezin bû. Bi hişmendîyek niştimanperwerî, mirov dostî û pêkve jîyan tevgerîya û rêbazek Kurdistanî radestî gele Kurdistanê kir.

Ez li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgerên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di 46emîn salvegera wefata wî de, Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tinim. Têkoşîna wan wê rîya me ronî bike. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîn û keda wan ditewînin…

Ez dixwazim axaftina xwe bi çend gotinên şehîdê nemir Pêşewa Qazî Mihemed bi dawî bînim. Qazî Mihemed di dadgeha dagirkeran de ewha diqîre:

“Min Ala Kurdîstanê, emanetê Mele Mistefa Barzanî kirîye û li ser milê wî ji çîyakî dihere çîyakî, ji bajarekî dihere bajarekî, ji welatekî dihere welatekî, heta ku rojek li ser hemû çîyayên kurdîstanê li hemû derên Kurdîstanê bêdalqandin, pir baş bizanibin wê ew roj jî bê.

Pekala, ez bi çend hevokan Melle Mistefa Barzanî ji we re bidim nasandin. Di dîrokê de çiqas egît, mêrxas, xwedî ûjdan, mîrovperwer, azad, bêtirs û xwedî asoyek bêsînor hene BARZANÎ jî yek ji wan xweşmêrane. Çiqas nîşan û wesfên rastîyê, bawerîyê û dilsozî heye hemû di BARZANÎ de heye…”

Em cardin Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û ew alaya ku wan radestî me kirîye emê bi serbilindî hildin.

Em bangî hemû alîyên neteweyî, niştimanî dikin da ku werin em ji bo tifaqa stratejîk ya Kurdistanî û ji bo li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd temsîlîyeteke Kurdî bê ava kirin, dest bidin hev.

Silav û rêz ji bo hemû Kuristanîyan re….

Mehmet Can Azbay

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *