Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê civînek li ser “ewlehiya sînoran” di navbera Fermandarê Parastina Sînorên Îraqê General Muhammed Abdulwehab Sikr el-Saîdî û rayedarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hat kirin.
Fermandarê Parastina Sînoran ê Îraqê General Muhammed Abdulwehab Sikr el-Saîdî li ser daxwaza Tirkiyeyê bi heyeteke leşkerî re çû Enqereyê.
Di çarçoveya vê serdanê de heyeta Îraqê, bi Fermandarê Hêzên Bejahî yên Tirkiyeyê Selçuk Bayraktaroglu û rayedarên payebilind ên ewlehiyê yên Tirkiyeyê re civînek li dar xist.
Rêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Parastina Sînoran a Îraqê General Heyder Kerhî ji Rûdawê re ragihand ku civîn ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên hevpar ên di navbera her du welatan de, zêdekirina parvekirina îstixbaratê û xurtkirina mekanîzmaya hevkariyê hatiye encamdan.
Îraqê, bi taybetî ji bo xurtkirina ewlehiya sînorê bi Bakurê Kurdistanê di van salên dawî de xalên nû yên ewlehiyê yên bi sîstemên şopandin û çavdêriyê yên modern hatine amadekirin, ava kirin.
General Kerhî li ser mijarê wiha got:
“Di çarçoveya zêdekirina ewlehiya sînor de, em baregeheke leşkerî ya çar alî li ser sînorê Tirkiyeyê ava dikin û kamerayan jî bi cih dikin.”
Fermandarê Îraqî her wiha diyar kir ku heta niha li ser sînorên Îraqê yên li gel welatên cîran zêdetirî 970 kamerayên şopandinê yên pêşketî hatine bicihkirin û kamerayan nû jî tên zêdekirin.
Ewlehiya sînorê bi Sûriyeyê re
Rêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Parastina Sînorên Îraqê got:
“Zêdetirî 300 kîlometre dîwarê betonî li ser sînorên me yên bi Sûriyeyê re hatiye avakirin û niha avakirina 95 kîlometreyên din jî berdewam dike. Şirketa ku dîwarên betonî ava dike karên xwe didomîne.”
Li gel dîwarên betonî telên bi stiriyan jî hatine bicihkirin. Li deverên ku dîwar nehatine avakirin, hendek hatine kolan û hinek dever jî bi telên BRC hatine dorpêçkirin.”
Ewlehiya sînorê bi Îranê re
General Heyder Kerhî li ser ewlehiya sînorê bi Îranê re jî got:
“Heta niha tu fermanek li ser avakirina dîwarê betonî li ser sînorê Îranê negihiştiye me.”
Îraq û Herêma Kurdistanê bi Îran û Rojhilatê Kurdistanê re sînorên hevpar ên bi dirêjahiya 1,420 kîlometreyan, bi Tirkiyeyê re 335 kîlometreyan û bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re jî 618 kîlometreyan hene.