Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê salên dawî di warê hunerê de bipêşketinên gelekî baş çêdibin.
Li bajêr zêdetirî deh şano û komên hunerî hene ku bi giştî hunera xwe bi Kurdî dikin.
Koma Saqo Kolektîfê jî yek ji wan koman e, 5 ciwanên di warê komediya Kurdî de jêhatî ku xema Kurdî dixwin, berî 3 salan bi armanca lidarxistina çalakiyên hunerî bi navê Tirş û Tehlê li cihên cuda dest bi nîşandana stand-upa Kurdî kir.
Roj bi roj li koma wan endam zêde dibin û ew li Êlihê û gelek cihên din nîşandana stand-upên xwe dikin.
Şertê wan ê sereke ew e ku kesên dixwazin tevlî koma wan bibin divê stand-upa xwe bi Kurdî amade bikin.
Temaşevanên wan jî bi henekên Kurdî kêfxweş dibin û demên xweş derbas dikin.
Endamên koma Tirş û Tehlê bangî Kurdan dikin ku xwedî li Kurdî derkevin.
Ciwan li ser dika Mînerva Kafeyê stand-upa Kurdî dikin.
Ewilî kesên ku bi henekên xwe bawer in bi şêwaza pêşbirkê li ber mîkrofona vekirî nîşandana henekên xwe dikin.
Heger di wê pêşbirkê de henekên wan werin ecibandin ew mafê beşdariya nîşandana stand-upa Tirş û Tehlê bi dest dixin û derdikevin ser dikê.
Şertê sereke û jêveneger a vê stand-upê ew e ku divê bi giştî Kurdî be.
“Bi zimanekî din ez ne ez im”
Serpereştê Koma Şanoyê ya Tirş û Tehlê Robîn Ozel anî ziman:
“Dema ez bi Kurdî dipeyivim ez dibim ez, hingê ez dibim ez. Bi zimanekî din ez ne ez im.
Ji ber wê em hunera xwe bi Kurdî dikin. Ji ber ku asîmîlasyon heye, destûra perwerdeya bi zimanê Kurdî nîne, sedemên sereke ev in.
Ya min jî wisa bû lê piştî zanîngehê ez hatim Êlihê, min perwerdeya Kurdî dît û niha jî em karê xwe bi Kurdî dikin û em gelekî jî kêfxweş dibin.”
Endamên koma Tirş û Tehlê her yek ji bajarekî cuda ne, tişta ku ew anîne ba hev xema wan a ji bo zindîkirina zimanê Kurdî ye.
Şanogerê Koma Tirş û Tehlê Îsmaîl Elîk got:
“Huner bi Kurdî xweş e. Em li vir hunera bi Kurdî dikin. Gelekî xweş e û gelê me jî jê hez dike.
Divê gelê me jî hînî Kurdî bibe, zarokên xwe hînî Kurdî bikin.
Niha jî pêvajoya dersa bijarte ya Kurdî heye. Divê zarokên xwe bişînin ji bo ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.
Ji bo ku zimanê xwe hîn bibin, werin me temaşe bikin, hunera bi Kurdî zanibin û ew jî bibin hunermendên me yên Kurd.”
“Dev ji Kurdî bernedin”
Şanogerê Koma Tirş û Tehlê Diyar Adîn jî anî ziman:
“Heke ne bi Kurdî ba ez wê îhtimalê nadim ku min ev kar bikira.
Ez tiştên xwe yên tirş û ên tehl hemûyan di vê mîkrofonê de li hemberî temaşevanan dibêjim.
Banga min li hemû gelê Kurd e ku dev ji Kurdî bernedin û bila zarokên xwe jî hînî Kurdî bikin.
Bila bi Kurdî mezin bibin, bi Kurdî tevbigerin, bi Kurdî mijûl bin, bi Kurdî civata deynin û bi Kurdî bikenin.”
Temaşevanên wan jî ji bo temaşekirin û guhdarkirina henekên bi Kurdî heta dawiya nîşandanê bi kenên xwe dibin piştgirê şanogerên Kurd û ew pêşwaziyeke germ li hebûna stand-upa bi Kurdî dikin.
Temaşevan Servet Surgun jî li ser stand-upa Kurdî got:
“Meseleya ziman ji partiyan mezintir e. Divê her kes ji bo ziman şîretê li zarokên xwe bike di serî de li xwe jî bike.
Ev der dereke bi qedr e ji bo wê. Li vir komediya bi Kurdî çêdibe, tiştekî orjînal e jî.”
“Zimanê me gelekî xweş e”
Temaşevan Zozan Guneşê jî anî ziman:
“Rastî ez gelekî kêfxweş im ji bo ku ev şano bi zimanê me ye.
Zimanê me gelekî xweş e. Stand-up jî gelekî baş e. Ez gelekî kêfxweş im ji bo Kurdan û ji bo zimanê me.”
Di rewşa heyî de li Êlihê nêzîkî deh şano û komên hunerî hene.
Ew bi xema zêdekirina bikaranîn û bipêşketina Kurdî ya di hunerê de bi gelemperî lîstik û çalakiyên xwe bi Kurdî dikin.
Her wiha ew rê li ber ciwanên hunerhez vedikin û qada hunerê li bajêr berfireh dikin. (Rûdaw)