Xiyaneta Enkîdû

Destana herî kevn a cîhanê Gilgamiş e. Pênc hezar sal berê hatiye nivîsîn. Ji Îlyada ya Yunaniyan û Mahabharata ya Hindûyan hezar û pênsed sal kevintir e.

Berya mîladê di navbera 5000 û 4000î de li Mezopotamyayê şaristaniyê bi Sûmeriyan dest pê kir. Nayê zanîn bê Sûmerî ji Îndûsa Hindistanê bi rêya deryayê hatine, yan ji bakur, derdora Qefqasê daketine.

Zimanê wan yê yek kiteyî, ne ji koma Hînd-Ewrûpa, Fîn-Uygur yan jî Ural-Altay e. Li derdora çemên Dicle û Feratê bajarên Uruk, Kîş, Erîdû, Şuruppak, Lagaş û Nîppûr ava kirin.

Sûmeriyan ber bi 3000î ve nivîs îcad kir. Nivîsa bi resm her ku çû veguherî nivîsa mîxî. Heriya ritam (balçik) ya ber çeman, wekî qetên nan hat ziwakirin û bi qamîşan li ser wan hat nivîsîn. Navê wan tabletan Dupşar bû.

Piştî nivîsê, tablet an li ber tavê yan jî di tenûran de hatin hişkkirin. Di bin banê perestgehan de dibistanên nivîsê vebûn û zarokên giregiran, li van dibistanan xwendin. Nivîs, bi destê Fenîkeyiyan ji Yunanê li hemî rojavayê cîhanê belav bû.

Piştî Sûmeriyan berya mîladê di navbera 2334–2154ê de împeretoriya Akadiyan li Mezopotamyayê hukim kir. Piştî wê Gutiyên Kurd dewleta Akadiyan ruxand û derdora sed salî li herêmê hukim kirin.

Piştî Gutiyan, Asûrî beriya mîladê di navbera 2025-612ê de bûn desthilatdar.

Mezopotamyaya Navîn li jor welatê Sûmeriyan bû û wekî Sûbarû dihat zanîn. Piştre wekî Asûr deng da. Asûrî ji Samiyan bûn û bi Akadî diaxivîn. Berya mîladê ber bi 2000î ve, Akadiya Başûr wek Babîlî, ya Bakur wek Asûrî dabeş bû.

Sala 1839an, Henry Layardê Ingilîz li girikên nêzîkî Mûsilê dest pê kolanan kir. Ev der bajarê Nemrûd û paytextê Asûriyan Nînewa bû.

Sala 1942yan, Paul Emîle Bottayê Frensî kolanên nû dan destpêkirin. Nêzîkî Nînewa li girikê Horsabadê gelek peyker derketin û li Ewropa yekem mûzexaneya Asûriyan li Louvreyê vebû.

Layard jî sala 1852yan, li perestgeha Asûrbanîpal gelek tablet dîtin. 75 hezar tabletên Layard û Rassam dîtin, li British Museumê pirtûkxaneya Asûrbanîpal pêk anîn.

Beriya jevderxistina van tabletan, lêkolînerên rojavayî ji nivîstekên Behîstûnê zimanên Zend-AvestaAlamî û Akadî keşf kirin û xwendin. Piştî di sala 1857an de Akadî hat xwendin, di sala 1872yan de George Smîth ji tabletên Brîtîsh Museumê yên bajarê Nîppurê destana tofanê xwend. Destana Gilgamiş “Vegotina Nînewa” bi vî awayî ji tabletan hat keşfkirin.

Gilgamiş, keyayê bajarê Urukê bû. Dayika wî xwedawenda bi navê Nînsûn, bavê wî şeytanê bi navê Lîlla ye. Nîv-xweda, nîv-mirov e.

Li gor tabletan, 1200 salî Lugalbanda, 100 salî Dumuzî, 126 salan Gilgamiş, 30 salî jî Ur-Nungal li Urukê hukim kir.

Destana Gilgamiş ya Sûmeriyan beriya mîladê di 2000î de derbasî Akadî bû. Beriya mîladê sala 1200î, hozanekî Urukî yê bi navê Sîn-Lekke-Unnînnî, destan ji nû ve berhev kir, bi wezna arûzê behra recezê nivîsî. Destan bi vê risteyê dest pê dike:

“Ew ku her tişt dît, dixwazim wî bi welat bidim nasandin

ew ku her der nas kir, her tişt fêr bû

li her derê hemî veşarî eşkere kirin

ew zanayê zanayan, têgihîştiyê her tiştî.

Tiştên veşartî dîtin û veguhestin

Agahiyeke ji tofanê kevintir gihand me.”

Li gorî tabletan, Gilgamişê kurê Lugalbanda û çêleka pîroz Nînsûn, keya û şivanê Urukê, gelek karên serkeftî dike. Di çiyayan de rêyan vedike, bîran çêdike. Ji sisêyan diduyê wî ji goştê xwedayan, yekê wî ji goştê mirovan e. Leheng û şervanekî navdar e.

Lê her jinê ji xwe re dixwaze. Lawan ji bavê wan re nahêle. Her kes ji tirsa wî diricife û giliyê wî li xwedawend Anû dikin. Anû, gazî xwedawenda mezin Arûrû dike û dibêje “te Gilgamiş çêkir, niha hemtayekî wî çêke ku tim bi hev kevin, Uruk rihetiyê bibîne.”

Arûrû, yekî bi navê Enkîdû diafirîne. Gewdê wî bi pirç, porê wî wek yê jinan bû. Mirov nedîtibûn. Bi xezalan re diçêriya. Bi keriyê heywanan re dadiket ser kaniyan.

Nêçîrvanek wî dibîne û gelek ditirse. Tê, Gilgamiş ji vê rewşê agahdar dike. Gilgamiş dibêje, jê re jineke şox bişînin, dema jinê bibîne tebat nake, kerî wê wî biterikîne.

Jin diçe li ber kaniyekê lê rast tê. Şeş şev û heft rojan bi hev şad dibin. Piştî wê, keriyê wî jê direve. Weke berê nikare baz bide. Hêza laşê wî qels dibe. Jin jê re wiha dibêje: “Tu çima bi heywanan re li van warên bêkes digerî? Were te bibim Urukê”. Enkîdû dibêje “Em herin. Bila alem bizane ka ez bihêz im an Gilgamiş. Dixwazim pê re şer bikim û wiha qîr bikim li meydana Urukê: Ez im yê herî hêzdar!”

Enkîdû tê bajêr. Bi Gilgamiş re şer dike. Lê zora hev nabin. Dibin heval. Wî fêrî xwarina nan, vexwarina şerabê û serşûştinê dike. Gewdê xwe yê bi pirç dişo û zeytê li xwe dike, xwe bi cilûbergan dixemilîne.

Bi vî awayî hevalbendiya Gilgamiş û Enkîdû dest pê dike. Destan dûr û dirêj e. Gelek serpêhatiyên wan tên vegotin.

Lê vegotineke destanê, bi taybet ji bo Kurdan, balkêş e. Di destanê de çîroka Gilgamiş û Humbaba (Huwawa) me bi xiyanetekê re rûbirû dike: xiyaneta Enkîdû. Helbet di destanê de wek xiyanet nayê pênasekirin. Lê ji hûrgiliyên vegotinê diyar e Enkîdû xayintiyê li qewmê xwe dike.

Li gor çîrokê, Gilgamiş ligel Enkîdû ji bo darên sedrê bîne diçe çiyayên Zagrosê. Daristana sedrê ji aliyê dêwekî “Arasteyê heft çirûskan” tê parastin. Humbaba ji nesla xwedayan e û kes nikare li ber çirûskên wî çavê xwe veke. Ew dêwekî nîv-mirov, nîv-xweda ye. Li gor tabletan, Gilgamiş wiha behsa Humbaba û daristana sedrê dike: “Dixwazim ew ê navdar bibînim / Ew ê navê wî li her welatî pir tê bîranîn.”

Em ji tabletên Sûmeriyan bixwînin:

“Li daristanê Humbabayê dêw dijî

Were bi te re em biçin wî ji holê rakin

Welat ji xirabiya wî xilas kin

Biçin darên sedrê jêkin

Enkîdû devê xwe vekir, xeber da:

Ji Gilgamiş re got:

“Dizanim ez, bira, dema kovîtiyê

Fêr bûm wexta bi keriyê xwe re digeriyam

Derdora daristanê du caran şêst qonax e

Kî dikare bikeve navê?

Weke heytehola tofanê ye

Qêrîna Humbaba

Li cem devê wî agir ne tu tişt e

Henaseya Humbaba ji mirinê xirabtir e

Tu çima xwe tevlî karekî wisa dikî

Çima radibî dînîtiyeke wisa

Yê berê xwe bide vî şerî

Xwe li hemberî Humbaba dibîne.”

Li gor agahiyên Enkîdû dide, bi pêşniyaza xwedayê hêzên sirûştê Adad, xwedayê bablîsokê Vêr daristana sedrê diparêzê ku nobedarê wê Humbaba ye. Enlîl bi heft çirûskan ew arastiye.

Di tabletên çîroka Gilgamiş û Humbaba de, dema Gilgamiş dixwaze biçe ser çiyê, Enkîdû wiha jê re dibêje:

“Keyayê min, heger tu îro derkevî çiyê, divê tu pêşkêşî xwedawendê rojê Ûtû bikî… Çiya di îradeya xwedawendê rojê Ûtû de ye”.

Di tableta pêncan de Gilgamiş û Enkîdû tên ber çiyayê sedrê û perestgeha Îştar (Îrnînî) dibînin. Dema Gilgamiş û Humbaba tên hemberî hev, em fêr dibin Enkîdû yek ji qewmê Humbaba ye û Humbaba wî bi xayintiyê sûcdar dike. Di tabletan de wiha derbas dibe:

“Hey Enkîdû, dola masiyan ku bavê xwe nizane!

Yê wekî kûsiyan şîrê dayikê nemêtiye!

Di nûciwaniya tê de çavê min li ser te bû

Bi taybet nêzîkî te nedibûm

Niha te bigrim û bikujim wê dilê min rihet be

Lewra te Gilgamiş anî vêderê

Ew dijmin e, biyaniyekî çavsor e.”

Li gorî tabletên çîroka Gilgamiş û HumbabaGilgamiş ji Humbaba re dibêje min xwişka xwe anî ku em bibin xizmên hev. Û gelek tiştên din. Mebesta xwe ya şer eşkere nake. Humbaba jî hêzên xwe pê re parvedike. Lê Gilgamiş bi dek û hîleyan wî dixe dafikê. Dema Humbaba girêdidin wiha dibêje: “Te derew kir, ez xapandim. Te soz dabû!”

Di encamê de Gilgamiş û artêşa wî heft daran jê dikin, lîstikekê li serê Humbaba digerînin û serê wî jêdikin. Xwedawend Enlîl ji vê yekê aciz dibe. Enlîl “Heft çirûskan” li heft hebûnên wek “çem, çiya, şêr…” belav dike.

Kurdbûna Sûmeriyan û hebûna Kurdan ya Babîlê hêjayî nîqaşê ye.  Çiyayên Zagrosê, xwedawendê rojê û heft çirûsk, motîfên Kurdan in. Mirov dikare vî qismê destanê bi Kurdan ve girêde.

Û xiyaneta Enkîdû! Ji bo rê li ber zordestiya Gilgamiş bigre hatibû şandin. Lê mîsyona xwe jibîr kir. Ji rê derket. Pêşî bi jina şox xapiya. Piştre bû heval û fîdaiyê Gilgamiş.

Rêya çiyê nîşanî wî da, deriyên çiyê jê re vekirin. Welatê rojê têk çû.

Hey Enkîdû! Dola masiyan!

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *