Hilbijartinên Almanyayê: Çi li hêviya diyasporaya Kurdî ye? -Video

Li Almanyayê hilbijartinên giştî nêzîk dibin û beşdariya diyaspora Kurdan a di vê hilbijartinê de girîngiyeke wê ya taybet heye.

Li gorî daneyên fermî, li Almanyayê derdora 1,2 milyon welatiyên Kurd hene ku ev yek wan dike komeke girîng a dengderan

Partiyên Alman ên sereke CDU/CSU, SPD û Partiya Keskan derbarê pirsgirêkên koçberan û entegrasyonê de pêşniyarên cuda tînin rojevê.

SPD û Partiya Keskan ji bo koçberan daxwaza mafên berfirehtir dikin û li ser bernameya xwe ya pirçandî tekeziyê dikin.

Li aliyê din CDU/CSU jî bernameyeke hişktir a derbarê koçberî û entegrasyonê de pêşkêş dike.

Endamên diyaspora Kurdan ên bi mafê dengdanê balê dikişînin ser pêwîstiya beşdariya wan a di pêvajoya hilbijartinan de û dibêjin divê deng bi awayekî biaqil û li gorî berjewendiyên civakê bê bikaranîn.

Her wiha pêşbînî tê kirin ku encamên hilbijartinan dê bandorê li ser siyaseta derve ya Almanyayê ya li hemberî pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn jî bike.

Çavdêrên siyasî dibêjin divê diyaspora Kurd ji bo ku dengê xwe bigihîne guhê siyasetmedarên Alman çalaktir be û bi rêxistinên siyasî û civaka sivîl re têkiliyên xurttir deyne.

Hilbijartinên parlamentoyê yên 23yê Sibata 2025an nêzîk dibin û koçber û bi taybetî jî Kurd ji bilindûbna partiyên dijî koçberan dilgiran in.

Di rewşa siyasî ya welatî de alozî zêde dibe û di bangeşeyên hilbijartinan de polîtîkayên koçberiyê bûne mijara sereke ya nîqaşan.

Parlamenterekî Partiya Yekîtiya Xirîstiyan Demokrat a Almanyayê (CDU) yê diyar kir ku divê koçber girêdayî prensîbên bingehîn ên Almanyayê bin û got, “Ez di vê mijarê de ti pirsgirêkan nabînim lê divê dawî li koçberiya neyasayî were.”

Li aliyê din bilindûna dengên partiya tundrew a rastgir Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) di nav koçberan de bûye sedema tirseke mezin.

Di bultena nûçeyan a saet 16:00an a Rûdawê de, Zinar Şino ji Parîsê, Peyam Serbestê ji Kolonê û Ala Şaliyê ji Munîhê agahî li ser pêvajoya hilbijartinan û pêşketinên dawî dan.

Ala Şaliyê da zanîn ku li gorî rapirsiyên dawî AfD piştî CDUyê bûye partiya duyem a herî mezin a Almanyayê û hinek kes ji wê yekê bi tirs in ku AfD bibe partiya yekem.

Li Munîhê êriş: Dê hestên dijî penaberan zêde bibin?

Êrişa ku îro li Munîhê rû da dibe ku bibe sedema xurtbûna pêl û kampanyaya dijî penaberan.

Penaberekî Efxanî yê 24 salî, bi otomobîla xwe li nava komeke xwepêşanderan xist û 28 kes birîndar kirin.

Serokwezîrê Eyaleta Bavarya Markus Söder got ev “êrişeke terorî” ye û divê di siyaseta koçberiyê de guherînên girîng bên kirin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz daxwaza dersînorkirina êrişkar kir û got divê dadgeh bi hemû derfetên xwe û bi tundî li hemberî tohmetbar tevbigere û ti tolerans ji bo sûcên wiha nayê dayîn.

Scholz got, “Kî li Almanyayê sûc bike, divê ne tenê cezayekî giran bistîne û biçe girtîgehê, di heman demê de nikare li Almanyayê bijî.”

Scholz da zanîn ku Hikûmeta Federal dê ji bo sûcdarên giran firokeyên dersînorkirinê yên ber bi Efxanistanê ve saz bike û got “eger dadgeh biryarê bide sûcdarê Munîh jî dê heman aqûbetê bijî.”

Polîsê Alman ragihand ku êrişkar sala 2013an hatiye Almanyayê û destûra rûniştinê xwestiye lê ew daxwaza wî hatiye redkirin.

Li gorî şîrovekaran bûyerên bi vî rengî mumkin ku partiyên dijî koçberan e xurttir bike.

Li Almanyayê nêzîkî milyonek û 500 hezar Kurd dijîn û tê texmînkirin ku hilbijartin dê bandorê li paşeroja wan bike.

Siyaseta koçberiyê ya partiyan

Li gorî nûçegihanê Rûdawê Peyam Serbestê ku bi dengderên Kurd re axiviye, beşek ji wan ji hilbijartinan dûr dimînin, beşeke din jî dixwazin biçin ser sindoqan da ku rê li ber siyaseta dijî koçberiyê bigirin.

Li Almanyayê partiyan xwe li ser mijara koçberan bûne du beş.

AdD û CDU dixwazin ku koçber ji welêt bên derxistin lê belê li gorî destûra Almanyayê, mafê her kesî heye ku serlêdana penaberiyê bike û heta ku ev pêvajo temam nebe ew nikarin koçberan derxînin.

Hinek partî dibêjin ku bêyî koçberan aboriya Almanyayê nikare berdewam bike. Tê gotin ku Almanya salane hewceyî 400 hezar karkerên biyanî ye.

Gelo CDU û AfD polîtîkayên hev diparêzin?

Parlamenterê CDUyê Christoph de Vries got, “Kurd ji bo Almanyayê xwedî roleke girîng in, eger ew nebûna dê DAIŞ gelekî bi pêş ketiba.”

Lê belê rexne tên kirin ku hin axaftinên CDUyê yên li ser koçberan û axaftinên AfDyê wekî hev in. Rayedarên CDUyê bi awayekî tûj red dikin ku ew dê bi AfDyê re hikûmetekê ava bikin.

Di hilbijartinan de yek ji mijarên herî girîng aboriya Almanyayê ye. Sala 2020an aborî ji sedî 4,3 biçûk bû, salên pişt re piçekî xwe girt lê enflasyon di Çileya 2025an de gihişt ji sedî 2,3yan.

Zehmetiyên aborî dibin sedema wê yekê ku polîtîkayên dijî koçberan xurt bibin.

Rapirsî çi dibêjin?

Li gorî rapirsiyên dawî, CDU ji sedî 30yê dengan distîne, AfDyî dengên xwe du qat zêde kiriye û gihiştiye ji sedî 21ê.

Tê texmînkirin ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ya desthilatdar dê bikeve rêza sêyem yan çarem.

Her wiha tê gotin ku dibe Partiya Liberal (FDP) nikare bendava hilbijartinan derbas bike.

Pêvajoya hilbijartinên Almanyayê dê bandorê li ser paşeroja siyasî ya welêt û rewşa koçberan bike.

Eger polîtîkayên dijî koçberan xurt bibin, dibe ku Kurd û komên din ên koçber li Almanyayê rastî zehmetiyên nû werin.

Encamên hilbijartinan dikarin polîtîkayên koçberiyê yên Almanyayê û dengeya siyasî ya Ewropayê biguherînin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *