Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Heftemîn Diyaloga Navdewletî ya li Bexdayê de got: “Rêya Geşepêdanê, gaveke dîrokî ye ji bo avedankirinê.” Herwiha got: “Em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku aramiya siyasî û aborî ya tevahiya Iraqê di berjewendiya welat de ye.”
Heftemîn Diyaloga Navdewletî îro 22ê Sibatê li Bexdayê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dest pê kiri. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê de gotarek pêşkêş kir û got, Rêya Geşepêdanê, gaveke dîrokî ye û dê xizmeta hemû Iraqê bike.
Nêçîrvan Barzanî got jî: “Ev pêşkeftin bêyî xebata hevbeş a Hewlêr û Bexdayê û bêyî hevahengiya di navbera Iraq û cîranên wê, welatên herêmê û cîhanê de, pêk nayê.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî got, ev pirojeya geşepêdanê ji bilî peywendiyên bi welatên herêmê re, dê Iraqê di warê aborî de jî bipêş bixe.
Peymangeha Iraqê bo Diyalogê Heftemîn Diyaloga Navdewletî li Bexdayê dest pê kir, sibe jî diyalog berdewam dibin ku 100 kesayetiyên Iraq û cîhanê tê de beşdar in.
Projeya Rêya Geşepêdanê
Projeya Rêya Geşepêdanê di serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a meha Nîsana 2024an bo Bexda û Hewlêrê de hatibû pesendkirin. Bi vê projeyê dê Bendera Fawê ya Besrayê ku hê di bin înşaetê de ye, dê bi rêya 1275 kîlometre rê û tora trênê bi Tirkiyeyê ve were girêdan.
Pirojeyê Rêya Geşepêdanê, di nav 11 parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe, ji rêya bejahiyê, hêlên hesin û benderên avê pêk tê, ji Kendava Erebî di nav Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe, heta digehe Tirkiyeyê û ji wê derê jî ber bi Ewropayê ve diçe.
Di Nîsana sala borî de, di navbera Îmarat, Iraq, Tirkiye û Qeterê de peymaneke çaralî ji bo hevkariyê di projeya Rêya Geşepêdana Stratejîk de hatibû îmzekirin.
Tê plankirin ku proje di sê qonaxan de biqede, ya yekem di sala 2028 de, ya duyem di sala 2033 de û ya sêyem jî di sala 2050 de temam dibe. (K24)