Parlamentoya Iraqê ji bo êrîşa ser cotkarên Kurd civîna awarte li dar dixe

Fraksiyonên li Parlamentoya Iraqê, ji bo gotûbêjkirina êrîşên artêşa Iraqê yên li ser cotkarên Kurd ên Kerkûkê ku dema diçûn nav zeviyên xwe doh 17ê Sibatê rastî êrîşên hovane hatibûn, îmze berhev kirin.

Hate ragihandin ku komên fraksiyonên Iraqê ji bo parlamento bilez li ser rewşê bicive 52 îmze kom kirin û daxwaza wan a civîna awarte hate qebûlkirin.

Hêjayî gotinê ye, tevî ku yasaya vegerandina erdên Kurd û Tirkmenan li Parlamentoyê hefteya borî hatibû pejirandin û Serokomarê Iraqê jî îmze kiribû, doh artêşa Iraqê êrîşî cotkarên ku çûn ser erdên xwe xebatê bikin kir.

Piştî bertekên tund hêzên iraqî neçar man vekişin, lê rageşiya li deverê hîn jî berdewam dike. Berpirsên Herêma Kurdistanê û di serî de Serok Mesûd Barzanî li hember wan kiryarên neyasayî û nemirovane helwesteke tund nîşandan. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *