Destpêkirina hinartina petrolê û bandorên wê li ser aboriya Herêma Kurdistanê

Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê xwe ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê amade dikin.

Eger ev gav di demeke nêz de bê avêtin, dê karteke siyasî ya girîng li hemberî Bexdayê çêke ku zêdetirî 10 salan e berdewam hewl dide ku desthilata Herêma Kurdistanê di warê aborî û siyasî de biçûk bike.

Nedana nîvê para Herêma Kurdistanê di sala 2024an de li gorî yasaya budceyê, nîşaneyek e ji bo wê zordariya mezin a ku hikûmeta federal a Îraqê li Herêma Kurdistanê dike.

Destpêkirina hinartina petrolê dikare rê ji bo nehiştina vê neheqiya mezin veke, lê bi mercê ku berpirsên Herêma Kurdistanê helwesteke lojîkî li hemberî Bexdayê nîşan bidin û hêviyê ji bo welatiyên xwe û bazaran vegerînin.

Şiyana hilberîna ji sedî 10 a petrola Îraqê

Herêma Kurdistanê di demeke kurt de dikare rojane nêzîkî 400 hezar bermîlên petrolê hilberîne û bi rêya boriya ku wê bi xwe ava kiriye, li jêr çavdêriya Wezareta Petrolê ya Îraqê û Kompaniya Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO)yê, vê rêjeya gotî bişîne bazarên cîhanê.

400 hezar bermîl li gorî asta hilberîna petrola Îraqê, 10%a tevahiya hilberîna petrola Îraqê dike û ev jî formuleyeke sade dixe ber dest ku bûye bingehek ji bo rêjeya pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de. Ew jî ev e ku bi çi rêjeyê Herêma Kurdistanê beşdar e di hilberîna petrolê de, bi wê rêjeyê jî para wê di budceyê de were hesabkirin.

Eger em li hejmarên di nav budceya Îraqê de binêrin, tevahiya mesrefan nêzîkî 212 trilyon dînar e. 10%a vê rêjeyê dibe nêzîkî 21 trilyon dînar ku di teoriyê de para Herêma Kurdistanê ye û di rastiyê de li gorî wê formuleya nediyar jê re hatiye terxankirin.

Her çiqas ev mesrefa giştî ya di nav budceyê de ye û ne mesrefa ketwarî ye, lê eger em li mesrefa rastîn a Îraqê binêrin ku ji bo 11 mehên sala 2024an ji aliyê Wezareta Darayî ya Îraqê ve hatiye belavkirin, derdikeve holê ku Wezareta Darayî ya Îraqê zêdetirî 10% armanca wê nîne ku ji bo Herêma Kurdistanê xerc bike, di her rewşekê de be.

Ev wê yekê piştrast dike ku heta biwêja mesrefa kiryarî di wan made û bendên ku têkildarî para Herêma Kurdistanê ne, neyên rakirin, pirsgirêkên darayî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi destpêkirina hinartina petrolê tenê çareser nabin.

Li gorî Wezareta Darayî ya Îraqê, di wan 11 mehan de mesrefa rastîn a Îraqê 136.4 trilyon dînar bûye û ji vê rêjeyê 13.1 trilyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê hatiye xerckirin. Her çiqas hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje Bexda tewra ew 13.1 trilyon dînar jî neşandiye û nêzîkî yek trilyon dînarî kêmtir şandiye, lê ya ku Wezareta Darayî ya Îraqê bi kiryarî ji bo Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye her nêzîkî ji sedî 10 a tevahiya mesrefa kiryarî ya Îraqê ye.

Bendewariya ji serkirdeyan

Rapora dawî ya Peymangeha Gallupê ku li Foruma Hikûmetên Cîhanê ya îsal pêşkêş kir, eşkere dike ka xelk çi ji serkirdeyên xwe dixwazin. Li gorî rapora Gallupê ku bi rêya rapirsiyeke berfireh li 52 welatan hatiye amadekirin, xelk ji serkirdeyên xwe bi pileya yekem, hêvî, bawerî, dilovanî û aramiyê dixwazin.

Ji sala 2014an ve ku hikûmeta Îraqê dest bi birîna budceya Herêma Kurdistanê kir, heta niha guherînên beloq û mezin di têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de çêbûne, lê di dirêjahiya 12 salên borî de, ti salek nebû ku Bexdayê hewl nedabe desthilata Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî û siyasî ve biçûk bike.

Niha ku hemû xelk çaverêyî pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ne, divê karê herî pêşîn ê serkirdeyan çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê be da ku her sal dubare nebin. Ev yek dikare hêviyê li xelkê vegerîne.

Li gorî rapirsiya Gallupê, bendewariya ji sedî 56ê beşdaran ji serkirdeyên xwe ew e ku hêviyê bidin wan. Bi dûrahiyeke zêde ji sedî 33ê beşdarên rapirsiyê daxwaz dikin ku serkirdeyê wan bawerî û dilniyahiyê bide wan. Ji sedî 7 ji beşdaran jî dilovanî û ji sedî 4 jî tekeziyê li ser aramiyê dikin ku divê serkirde ji bo wan wekî welatî pêk bînin.

Vegera Donald Trump

Trump karê xwe yê herî pêşîn wekî xurtkirina Amerîkayê bi nav kiriye. Divê serkirdeyên Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê ron bikin ku çawa xurtbûna Herêma Kurdistanê xizmeta xurtbûna Amerîkayê li navçeyê dike çi ji aliyê siyasî û ewlehiyê be, çi jî ji aliyê berjewendiyên aborî be.

Trump tê ku sîstemeke cîhanî ya nû ava bike û propagandayê ji bo siyasetekê dike ku bi îhtimaleke mezin dê bandorê li Îraq û Herêma Kurdistanê jî bike. Trump ti tiştî ji ti welatî re nake eger di berdêlê de tiştekî jê wernegire û di doktrîna Trump de, di reftara bi welatên din re cihê sereke û bilind ji berjewendiyên aborî re ye.

Vekirina bazara Herêma Kurdistanê li ber kompaniyên Amerîkayê bi taybetî di warê petrol û gaza xwezayî û metalan de, dikare wê armancê pêk bîne. Eger hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê bikaribe li gel hikûmeta Îraqê li ser yasaya petrol û gaza federal li hev bike û roleke berbiçav ji bo herêman biçespîne, dê bandoreke mezin li ser vejandina kerta enerjiyê li Herêma Kurdistanê pêk bîne. Nebûna kompaniyên mezin ên enerjiyê li Herêma Kurdistanê heta niha ji ber wan nediyariyan e ku hene û ji ber wan zextan e ku Bexda li ser Herêma Kurdistanê çêdike, ev yek jî veberhênerên navneteweyî dûr dixe.

Metirsiyên li ser aboriya Îraqê

Zehmet e ku budceya te ji Îraqê be, lê modela te ya aborî bi tevahî berevajî ya Îraqê be. Ji sedî 90ê aboriya Îraqê ji dahatên petrolê tê. Şoka bihayê petrolê, daketin û bilindbûna bihayê petrolê, aramî di aboriya Îraqê de nehêlaye.

Zêdebûna karmendan û bilindbûna mesrefan, sal bi sal, dibe sedem ku di çend salên bê de Îraq neçar bibe deynên zêdetir wergire. Gendelî bûye sedem ku bi kiryarî aboriyeke parazît û yekalî, dûrî veberhênana derveyî li Îraqê çêbibe, eger bihayê petrolê dakeve jêr 70 dolarî ku bi îhtimaleke mezin di serdema desthilata niha ya Donald Trump de çêdibe, dê kêmasiyeke mezin di budceyê de çêbibe.

Dibe ku hikûmeta Îraqê di çend salên bê de wekî serdema webaya koronayê neçar bibe ji bo dabînkirina meaşê karmendan berê xwe bide wergirtina deynan ji Banka Navendî.

Ji modela Ebûdabiyê ber bi modela Dubaiyê ve

Baştirîn model ji bo Herêma Kurdistanê ew e ku aboriya wê ji ser (bingeha çavkaniyê) ber bi (bingeha xizmetguzariyê) ve bê birin. Em dikarin her du mîrnişînên Ebûdabî û Dubaiyê fena nimûneyên van her du modelên cuda bînin. Aboriya Ebûdabiyê li ser bingeha çavkaniyê ye û ya Dubaiyê li ser bingeha xizmetguzariyê ye.

Ew beşa ku ji hikûmeta federal wekî para Herêma Kurdistanê tê terxankirin dibe ku tenê têra dabeşkirina meaşê meaşxweran bike, eger were zêdekirin dibe ku têra budceya xebitandina dezgehên hikûmetê jî bike, lê nabe sedem ji bo geşepêdan û pêşxistina aboriyê.

Eger veberhênaneke mezin a derve û hundir di kertên aborî û binesaziya aborî de neyê kirin, zehmet e ku aboriya Herêma Kurdistanê ber bi vejandinê ve here. Baştirîn çareserî ew e ku modela geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê were guhertin ji bo xizmetguzariyê (modela aborî ya Dubaiyê).

Di vê modelê de, kerta bazirganî, lojîstîk, xanûber, geştyarî, bankî û darayî tê pêşxistin. Eger ev yek çêbibe, bazara kar xurt dibe û dahat û samana xelkê zêde dike û bi vî awayî jî tevahiya berhema hundir a Herêma Kurdistanê zêde dibe.

Li şûna ku pişta xwe bi dahatên petrolê girê bide ku nêzîkî ji sedî 10 a tevahiya berhema petrolê ya Îraqê ye û ji vir û pê ve hikûmeta federal dê bifiroşe, çêtir e ku aboriya Herêma Kurdistanê bibe aboriyeke xizmetguzarî, lê ji bo ku ev guherîn çêbibe, divê derfet bi pêşbaziya azad a bazirgan, veberhêner û xwedîkaran were dayîn û dawî li monopoliya di bazarê de were anîn. Berevajî hemû dirûşmên ku tên dan û nabin kiryar, divê jîngeheke kêrhatî ji bo veberhêner û kerta taybet were afirandin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *