HEVPEYVÎNA TAYBET – Mehdî Elî: Li Hemayê 700 hezar Kurd hene

Serokê Eşîrên Kurd ên Hemayê Mehdî Elî got ku li parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê 700 hezar Kurd hene lê rewşa wan xerab e.

Li gorî agahiyên ku Mehdî Elî dane, li Himsê jî 70 hezar Kurd hene û got, “Em Kurd in û em bi Kurdbûna xwe serbilind in, lê ji ber desthilata berê, zehmet bû ku em bibêjin em Kurd in.”

Tê gotin ku li parêzgeha Hemayê û herêma navîn a Sûriyeyê bi deh hezaran malbatên Kurd hene.

Mehdî Elî amaje bi tade û caresiya ku li Kurdan hatiye kirin da û got:

“Kurdên navxweyî di asta sêyem an çarem de bûn, tevî ku me di dîrokê de qurbanî dane. Ez hêvî dikim ku Serok Mesûd û Mezlûm Ebdî bibin yek da ku em bi wan serbilind û bi hêz bimînin.”

Wî daxuyand ku li Hemayê 14 eşîrên Kurdan hene lê axaftina bi Kurdî kêm e û anî zimên:

“Li hinek gundên gundewarê bi Kurdî tê axaftin lê piraniya Kurdên li navxweyî Sûriyeyê ji ber desthilata berê bûne Kurdên Erebkirî.”

Şêx Mehdî El-Elî şêxê Kurdên Hema û derdora wê û herêma navîn e. Ew ji herêma Sehil El-Xabê ya ser bi parêzgeha Hemayê ye û wî li ser mijarê agahiyên girîng dan Rûdawê.

Rûdaw: Em bi xêrhatinê li we dikin li ser ekrana Rûdawê. Di destpêkê de ez dixwazim bizanim ka çawa bav û kalên we gihiştin bajarê Hemayê û dîroka hebûna Kurdan li herêmê çewa bûye ?

Mehdî Elî: Kurd ji serdema kalikê me Selahedînê Eyûbî ve li vir in û bi rastî em xwediyên resen in ji kevn ve, ji hezaran salan ve.

Rûdaw: Niha hejmara Kurdan li bajarê Hemayê û bi giştî li herêma navîn çi qas e?

Mehdî Elî: Li Hema û derdora wê nêzîkî 700 hezarî û li herêma Himsê jî nêzîkî 70 hezar kesî ne.

Rûdaw: Hejmara gundên Kurdan li parêzgeha Hemayê çi qas e û bi taybetî li kû derê ne?

Mehdî Elî: Piraniya gundên li çolterê bi tevahî Kurd in û pêkhateya Kurd li hemû gundan tevlihev e. Piraniya gundan pêkhateyên Kurd ên qismî tê de hene û li bajarê Hemayê nêzîkî ji sedî 65-70yê pêkhateyan Kurd in.

Rûdaw: Ma ew xwe wekî Kurd nas dikin?

Mehdî Elî: Helbet.

Rûdaw: An jî kokên wan Kurd in û niha ew xwe bi Kurdbûna xwe nas nakin?

Mehdî Elî: Na na, em Kurd in û em bi Kurdbûna xwe serbilind in, lê ji ber desthilata berê, zehmet bû ku em bibêjin em Kurd in.

Rûdaw: Te got piraniya gundên li gundewarê Hemayê gundên Kurdan in, qesta te tenê gundewarê rojavayê ye an çi?

Mehdî Elî: Ez dibêjim li piraniya gundewarê Hemayê gundên Kurdan hene û li piraniya gundan pêkhateya Kurd heye, ne ku piraniya Kurd in.

Rûdaw: Rewşa we, rewşa Kurdên vê herêmê ji aliyê çandî, civakî û siyasî ve çawa ye?

Mehdî Elî: Spas ji Xwedê re, em di nav 50-55 salan de rastî gelek zext û tepisandinê hatin, yanî em ji hemû mafên xwe bê par bûn. Bê guman we dîrok xwendiye û hûn dizanin ku piraniya rêberên siyasî yên ku dewleta Sûriyeyê damezirandine ji Hemayê ne, wekî Şîşeklî, Serac û Beraziye.

Rûdaw: Erê.

Mehdî Elî: Û Horanî.

Rûdaw: Ji kokên Kurdan in jî.

Mehdî Elî: Helbet helbet. Siyasetek hebû ji bo windakirina van kesan û belawelakirina wan û pêkhateya Kurd berdêl dida. Ji berî pênc salan me dest bi fikirîna avakirina dezgehekê kir û me karî hemû eşîrên Kurdan kom bikin.

Spas ji Xwedê re me encam da û em kom bûn û me xwe ji bo hilbijartinên meclisê berbijêr kir. Yek ji şerên herî zehmet bû. Me 55 sal bû nikaribû kursiyekî bi dest bixin. Sala borî me kursiyek bi dest xist, serbixwe bê guman. Destpêkeke baş bû lê rastî ev e ku rewş niha ne zelal e. Em nizanin di qonaxa nû de paşeroja Kurdên navxweyî çi ye û gelo dê me jî wekî rejîma berê ji holê rakin an na.

Rûdaw: Ma piştî ketina Esed hûn rastî ti êriş an eziyetan hatin?

Mehdî Elî: Bi rastî na lê li ser hinek kesayetiyên Kurd zext hene, wekî min, ji ber ku em hemû li ser rejîmê dihatin hesabkirin.

Rûdaw: Ew çi ji we dixwazin?

Mehdî Elî: Ez tercîh dikim ku bersiva vê pirsê veşartî bimîne. Ez naxwazim bersiv bidim.

Rûdaw: Ma hûn di saziyên hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Hemayê de cih digirin?

Mehdî Elî: Kesî şêwra xwe bi me nekiriye. Niha na.

Rûdaw: Nûçe hene ku behsa vexwendina we ya ji bo beşdariya konferansa diyaloga neteweyî ya ku dê li Şamê were lidarxistin dikin, ev rast e?

Mehdî Elî: Ti tişt negihiştiye me.

Rûdaw: Ma hûn beşdarî civîna şêwirmendiyê bûn ku berî du rojan li parêzgeha Himsê pêk hat?

Mehdî Elî: Na, kesî em nevexwendin.

Rûdaw: Qesta min ew e ku eşîrên Kurd ên li parêzgeha Himsê beşdar nebûn?

Mehdî Elî: Kesek beşdar nebû, na beşdar nebûn.

Rûdaw: Ji ber ku tu li Sehel El-Xabê dijî, rewşa ewlehî û xizmetguzarî li deverên we, li gundên Kurdan  ên li Sehel El-Xabê çawa ye?

Mehdî Elî: Di vê qonaxê de rewşa ewlehiyê gelekî baş e. Di destpêkê de tevliheviyeke mezin hebû ji ber ku gund bi hemû pêkhate û rengên xwe tevlihev in lê piştî hatina Heyet an Îdareya Operasyonan rewş bi qasî ji sedî 95 hat kontrolkirin. Rewşa jiyanê gelekî gelekî zehmet e. Rewşa xelkê gelekî xerab e û ev qonaxeke veguhastinê ye. Bê guman dê ev qonax zehmet be.

Em wekî Kurdên navxweyî, yanî wekî herêma navîn, û ez bi xwe jî li gel Kurdên Helebê, beşeke Helebê û axayên Helebê, me hevpeymaniyeke li gel Kurdên Sûriyeyî yên navxweyî ava kir. Em înşalah dê tenê Sûriyeyî bin, em dê li gel kesê ku xizmeta Sûriyeyê bike bin.

Em hêvî dikin ku her kes wekî Sûriyeyî beşdar bibe û em bi xerîban li hemberî xelk û miletê xwe xurt nebin. Em hêvî dikin ku hemû bi hev re kar bikin û her wiha em hêvî dikin ku Kurdên me yên Cizîrê bigihêjin mafên xwe û Kurdên navxweyî neçar nemînin berdêlê bidin. Kurdên navxweyî ji zû ve hatine paşguhkirin. Kurdên navxweyî di asta sêyem an çarem de bûn, tevî ku me di dîrokê de qurbanî dane. Ez hêvî dikim ku Serok Mesûd û Mezlûm Ebdî bibin yek da ku em bi wan serbilind û bi hêz bimînin.

Rûdaw: Te behsa herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê an Kurdistana Sûriyeyê kir, ez dixwazim bipirsim gelo pêwendiyên we bi Rêveberiya Xweser an partiyên siyasî yên Kurd re hene?

Mehdî Elî: Piştî rûxandina rejîmê pêwendî çêbûn lê ev pêwendî di çarçoveya neteweyî de sînordar in. Em her tim hewl didin ku xwînrijandin were rawestandin û refên Kurdan bibin yek ji bo berjewendiya hemû Sûriyeyiyan.

Rûdaw: Erê, daxwazên we ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê çi ne?

Mehdî Elî: Em wekî her pêkhateya Sûriyeyî mafê xwe dixwazin. Ez Kurd im û min têra xwe êş kişandiye û ez mafê hemû gelê Sûriyeyê dixwazim, ne tenê gelê Kurd. Em dixwazin bi hev re di nav ewlehî û aramiyê de bijîn.

Em dixwazin mafê xwe bistînin û bijîn. Gelê xizan sotemeniya şerê hemû aliyan e. Îro yê ku berdêlê dide gelê xizan e, kurê xizan e. Hemû dewlet têkilî Sûriyeyê dibin. Ez hêvî dikim ku dev ji têkilbûnê berdin û bila Sûriyeyî bi hev re bijîn. Bi Xwedê em dê hev fêm bikin û li hev bikin ji ber ku gelê Sûriyeyê gelekî baş e.

Rûdaw: Li gorî te çawa ev maf wekî Kurd, wekî Kurdên navxweyî an herêma navîn tê parastin, hûn ji Sûriyeya nû çi dixwazin?

Mehdî Elî: Bi yekkirina gotina Kurdî, yekkirina gotina Kurdî li her derê. Eger em bibin yek em dê mafê xwe bistînin û em dê alîkariya avakirina Sûriyeyê bikin. Eger rêzgirtin hebe dê di navbera hemû aliyan de hebe.

Rûdaw: Ma mecliseke taybet ji bo pêwendiyên di navbera we û partiyên siyasî an Rêveberiya Xweser a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye?

Mehdî Elî: Na tune. Em îro 14 eşîrên Kurd ên li parêzgeha Hemayê ne, em ne şareza ne di siyasetê de, lê ezmûna me di jiyan û bihevrejiyanê de heye. Bi destûra Xwedê me di tevahiya parêzgeha Hemayê de rengekî gelekî xweş ê pêkhateya Kurd nîşan da û em çêkerên xêrê bûn û me alîkariya hemû xelkê kir.

Me wêneyekî baş ê pêkhateya Kurd nîşan da lê îro em bi rastî di siyasetê de ti tiştî fêm nakin ji ber ku siyasetmedarên me newêrek bûn. Neçar bûn bibin endamên Partiya Beasê. Wan newêrîbû. Îro di qonaxa bê de bi jinûveavakirina saziyê re em dixwazin partiyekê an jî navika partiyekê ava bikin ku tevahiya pêkhateya Kurd bîne cem hev.

Rûdaw: Ma ji bo vê yekê di navbera we û Rêveberiya Xweser de yan jî di navbera we û Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de hevahengî heye?

Mehdî Elî: Mixabin min ji aliyê xwe ve tiştek nedît. Ez spasiya Rêveberiya Xweser dikim ku kesin şandin û ez vexwendim û ez çûm û wan amadehiya xwe nîşan da ku ramana me û wan yek be û em di biryaran de beşdar bibin.

Ez nikarim tiştekî ji te re bibêjim, em amade ne û wekî ku gotin her kesê di çarçoveya neteweyî ya Sûriyeyê de be em pê re ne, her kesê ku ji bo gelê xwe tiştan pêşkêş bike em pê re ne. Ez neçar im rastiyê bibêjim, eger îro rewş li dijî Kurdên Cizîrê be ez dê ne rihet bim, ne ez û ne jî pêkhateya min ji ber ku ew gelê me ne. Eger qencî ji wan re tune be qencî ji tevahiya Sûriyeyê re jî tune ye.

Rûdaw: Di dawiya vê hevpeyvînê de Birêz Mehdî, ez dixwazim bipirsim gelo malbatên Kurd ên li Hemayê bi Kurdî diaxivin an ji zimanê xwe yê zikmakî dûr ketine?

Mehdî Elî: Li hinek gundên gundewarê bi Kurdî tê axaftin lê piraniya Kurdên li navxweyî Sûriyeyê ji ber desthilata berê bûne Kurdên Erebkirî.

Rûdaw: Şêx Mehdî El-Elî, şêxê Kurdên Hema û derdora wê û herêma navîn, tu bi me re bûyî ji herêma Sehel El-Xabê. Em bi xêrhatina te dikin û spas ji bo vê derfetê.

Mehdî Elî: Bi xêr û xweşî, bi xêr û xweşî. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *