Christoph de Vries: Divê peyameke zelal bigihe Erdogan da ku êrişên milîsan rawestin

Parlamenterê Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) a Almanyayê Christoph de Vries got, “Ez bawer dikim ku Kurd li Almanyayê ji bo demokrasiyê hevparên gelekî girîng in.

Eger ew nebûna, DAIŞ dê gelekî bi pêş biketa, ez spasiya wan dikim. Min gotiye eger Kurd nebûna, dê rewşeke kambax li Rojhilata Navîn hebûya. Ew beşdarî têkbirina DAIŞê bûn.

Bi taybetî divê peyameke zelal bi birêz Erdogan were dayîn da ku ev êrişên milîsên Îslamî li bakurrojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin ku ew piştgiriya wan dike.”

Christoph de Vries amaje bi girîngiya rola Kurdan a li Almanyayê da û anî zimên:

“Kurd miletekî çalak û bişiyan in, ew hatine Almanyayê ji bo xebatê, em dixwazin ku xebata li Almanyayê ducare bi sûd bibe, kesên ku zêdetir kar dikin ji bacê bên bexşandin, ez bawer im ku gelek tiştan li Almanyayê nikarîbû berdewam bikira eger ne ji Kurdan bûya.”

CDU yek ji wan partiyan e ku planên wan ji bo dersînorkirina koçberan heye.

Christoph de Vries destnîşan kir ku Kurd ji aliyê yasayî ve nabin pirsgirêk û got, “Di vî warî de bi Kurdan re ti pirsgirêkan nabînim lê ya ku divê em dawiyê lê bînin koçberiya neyasayî ya salên dawî ye.”

Parlamenterê Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) a Almanyayê Christoph de Vries pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:

Rûdaw: Birêz de Vries spas ji bo vê derfetê, hûn endamê Koma Parlamenterî ya “Jiyana Kurdan li Almanyayê” ne, çima ji bo we giring bû ku hûn bibin endamê vê komê?

Christoph de Vries: Ez bawer im ku Kurd li Almanyayê hevbeşekî gelekî giring in ji bo demokrasiyê. Ez bilind dinirxînim ku ew li kêleka Îsraîlê disekinin û bi tundî li dijî dijminatiya Cihûyan in, her wiha kelehek in li dijî Îslamgeriya ku li Almanyayê heye.

Ez Serokê Civaka Kurdî ya Almanyayê Elî Artan Toprak ji mêj ve nas dikim û dema wî daxwaz ji min kir, min demildest qebûl kir çimkî ez bi taybetî dizanim ku li Rojhilata Navîn, li Sûriye û Îraqê, me her tim kariye pişta xwe bi Kurdan girê bidin. Eger Kurd nebûna, DAIŞ dê bi pêş ve biçûya, loma ez gelekî spasiya wan dikim.

Rûdaw: Piştî bûyerên parlamentoyê û piştî ku partiya we hewl da projeyasayekê di parlamentoyê de bi dengê AfDyê derbas bike, ji wê çaxê ve Xiristiyan Demokrat rastî rexneyên tund tên. Gelo hûn çawa dengderan piştrast dikin ku hûn bi partiyeke rastgir a tundrew re kar nakin? Hûn çawa dilniyayiyê didin dengderên Kurd û her wiha dengderên xwe yên din jî?

Christoph de Vries: Em ti gotûbêj, ti hevkarî û ti hevpeymaniyan bi AfDyê re çênakin. Ez ti carî bi tiştekî wisa razî nabim û ez kesekî ji CDUyê nas nakim ku vê yekê bike. Ev di bîr û baweriya me de jî nîne. Tenê dikarim bibêjim, ji propagandaya SPD û Keskan bawer nekin. Ev gotina dawî ya Olaf Scholtz e, ji ber ku ew dizane ku nikare bi naverokê bi ser bikeve.

Min got çima ez rêzeke mezin li Kurdan digirim. Gelekan ji we welatîbûna Almanyayê wergirtiye. Her wiha ne tenê welatîbûna we ya Almanyayê heye lê hûn bi dil hest dikin ku hûn ser bi Almanyayê ne. Ev jî tam ew e ku em dixwazin kesên ku pasaportê werdigirin lê ne şeydayên serokên welatên din in.

Lewra jî Kurd kesên gelekî çalak û xwedî şiyan in, ew hatine Almanyayê ji bo karkirinê. Em dixwazin karkirin li Almanyayê dîsa mifadar be. Kesên ku zêdetir kar dikin, ji bacê bên bexşandin. Ez bawer im ku gelek tiştan li Almanyayê nikarîbû berdewam bikira eger ne ji Kurdan bûya.

Rûdaw: We biryar daye ku hûn piştî hilbijartinan demildest plana xwe ya siyaseta koçberan bi cih bînin, plana pênc xalî. Gelek kes hene ku bi koka xwe ne Alman in, lê beşek ji vê civakê ne û tirsa wan heye ku niha ji ber pirsa koçberan hemû bi yek çavî tên dîtin, hûn çi dikin ji bo ku ev yek çênebe?

Christoph de Vries: Bi baweriya min, Almanya welatekî vekirî û efûkar e ku mînaka wê li ser erdê kêm e. Eger ne wisa bûya, xelk nedihatin Almanyayê lê em li vir bi hembêza vekirî pêşwaziyê li gelek kesan dikin. Diyar e di hin rewşên takekesî de pirsgirêk hene lê bi dîtina min pêkvejiyaneke me ya gelekî baş heye.

Ne girîng e kesek ji kû derê hatiye, çawa difikire yan ola wî çi ye. Lê ya giring ew e ku mirov hewl bide û pabendî bingehên sereke yên Almanyayê be, wekheviya zayendî qebûl bike, yasayên me li pêş yasayên olî bin. Rêz li hindikahiyan bigire. Di vê mijarê de ez ti pirsgirêkekê bi Kurdan re nabînim.

Lê ya ku divê em dawî lê bînin, koça ne yasayî ya salên dawî ye. Niha her roj yasayên penaberiyê yên Ewropî û Almanî tên binpêkirin. Qanûn nayên raçavkirin û ev jî ziyanê digihîne Almanyayê. Îcar çi kesek Alman be yan jî koka wî ya koçberiyê hebe, gelek kes ji min re dibêjin nabe ku em bi vî awayî berdewam bikin. Hevgirtin kar nake. Tawan di zêdebûnê de ye. Pirsgirêka xanî û baxçeyên zarokan heye, cih nemaye. Ji ber vê yekê divê em niha vegerin yasa û rêkxistinê.

Rûdaw: Eger hûn di kabîneya bê de hikûmetê pêk bînin, hûn dê çawa piştgiriya Kurdan li Sûriyeyê bikin û her wiha niha pêwendiyên we bi Kurdan re li Herêma Kurdistanê çawa ne?

Christoph de Vries: Min gotiye eger Kurd nebûna, dê rewşeke kambax li Rojhilata Navîn hebûya. Ew beşdarî têkbirina DAIŞê bûn, wekî mînak li Îraqê jî heta îro jî dilniyayiyê didin ku bi hezaran şerkerên DAIŞê di girtîgehan de girtî ne. Ev dê metirsiyeke mezin bûna ji bo ewlehiyê li wir û li Almanyayê jî eger bihata.

Ya ku Kurdan niha heq kiriye, piştgirî û hevkarî ye. Ji Almanyayê, ji Yekîtiya Ewropayê lê xasma ji Amerîkayê. Ev jî tê wê wateyê ku divê alîkariyên darayî berdewam bikin da ku Kurd bikaribin xwe biparêzin. Divê Kurd li Sûriyeyê beşdarî desthilatê bibin .

Her wiha bi taybetî divê peyameke zelal bi birêz Erdogan were dayîn ku ev êrişên milîsên Îslamî li bakurrojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin ku ew piştgiriya wan dike.

Li vir dibêjim divabû daxwazên zelaltir ên hikûmeta federal û xanima Baerbockê hebûna, ji yên ku heta niha hebûn.

Rûdaw: Di plana we de heye ku hûn pêwendiyên xwe bi Kurdên Sûriyeyê re xurttir bikin?

Christoph de Vries: Em heta niha ne di hikûmetê de bûn lê bi dehan sal e ku pêwendiyên baş ên CDUyê bi Herêma Kurdistanê re li Îraqê hene. Em dixwazin heman tiştî li Sûriyeyê jî çêbikin çimkî bi nêrîna min em bi hevalbendên xwe yên Kurd li wir re dikarin bi hev re aramî û aştiyê li herêmê çêbikin. Di rastiyê de, ew hevpeymanên me ne. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *