Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê û yek ji avakerên AK Partiyê Bulent Arinç got, “Ji bo mafên Kurdan ti amadehî nînin, Birêz Bahçelî tiştek got û vê pêvajoyê dest pê kir.”
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh 26ê Sibatê dest pê kir û dê heta îro êvarî bidome.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum bi sernavê “Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de” tê encamdan.
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç jî beşdarî Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn bû.
“Hemû cîhanê bi girîngî li peyama Ocalan temaşe kir”
Bulent Arinç derbarê peyama Abdullah Ocalan û pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê ragihand ku hemû cîhanê bi girîngî li vê peyamê temaşe kiriye.
“Ocalan ferman da ku rêxistina wî çekan deyne”
Bulent Arinç diyar kir ku Ocalan bi peyama xwe ferman daye ku rêxistina wî çekan deyne û got:
“Bi ya min peyama ku ji Ocalan dihat hêvîkirin hat cihê xwe.”
Arinç amaje pê kir ku berê jî hewlên çekdanînê hebûn lê encam nedabûn wiha got:
“Berê hikûmetê her tişt kir lê rêxistinê (PKK) ev nekir. Berê jî hat xwestin ku PKK derkeve derveyî Tirkiyeyê lê ev nebû.”
“Banga Devlet Bahçelî ez şaş kirim”
Arinç bi bîr anî ku hewldanên pêvajoyê bi banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kir û got:
“Banga Devlet Bahçelî ez şaş kirim, me ev hêvî jê nedikir.
Ji bo mafên Kurdan ti amadehî nînin, Birêz Bahçelî tiştek got û vê pêvajoyê dest pê kir.”
“Li gorî min, berê diyalogek bi Ocalan re nebû”
Wî derbarê danûstandinên bi Ocalanê re jî got, “Li gorî min, berê diyalogek bi Ocalan re nebû.”
Arinç her wiha bal kişand ser mijarên ewlehiyê û bi gotina wî, “Komên ku li derveyî Tirkiyeyê ne û li ser Tirkiyeyê metirsî ne mijareke cuda ne.”
“Pêwendiyên min û Birêz Serok Barzanî baş in”
Bulent Arinç diyar kir ku pêwendiyên wî û Serok Mesûd Barzanî baş in û rola Serok Barzanî di herêmê de girîng e.
Wî her wiha destnîşan kir ku ew gelekî ji Şivan Perwer hez dike û got ew helwesta Îranê ya li ser çekdanînê gelekî meraq dike.
Arinç ragihand ku Rojhilata Navîn diguhere û cografya tê dîzaynkirin û got, “Divê rejîma nû ya Sûriyeyê her kesî hembêz bike, divê Kurd jî ne li derveyî vê bin.”
“Sabiqeya Ehmed Şer ne paqij e”
Derbarê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî wiha got, “Nêrîna min a li ser Ehmed Şer erênî ye lê sabiqeya wî ne paqij e.
Mafê me heye ku gumanên me hebin.”
Arinç daxuyand ku ew komkujiya Helebceyê jî ji bîr nake û wiha domand:
“Me ji Beşar Esed re digot ku helwesta xwe ya li hemberî Kurdan baş bike. Esed ji bo Kurdan soz dabûb me.”
“Dibe ku dîwar rabin”
Li ser dîwarên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de Arinç got ku eger aştî çêbibe dibe ku ew dîwar rabin.
Arinç destnîşan kir, “Îmkan heye ku pêwendiyên me û Qamişloyê bibin wekî yên me û Hewlêrê.
Eger çek bên danîn, dê rêya siyasetê vebe.”
Arinç amaje bi beşdariya xwe ya Newrozê kir û got heta sala 2013an wan gelek tişt kirine û mafên gelek pêkhateyan dane û got:
“Em pênaseya hêzên dagirker qebûl nakin.
“Ji bo ku ez ji Kurdan hez dikim min li rojava (rojavayê Tirkiyeyê) wekî ‘dijmin’ nîşan didin.”
Arinç derbarê Qendîlê de got, “Qendîlê du caran got, ‘Ocalan dîl e, em bi ya wî nakin.’ Ez nizanim bê ma dê Qendîl ji vê peyamê bawer bike yan na.”
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser bikaranîna zêde ya peyva “aştî”yê û got:
“Êdî dê wateya xwe winda bike. Daxuyaniya Ocalan erênî ye. Ocalan fermanekê dide û dibêje çekan deyne û xwe fesix bike. Tiştên din dê paşê werin kirin.”
“Ne mumkin e ku Ocalan were meclisê”
Arinç bi bîr anî ku li gorî qanûnan, ne mumkin e ku Ocalan were meclisê û got mafê hêviyê, mafekî di cih de ye. (Rûdaw)