Balyoza Almanyayê ya Bexdayê Christiane Hohmann li ser rewÅŸa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got, “ÃŽraq û Herêma Kurdistanê dikarin alîkariya Sûriyeyê bikin.”
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum dê bi sernavê “Nedilniyayiyên Asêmayî di PaÅŸeroja Rojhilata Navîn de” tê encamdan.
Balyoza Almanyayê ya Bexdayê Christiane Hohmann di çarçoweya Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn de beÅŸdarî panela bi navê “Hikûmetên Rojavayî û Pirsa Parastina Mafên Kêmêneyan li Sûriyeya PiÅŸtî Rejîma Esed” bû.
Christiane Hohmannê derbarê stratejiya Almanyayê ya ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê û pêkhateyan, bi taybetî Kurdan got:
“Kurd niha derfeteke mezin heye lê rastî gelek astengiyan jî tên.
Dîktator çû lê niha pêvajoyeke gelek zehmet heye ku ew jî çawaniya avakirina Sûriyeyeke demokratîk e, ev pêvajo jî hemû takên civaka Sûriyeyê dihewîne.”
“Dewlemendiya Sûriyeyê pirrnetewetiya wê ye”
Christiane Hohmannê wiha anî ziman, “Dewlemendiya Sûriyeyê pirrnetewetiya wê ye.
Ev rast e ku çendîn ol tê de hene, çendîn pêkhateyên neteweyî tê de hene; divê hemû di hikûmetê de beşdar bibin.
Ev pêvajoyeke giştgir e û divê hemû ramana xwe ya li ser sîmaya paşeroja Sûriyeyê hebin.
Lewma, diyaloga niştimanî gelek girîng e, ev jî ji bo wê ye ku hemû alî tê de beşdar bibin. Divê hemû alî beşdar bibin û nerîna xwe bibêjin.
Balyoza Almanyayê derbarê nêrîna Ewropayê ya li ser Sûriyeyê got:
“Eger tu li wan biryarên ku li ser Sûriyeyê di Konferansa Parîsê de hatin dayîn binêrî tu dê bibînî ku hevgirtin û giÅŸtgirî rêyeke gelek girîng e ji bo me jî, ka çawa em dikarin piÅŸtgiriya Sûriyeyê bikin.
Astengî hene, bêguman pêvajoyeke gav bi gav heye, pêvajo jî biryardariya mercdarî ye.”
Ev duşema borî Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê biryar da ku beşek ji sizayên li ser Sûriyeyê rakin yan jî heragirin, ev jî ji bo ku dilniya bibin ku îmkanek heye ji bo wê yekê ku aboriya welat dest bi geşbûnê bike, ji ber ku heta aboriyeke karîger nebe, mirov nikare tiştekî ji bo avakirina dewletê bikî.
Balyoza Alman her wiha hişyarî da ku biryara Yekîtiya Ewropayê ragirtiye, wate, eger tişt bi aliyê Sûriyeyeke giştgir ve neçûn, îhtîmal heye siza gelek zû dîsa werin sepandin.
HSD û astengiyên ewlehiyê
Dilbixwîn Dara, pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê ku panel bi rê ve dibir, ji Christiane Hohmannê pirsî, komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, êrişî Bendava Tişrînê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin. HSD jî li kêleka Fransa û Almanyayê di nav Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê de ye, hûn çawa dikarin rê li ber wan êrişan bigirin?
Christiane Hohmannê di bersivê de got: “Ev astengiyeke mezin e, dubare yek ji xalên gelek girîng ew e ku tu dilniya bibî ku pêvajoyeke siyasî ya giÅŸtgir heye ku hemûyan li xwe digire, ku tê de tu bikarî lihevkirinekê bibînî ku sûda wê ji bo hemûyan hebe, ji ber ku ev pêvajo li ser yek welatî ye.
HSD bi binpêkirinên asayişê re têkoşîn kiriye û ji aliyê Hevpeymaniya Navneteweyî ve jî hatiye piÅŸtgirîkirin.”
Balyoza Almanyayê ya ÃŽraqê Hohmannê her wiha got, “Dareke sêrbazî bi min re nîne ku ez ji we re bibêjim di çend mehên bê de çi diqewime, ev pêvajoyeke gav bi gav e.
Em her wiha divê bibînin hikûmet çawa bi hêz û desthilatê re miameleyê dike, ev jî bêguman dikeve ser danûstandinên HSD û hikûmeta navendî.
Ev jî bi xwe pêvajoyeke din e ku niha diqewime, dîsan gavên hevbeÅŸ pêwîst in.”
Almanya di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de çaverêyî kiryaran dike
Pirseke din ew bû, Almanya çawa li paşeroja Sûriyeyê dinêre? Çawa hikûmeta Ehmed Şer dibîne? Çawa danûstandinan dike?
Christiane Hohmann got: “Em guhdariya daxuyaniyan dikin, guhdariya planên siyasî dikin lê ev plan hewceyî gavên pratîkî ne.
Em wekî aktorên biyanî yên herêmê, tenê guhdariyê nakin belkî bi diyasporayê re jî kar dikin, ji ber ku diyaspora roleke girîng heye.
Pêvajoya giştgir û hevgir gelek girîng e ji bo ku aborî geş bibe û xelk hest bike ku dengê wan heye û nayên piştguhxistin.
Em bijareyan hilnabijêrin lê gelê Sûriyeyê wan hildibijêre lê em dikarin guhdariya dilgiranî û planên pêşerojê bikin. Belê, em guhdariyê dikin lê em dixwazin kiryaran jî bibînin ku dibin mercên pêşerojê.”
Balyoza Almanyayê di beÅŸeke axaftina xwe de got: “Em dixwazin gavan bibînin û bi belgeyan werin piÅŸtrastkirin.
Em jî wekî hevparên herêmê bi baldariyê mamileyê dikin, ji bo em bizanibin ew bi kîjan alî ve diçe.
Gelo heman ew alî ye ku me di axaftinan de lê guhdarî kiribû? Ji ber vê em gelek bi meraq in û li bendê ne ka encamên diyaloga niştimanî çi ne.
Ev faktora sereke ye ji bo têxistina xebatê ya welatî. Pirsên me li ser destûr û hilbijartinên pêşerojê hene.
Di vê qonaxa hestiyar û derbasbûnê de, ku ti tiÅŸt li cihê xwe de nîne, helwesta me jî ne cîgir e û diguhere. Her tiÅŸtê rû bide, dê bertekin me ji bo wê hebe.”
“ÃŽraq û Herêma Kurdistanê dikarin alîkariya Sûriyeyê bikin”
Balyozê Almanyayê Christiane Hohmannê di panelê de behsa rewşa aborî ya Sûriyeyê kir û got:
“Eger em bixwazin tiÅŸtekî baÅŸ ji bo gelê Sûriyeyê bikin, mebesta min ji bo her kesî ye, girîng nîne li ku dere ye û ser bi kîjan netewe û olî ye.
Ev xweÅŸguzariya aborî ye, ev îmkanek e ji bo ku jiyaneke layiq hebe ji bo ku tu bikaribî malbata xwe têr bikî û tu hest bikî li niÅŸtiman û mala xwe yî.”
Christiane Hohmann bawer dike ku Herêma Kurdistanê û Îraq dikarin alîkariya rabûna aboriya Sûriyeyê bikin û wiha pê de çû:
“Civaka Kurdî li vir (Herêma Kurdistanê) dikare alîkar be, ev têkiliyên aborî ne û tiÅŸtekî nû jî nîne.
Ne tiştekî ye ku bê afirandin, dibe ku qutbûn û zehmetî hebe lê ji bo dîtina ronahiya dawiya tunêlê girîng e.
Rewşa aborî ya Sûriyeyê gelek zehmet e. Hewcetî bi hêzeke zêde jî heye ji bo tu bi ser wê ve bibî. Îraq welatek e ku di ezmûnên hevbeş re derbas bûye.
Ji ber wê ÃŽraq dikare ezmûna xwe ya di qonaxa derbasbûna aborî de ku kom kiriye, pêşkêş bike, ji bo ku li wî aliyê sînorê xwe (Sûriye), alîkariya avakirina aboriyeke saxlem û cîgir bike.” (Rûdaw)