Li Eyn Îsayê di êrişeke Tirkiyeyê de zarokekî canê xwe ji dest da

Li bajarê Eyn Îsayê yê Rovayê Kurdistanê di êrişeke Tirkiyeyê de zarokekî 15 salî canê xwe ji dest da.

Bombebaran, topbaran û êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzikî wê yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzikî wê li gundê Şakiroyê yê li rojhilatê Eyn Îsayê bi droneke kamikaze êrişek pêk anî.

Di encama êrişê de zarokê bi navê Selah Xelef El Selam ê 15 salî canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyeyê bi berdewamî gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike.

Droneke Tirkiyeyê doh gundê Emşeyê yê Kobaniyê bombebaran kiribû û di encamê de 8 kes birîndar bûbûn.

Giringiya Eyn Îsayê

Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.

Eger ew bajar bikeve destê Tirkiye û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qut dibe.

Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlometreyan li başûrrojhilatê Kobaniyê ye û 30 kîlometreyî ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsayê ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.

Rêya M-4ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiye, Hums, Hema û Şamê ve girê dide.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *