Konsulê Îmaratê: Herêma Kurdistanê navendeke hişê çêkiri ava dike -Video

Konsulê Îmarata Erebî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Zahîrî diyar kir ku Herêma Kurditanê navendeke taybet a hişê çêkirî ava dike.

Ehmed Zahîrî li ser pêwendiyên Îmarat û Herêma Kurdistanê hecma bazirganiya di navbera her du welatan de bersiv da pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Arêz Xalid.

Li gorî gotina Konsolê Îmaratê qebareyê sermayeguzariya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê 2 milyar dolar derbas kiriye.

Ehmed Zahîrî da zanîn ku Herêma Kurdistanê dê navendeke hişê çêkirî ava bike û bi alîkariya wan dê li Herêma Kurdistanê hişê çêkirî zêdetir bi pêş bikeve.

Ehmed Zahîrî amaje bi pêwendiyên her du welatan kir û wiha domand:

Herêma Kurdistanê bi serokayetiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî Kongreya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubaiyê bûye.”

“Rêkeftin li ser sûdwergirtinê ye”

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokayetiya Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî 10ê Sibatê çû Îmaratê û tevlî Kongreya Cîhanî ya Hikûmetan bû.

Mesrûr Barzanî di lûtkeyê de bi çend serok, serkirde û berpirsên payebilind ên cîhanê re civiya.

Bi beşdariya zêdetirî 30 serok û serokwezîran 11ê vê mehê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li bajarê Dubaiyê yê Îmaratê dest pê kir û îro bi dawî bû.

Konsulê Giştî yê Îmaratê behsa rêkeftina nû ya Îmarat û Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku rêkeftina doh a di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de temamkerê rêkeftinên berê ye.

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê û Serokê Lutkeya Cîhanî ya Hikûmetan Mihemed Qirqawî rêkeftina nû ya her du aliyan îmze kirin.

Rêkeftin nûkirina rêkeftineke berê ye ya di navbera her du aliyan de û dê 5 salan berdewam bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rêkeftinê daxuyaniyek belav kir û got:

“Rêkeftin taybet e bi guherîna pispor û agahdariyên di warê dewletdariyê de.

Rêkeftin li ser sûdwergirtina ji tecrûbeya pêşketî ya Îmaratê ya di warê pêşxistina karûbarên hikûmet û pêşxistina şiyana mirovî û dezgehên hikûmetê de ye.”

Konsulê Giştî yê Îmaratê Zahîrî jî tekez kir ku rêkeftin ji bo guherîna agahdariyan e.

Naveroka wê bikaranîna hişê çêkirî ye, di nav 5 salên pêş me de bi rêya bikaranîna teknolojiya herî nû ya hişê çêkirî.

Ew hêvî dikin ku di salên pêş de encamên rêkeftinê bibînin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *