Rejîma Îranê, ji girtiya siyasî ya kurd Soda Xedîrzade ya ji Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê, 2 milyar û 500 milyon tûmen (28 hezar û 410 dolar) wergirt û piştî 3 sal û 7 mehan destûra wê û pitika wê ya 2 salî da ku heta 20 rojan ji beşa jinan a girtîgeha Ûrmiyeyê berda.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku Rejîma Îranê, doh, (11.02.2025) girtiya siyasî ya ji bajarê Pîranşarê ya ji Rojhilatê Kurdistanê, Soda Xedîrzade û pitika wê ya 2 salî Solîna ku li girtîgehê hatiye dinyayê bi şertê wergirtina pereyekî zêde yê barimteyê, (2 milyar û 500 milyon tûmenî, ku dike 28 hezar û 400 dolarê amerîkî), ji beşa jinan a girtîgeha Ûrmiyeyê berdaye.
Hengaw diyar dike ku ev jina kurd, 14ê cotmeha 2021ê ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve, li Pîranşarê hatiye binçavkirin û ji ber tohmeta ku wê “hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) kiriye di kuştina pasdarekî Îranê de”, 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birrîn û 8ê mijdara 2021ê jî şandina girtîgeha Ûrmiyeyê.
Carekê hewl daye ku dawî li jiyana xwe bîne û pitika wê Solîna jî li girtîgehê hatiye dinyayê
Hengaw radigîhine ku ji ber şertên xirab ên girtîgehê vê girtiya kurd, carekê hewl daye ku dawî li jiyana xwe bîne û 21ê hezîran 2022yan jî li nexweşxaneyeke Ûrmiyeyê pitika wê Solîna hatiye dinyayê, lê di gel vê yekê jî rejîmê piştî rojekê ew dîsa li girtîgehê vegerandiye.
Hengaw tekez dike ku Soda Xedîrzade ji girtina xwe ve, ev cara 2yan e ku bi dayîna pereyê barimteyê heta wextekî diyar ji girtîgehê tê berdan. (PK)