Li Qoserê Çalakiya Partiya Welatparêzên Kurdistanê

Ji bo hilbijartina Dersa Kurdî, fermibûna zimanê Kurdî û Kurdî bibe zimanê perwerdê, Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Şaxa Mêrdîn li Qoser çalakiyek li dar xist.

Serok, rêvebir û endamên PWK li nava sûka Qoserê Belavok belav kir. Li Meydana Azadîyê pankart hat vekirin. Tevlî dost, heval û piştgirên welatperwer, pêşandanek hat li darxistin.

Li Qada Azadî Serokê PWK yê Şaxa Mêrdînê birêz Nezîr Gelerî û endamê partiyê Şêxmus di derbarê mijarê de axaftin kirin. Polîsa destêwerdana çalakîyê kirin û gotin: hûn ji bo li vir pêşandanê bikin, we destur ji dozgerîyê nexwestiye. Tenê hûn karin li ber derîyê avahiya partiya xwe daxuyanî bidin!” Tevlî vê helwesta polîsan ku her çend xwestin astengiyan derxin jî, çalakvan xwepêşandan pêkanîn û belavokên xwe belav kirin!…

Hemû beşdarên vê çalakiyê, li kolana avahiya partiyê jî civiyan, Serokê Şaxa Mêrdînê Nezîr Gelerî, ji xelkê Qoser girseya amade re bi hoperloyê daxuyaniya partiyê xwend.

Buroya Ragihandinê Ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Buroya Ragihandinê Ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *