Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Dr. Tobias Lindner diyar kir ku Almanya dê piştgiriya xwe ya bi Kurdan re bidomîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Dr. Tobias Lindner doh di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de li hev civiyan.
Dr. Tobias Lindner piştî vê civînê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re peyivî.
Lindner daxuyand ku ew dê piştgiriya xwe ya bi Kurdan re bidomînin û girîng e ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî “Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê” bibin.
“Em bi berdewamî guftûgoyê dikin”
Wî civîna xwe û Serokê Herêma Kurdistanê wiha nirxand:
“Bê guman ev tenê hevdîtineke din û gaveke din bû. Em bi berdewamî guftûgoyê dikin.
Di dema erkê xwe de min hewl da ku salê carekê herim Hewlêrê.
Bi berdewamî têkiliyên me yên bi rêya telefonê hene. Bê guman me behsa rewşa herêmê û Herêma Kurdistana Îraqê kir.”
Lindner derbarê helwesta welatê xwe ya li hemberî Kurdên li welatê xwe got:
“Ez bawer dikim ji bo hemûyan zelal e ku berjewendiyeke mezin a Almanya jî heye -bi taybetî ji ber civaka mezin a Kurdan a li welatê me- ku Kurdên Sûriyeyê di nav ewlehî û xweşguzariyê de bijîn û beşdarî avakirina siyaseta paşeroja welatê xwe bibin.”
“Nirxandina Birêz Barzanî girîng e”
Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê pesnê helwest û karên Serokê Herêma Kurdistanê da û anî zimên:
“Nirxandina Birêz Barzanî bi awayekî xwezayî gelekî girîng e ji bo me.
Her wiha girîng e ka ew çawa têkiliyên xwe bi wezîrên karên derve û welatên din re dinirxîne.
Me di vê derbarê de guftûgo kir, her wiha ji bo ku em zanibin ka em li kû dikarin bi hev re kar bikin û li kû dikarin peyamên wekhev an hevbeş ji aliyên din re bişînin.”
Yek ji mijarên girîng ên niha yên Sûriyeyê amadehiyên ji bo “Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê” ne.
“Em dê wan li gorî kiryarên wan binirxînin”
Lindner ji Rûdawê re ev mijar jî nirxand û destnîşan kir:
“Ji bo me girîng e ku gotinên rayedarên nû yên Şamê bi kiryar cihê xwe bigirin.
Em dê wan li gorî kiryarên wan binirxînin. Gelekî girîng e ku pêvajoyeke giştî hebe.
Ango hemû netewe û ol, hemû Sûriyeyî -çi Kurd bin çi Mesîhî bin çi Elewî bin çi Durzî bin û çi Misilman bin- beşdarî amadehî û diyaloga niştimanî bibin, ji ber ku em dixwazin dengê hemû Sûriyeyiyan di paşeroja welatê wan de hebe.”
Divê were gotin ku nûnerên Kurd û Durziyan di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê de nînin.
“Em dê piştgirîdayîna Kurdan bidomînin”
Dr. Tobias Lindner dawiyê bal kişand ser piştgiriya welatê xwe ya ji bo Kurdan û biland:
“Bê guman em dê piştgirîdayîna Kurdan bidomînin, çi li Îraqê yan Sûriyeyê, em dê têkiliyên xwe yên xurt biparêzin.”
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de hat lidarxistin.
Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.
MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.
Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.
Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.