
Hêvîdarim şaredarî , rêxistin, sazî , rêveberên partiyên siyasî û hikûmeta li bakure Kurdistanê ji hebûn û mafên Êzdiyan ra xwedî derkevin !
Mixabin ev demeke dirêj e ku, Êzdiyên li bakure Kurdistanê (herêma Mêrdîn, Midyadê, Wêranşarê, Bişêrî û Amedê) dijîn, dixwazin vegerin welatê xwe, lê ew rastî zehmetiyan tên.
Li gorî zanîna min, navên gelek gundan bi zanebûn hatine guhertin, erd û milkên di destên Êzdiyan de hebûn, hatine dagirtin û hêza hinek feodalên herêmî nahêlin ku, Êzdiyên xwediyên gundan li gundên xwe xaniyan ava bikin . Tevî ku hinek dozên vekirî di dadgehê de bi ser ketine , hêjî hemû zext, gef û dagirkerî berdewam dikin.
Gelekî xemgîn im ku, hikûmeta herêmê, şaredarî , rêxistin, sazî û rêveberên partiyên siyasî bi gelemperî ji van mafên Êzdiyan ra xwedî dernakevin. Her wusa jî, dilê min gelekî diêşe ku, hevgirtineke sazî û rêxistinên Êzdiyan tûne. Û ji ber wê lawaziyê ye, çapemenî û rewşenbîrên Kurdan jî kêm piştgiriyê didine tekoşîna Êzdiyên ku, parastina kevneşopên ol, erd û milkên xwe dikin.
Hêvîdikim berpirsyarên hikumetê, şaredarî, rêxistin, sazî, partî û kesên xwedî wîjdan, piştgiriyê bidine parastin û vegerandina hemû maf, mal û milkên Êzdiyan!