Qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danîn -Video

Qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danîn.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, agahdarnameya dûrxistina ji kar a ku dixwestin pê bidin îmzekirin, îmze nekir.

Li Wanê polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt ku 5 roj in çalakiya nobetê lê berdewam e.

Polîsan, gelek kes ku di nav de rojnameger û siyasetmedar jî hene bi lêdanê desteser kirin.

Polîsan xwest ku agahdarnameya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ya dûrxistinê bi Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Zeydan bidin îmzekirin.

Abdullah Zeydan diyar kir ku ew biryarê nas nake û agahdarname îmze nekir.

Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, xelkê li pêşiya avahiya şaredariyê dest bi nobetê kiribû.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *