HELBESTVAN Û SIYASETVANA ÇALAK DIYA CÎWAN A ROJAVAYÊ KURDISTANÊ KOÇA DAWÎ KIR…

Îbrahîm Guçlu

Min îşev derengî ji DUHOKê xeberek nexweş û xemgîn girt ku xwuşka delal Diya Cîwan a Rojavayê Kurdistanê îro serî sibê koça dawî kiriye.

Min Diya Cîwan di sala 1981an de li Şamê li Taxa Kurd Rûkneddînê nas kir.

Diya Cîwan, Ji Cizîra Botan (Botî) bû. Hevjînê wê ji Tetwanê bû û keseke gelek hêja û kurdpewer û qedir bilind bû. wî gelek zû ji nav me koç kir. Diya Cîwan bi serê xwe kur û keçên xwe mezin kir û da xwendin.

Piştî ku min û Gulfer Xanê Diya Cîwan nas kir, dostaniya me ya malbetî gelek pêşket. Ew dostaniya me heta sala 1988an ku em ji Sûriyeyê çûn li Swêdê cîwar bûn, nêzik bû.

Piştî sala 1988an jî dostanî û rêhevaltiya me domand.

Ew ji me û hemû siyasetvanên Bakurê Kurdistanê re di salên tarî û zehmet de bû alîkar.

Diya Cîwan helbestvan bû. Helbestên wê bûne pirtûk.

Kovara me HEVDEMê hevpeyvîneke wê jî weşand.

Ew sîyasetvaneke kurdperwer û bi Rêbaza Barzanî bawer bû. Wê tevgera xwe ya siyasî gor Rêbaza Barzanî didomand.

Endama Komîta Navendî ya Partiya Demokrat A Kirdistanê li Sûriyeyê bû.

Di xebata Doza Kurd û Kurdistanê de û di xebata partiyê de gelek zîrek û çelek bû.

Rêhevalê wê yên endamên partiyê û gel ji wê gelek hez dikirin û ji wê re rêzdar bûn.

Li Herêma Federe ya Kurdistanê jî xwediyê rûmetekê bû.

Ew li Herêma Federe ya Kurdistanê li hemberî nexêrxwazan bi xurtî tevdigeriya.

Ez êşa zarok û malbata wê û hezkirên wê parve dikim.

Bila serê gelê me û zarokên we yên hêja û rêhavelên wê û hezkir-dostên wê û kurdperweran û gelê me sax be. Sebir para wan be.

Diyarbekîr, 26. 02. 2027

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *