Tevgera Azadîya Kurdistana Sûriyê di 07. Sibata 2025ê de, bi amadebûn û beşdariya nûnerên bazne û encûmenên rêxistinî yên Tevgerê ji navçeyên curbicur ên Kurdistana Sûriyê û herwiha ji Herêma Kurdistana Iraqê, Tirkiye, Lubnan û welatên cuda yên Ewropayê, kongireya xwe ya giştî ya sêzdem li bajarê Kobanîyê, di bin duruşmên jêrîn de lidarxist:
– Avakirina dewleteke federal, piralî, demokratîk.
– Rawestandina şer li tevahiya rûbera Sûriyê, tevî êrîşên ku deverên me armanc dikin.
– Redkirina qiseya nefretê û parastina aştiya sivîl.
– Danpêdana destûrî bi nasnameya neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyê.
– Bidestxistina lêvegereke neteweyî kurdî berfireh, a Kurdî ku nûnertiya tevahiya erdnîgariya Kurdistana Sûriyê dike.
Rûniştina destpêkirinê bi amadebûna hejmareke mezin ji aliyên siyasî, civakî û medyayî, bi beşdariya nûnerên gellek partiyên kurdî û kesayetiyên civaka lokal û kesayetîne ji bijarteyên deverê lidarket, û bi xulekek bêdengî ji bo canên pak ên ku xwe ji bo azadîyê feda kirine, û bi sirûda netewî “ey reqîb” destpêkir, paşê gellekan ji wan gotarên binirx pêşkêşkirin, ên ku pêşwazî li lidarxistina Kongireyê kir, ku li ser xaka welêt û li bajarê Kobanîyê bi watedana simbolîyê ne tenê li ser asta niştimanî lê li ser asta cîhanî jî wek keliha li ser sûrên wê berî deh salan hovtirîn rêxistina terorîst di ruhê cîhanê de têkçû. Herweha gotaran pesna rola ku Tevger li ser herdu astên neteweyî û niştimanî dilîze kir, li gel tekezkirina li ser erkên li pêş wê, û di destpêkê de karê ji bo yekkirina şemla kurdî û pêçana li dor lêvegereke ku nûnertîya kurdan bike û nasname û mafên wan wek pêkheteyek nîştimanî bingehîn di qûnaxa veguhêz de ya ku Sûrya dibîne, biparêze. Berî wê jî gotara serokê Tevgerê bû, a ku bixêrhatina mêhvan û nûneran kir, û tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina rêza kurdî û yekkirina helwesta xwe di rûbirûbûna astengîyên heyî de û xweamadekirina ji hegerên curbicur re, ên dibe ku li qada herêmî bi giştî û qada Sûriyê bi taybetî biqewimin, kir.
Piştî bidawîhatina merasîma destpêkirinê, mêvanên birêz hatin malavakirin û endamên Kongreya giştî karên mayî yên ajindeya wê ji nû ve domandin, û komîteyek ji bo birêvebirina Kongreyê hate hilbijartin, paşê amadebûna nûnerên hemî bazneyan û temambûna rêjeya yasayî hate piştrasrkirin. Û piştî gotareke kurt ji aliyê serokê tevgerê ve, encamên kongreyên bazneyan û hilbijartinên tê de bûn ku Encumena Navendî ya Tevgerê wek encam hat sazkirin, hatin pesendkirin, piştre herdu belgenameyên peyrewa navxwe û bernameya siyasî, yên ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibûn pêşniyarkirin, hatin gotûbêjkirin û pesendkirin, herweha biryar hat dayin ku navê tevgerê ji “Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî – Sûrya” bo “Tevgera Azadîya Kurdistana Sûryê” were guhertin, wek dirêjahîya xebata ku Partîya Azadî ya kurdî li Sûryê kiribû.
Di biwarê siyasî de, Kongireya Giştî gellek mijarên girîng ên ku ji bo gelê Kurd li Sûriyê û ji bo herêmê bi giştî girîng in gotûbêjkir, û bal kişand ser girîngîya xurtkirina yekîtîya niştimanî û hevkarîya di navbera hemû pêkhateyên civaka sûrî de ji bo bidestxistina aştî û aramiyê. Kongireya Giştî li ser bûyerên ku herêm tê re derbasdibe û veguheztinên bingehîn ên ku Sûrya dibîne sekinî, ku rûxîna rêjîma Beis û dîktatoriya Esed xaleke ronîdar bû di dîroka Sûriyê de, ya ku dehsalên dirêj ji zilm û stemkariyê dît, ku ti kes û komên sûrî jê bêziyan nemane, ne jî welatên cîran li herêmê ji metirsî û destwerdanên wê yên wêranker bêziyan mane. Loma rûxîna wê ji bo hemû sûrÎyan û ji bo welatên herêmê û cîhanê bi giştî bû jêdereke hêvîyê, ji ber girîngiya cîgehê Sûryê yê jeopolîtîk ê herêmî û navdewletî, hewlên niştimanî ligel hewlên herêmî û navdewletî hevdem bûn ji bo derbaskirina Sûriyê bo qonaxeke nû li ser bingeha aştîya navxweyî û pêdawîstîyên wê yên ku Sûryê vediguhêze dewletek federal, piralî û demokratîk, ku ewlekarîya hevwelatîyên xwe û mafên merivî diparêze, û herweha ewlekarîya herêmî bi berjewendîyên wê yên têkel ku sûrî nikanin paşguh bikin an xwe di ser re biavêjin. Kongreyê cextî li ser karkirina ji bo xurtkirina peywendîyan bi hêzên sûrî yên demokratîk re û avakirina hevkariyeke rasteqîn bi wan re kir, ji bo misogerkirina çareseriyeke siyasî ya dadmend û berfireh ji kirîza sûrî re, ku daxwazên hemû sûrîyan pêkbihîne, destwerdanên leşkerî yên herêmî di karûbarên Sûriyê de red bike, rêzê li serwerîya Sûryê bigire, û garantîya mafên hemû pêkhateyan bike, li gorî destûrekî ku sûrî çêdikin û rêkevtina niştimanî ya ku mafên hemûyan misogerdike, bêyî ciyawazî û bêyî guhdana ciyawaziyên neteweyî, zimanî, îsnî, ayînî, mezhebî, an taîfî, û herweha cudakirina ayînê ji dewletê û cudakirina desthelatan û wekhevîya di navbera herdu regezan de û garantîya komelayetî.
Kongreya giştî bi taybetî karûbarê neteweyî kurdî li Sûriyê gotûbêj kir, tekezî li ser prensîpên bingehîn ên Tevgerê û pabendbûna wê bi xebata aştiyane û demokratîk ji bo bidestxistina mafên rewa yên neteweyî yên gelê kurd li Sûriyê, di çarçoveya dewleteke demokratîk û piralî de ku rêzê li mafên hemû pêkhateyên xwe digire, kir, û tekezî li ser giringiya diyalog û hevkariya bi hemû aliyan re ji bo bidestxistina paşerojek baştir ji gelê kurd û hemû sûrîyan re kir, û banga sixkirina hewldanên ji bo yekkirina rêza kurdî û xurtkirina hevahengiyê di navbera hêzên siyasî yên kurdî de li ser bingehên hevbeş, dûr ji berjewendiyên teng û rakêşanên herêmî, kir, û wesîyetnameya pêwîstîya xurtkirina hewlên li ser asta navdewletî ji bo ravekirina êş û azarên gelê kurd li Sûriyê, û bidestxistina piştevaniya zêdetir ji bo doza wî ya dadmend, û şopandina dosyaya girtiyan û windayan û karkirina bi rêxistinên navdewletî re ji bo eşkerekirina çarenûsa wan û riswakirina binpêkirinên di derheqên wan de kir.
Kongreyê rola girîng a serok Mesûd Barzanî di nêzîkkirina nêrînan û yekkirina rêza kurdî de bilind nirxand, herwiha rola girîng a Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk birêz Mezlûm Ebdî di vî warî de bilind nirxand, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina van hewlan û bersivdana hemû aliyên pêwendîdar ji wan re kir, ji bo bidestxistina lêvegereke Kurdî ku bibe jêdera destxistina nûneratiya siyasî ya kurdî û biryara siyasî ya kurdî sûrî serbixwe, dûrî jêrdestî û sepandinên kîjan alî dibe.
Beşdaran êrîşên li ser deverên me, bi taybetî li ser eniya Qere Qozaqê û bendava Tişrîn ya jiyanî ku di bin gefa hilweşînê û metirsîyên felaket ên ku dibe li ser asta merivî werin encamdan şermezar kir, û piştgiriya xwe ji bo parêzvanên van deveran anî ziman û tekezî li ser pêwîstiya parastina deverê ji her cure êrîşan kir, û herwiha pêwîst e hêzên çekdar ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Grêspî derkevin da ku koçberên wan vegerin cîwarên xwe û rewşa trajîk li wan deveran bi dawî bibe, sebaret bi tawan û binpêkirinên mafên merivî ji aliyê wan grûpan ve.
Di dawîya karên xwe de, kongreyê spasiyên zor pêşkêşî partî, kesayetî û hemû mêvanan dike, ku bersiva vexwendina me ji bo beşdarbûna rûniştina destpêkirina wê dan, nemaze wan gotarên ku naveroka wê dewlemendtir kir û bûn handerek ji bo serkeftina wê, herwiha spasiya rêveberiya deverê û karmendên wê yên asayîşê dike ku parastina cihê kongreyê û ewlehiya amadebûyan kir.
Herwiha Kongre ji nû de soza xwe ya berdewamkirina xebatê dide, heya bidestxistina azadî û dadmendiyê ji bo gelê me, û bang li hemû endam û alîgirên xwe dike ku rêzan xurtbikin û mil bi mil di ruhê pirsgirêkên heyî de bisekinin, di xizmeta doza kurdî û Sûriyeke azad û demokratîk de.
Şikomendî û nemirî ji bo şehîdên azadîyê
Û serkeftin ji bo doza me ya dadmend
Kobanî, 9. Sibata 2025
Encûmena Navendî
ya Tevgera Azadîya Kurdistana Sûriyê
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
البيـان الختامي
للمؤتمر العام لحركة آزادي الكُردستاني في سوريا
عقدت حركة آزادي الكُردستاني في سوريا مؤتمرها العام الثالث عشر في مدينة كوباني يوم السابع من شباط 2025 بحضور ومشاركة مندوبين عن الدوائر والمجالس التنظيمية للحركة من مختلف مناطق كُردستان سوريا وكذلك من إقليم كُردستان العراق وتركيا ولبنان ومختلف الدول الأوروبية، وذلك تحت الشعارات التالية:
– بناء دولة اتحادية تعددية ديمقراطية.
– وقف الحرب على كامل مساحة سوريا، بما في ذلك الاعتداءات التي تستهدف مناطقنا.
– نبذ خطاب الكراهية وصيانة السلم الاهلي.
– الإقرار الدستوري بالهوية القومية للشعب الكُردي في سوريا.
– إنجاز مرجعية قومية كُردية شاملة التمثيل لكامل جغرافية كُردستان سوريا.
وجرت وقائع الجلسة الافتتاحية وسط حضور سياسي واجتماعي وإعلامي كبير، إذ حضرها ممثلو عدد من الأحزاب الكُردية ووجهاء المجتمع المحلي وشخصيات من نخب المنطقة، حيث بدأت بالوقوف دقيقة صمت على الأرواح الطاهرة التي ضحت في سبيل الحرية، وبالنشيد القومي «ey reqîb»، ثم ألقى العديد منهم كلمات قيمة رحبت بانعقاد المؤتمر العام للحركة على أرض الوطن وفي مدينة كوباني تحديداً وما تعنيه من رمزية ليس فقط على الصعيد الوطني بل أيضاً على الصعيد العالمي بما شكلته من قلعة اندحر على أسوارها قبل عشرة أعوام أعتى تنظيم إرهابي واجهه العالم، كما أشادت الكلمات بالدور الذي تلعبه الحركة على الصعيدين القومي والوطني مؤكدة على ما يواجهها من مهام تبدأ بالعمل على لم الشمل الكُردي والالتفاف حول مرجعية تمثل الكُرد وتصون هويتهم وحقوقهم كمكون وطني أساسي في مرحلة التحول التي تشهدها سوريا. وسبق ذلك كلمة رئيس الحركة التي رحب فيها بالضيوف والمندوبين مؤكداً على ضرورة تعزيز الصف الكُردي وتوحيد موقفه في مواجهة التحديات الراهنة والتهيُّؤ لمختلف الاحتمالات التي يمكن أن تشهدها الساحة الإقليمية عموماً والساحة السورية على وجه الخصوص.
وبعد انتهاء مراسم الجلسة الافتتاحية تم توديع الضيوف الكرام ليستأنف مندوبو المؤتمر العام ما تبقى من جدول أعماله، فتم انتخاب لجنة لإدارة المؤتمر، ومن ثم التأكد من حضور مندوبي كافة الدوائر واكتمال النصاب القانوني. وبعد كلمة مقتضبة من رئيس الحركة تمت المصادقة على نتائج مؤتمرات الدوائر وما شهدتها من انتخابات وتشكل على إثرها المجلس المركزي للحركة، ثم تمت مناقشة كل من وثيقتي النظام الداخلي والبرنامج السياسي المطروحتين من قبل اللجنة التحضيرية وتم إقرارهما بالترتيب، كما تقرر تغيير اسم الحركة من «حركة البناء الديمقراطي الكُردستاني – سوريا» إلى «حركة آزادي الكُردستاني في سوريا» كامتداد للنضال الذي خاضه حزب آزادي الكُردي في سوريا.
وعلى الصعيد السياسي ناقش المؤتمر العام العديد من القضايا الهامة التي تهم الشعب الكُردي في سوريا والمنطقة بشكل عام، مستعرضاً الأوضاع السياسية في المنطقة، ومؤكداً على أهمية تعزيز الوحدة الوطنية والتعاون بين جميع مكونات المجتمع السوري لتحقيق السلام والاستقرار، حيث توقف المؤتمر العام على ما تمر به المنطقة من أحداث وما تشهده سوريا من تحولات مفصلية، إذ شكل سقوط نظام البعث ودكتاتورية الأسد نقطة مضيئة في تاريخ سوريا الذي شهد عقوداً طويلة من الظلم والاستبداد لم يسلم من مآسيه أي من السوريين أفراداً وجماعات، كما لم يسلم من مخاطره وتدخلاته التدميرية أي من دول الجوار الإقليمي، لذا فإن سقوطه شكل مبعث أمل للسوريين جميعاً ولدول المنطقة والعالم عموماً لما يشكل الموقع الجيوسياسي لسوريا من أهمية إقليمية ودولية، فتزامنت الجهود الوطنية مع الجهود الإقليمية والدولية للانتقال بسوريا إلى مرحلة جديدة أساسها السلم الداخلي وما يتطلبه من مقومات تضمن الانتقال بسوريا إلى دولة اتحادية تعددية ديمقراطية تحفظ أمن مواطنيها وتصون حقوق الإنسان وكذلك الأمن الإقليمي بما يتضمنه من مصالح متشابكة لا يمكن للسوريين تجاهلها أو القفز فوقها. وشدد المؤتمر على العمل على تعزيز العلاقات مع القوى الديمقراطية السورية وبناء شراكة حقيقية معها، لضمان حلّ سياسي عادل وشامل للأزمة السورية، يحقق تطلعات جميع السوريين، ورفض التدخلات العسكرية الإقليمية في الشأن السوري واحترام سيادة سوريا، وضمان حقوق جميع المكونات وفق دستور يصنعه السوريون ويضمن التوافق الوطني الذي يحقق مصالح الجميع دون استثناء وبغض النظر عن الاختلاف القومي أو اللغوي أو الاثني أو الديني أو المذهبي أو الطائفي، ويضمن كذلك فصل الدين عن الدولة وفصل السلطات والمساواة بين الجنسين والضمان الاجتماعي.
وتداول المؤتمر العام بشكل خاص الشأن القومي الكُردي في سوريا، مؤكداً على المبادئ الأساسية للحركة والتزامها بالنضال السلمي والديمقراطي من أجل تحقيق الحقوق القومية المشروعة للشعب الكُردي في سوريا، ضمن إطار دولة ديمقراطية تعددية تحترم حقوق جميع مكوناتها، مؤكداً على أهمية الحوار والتعاون مع جميع الأطراف لتحقيق مستقبل أفضل للشعب الكُردي ولجميع السوريين، داعياً إلى تكثيف الجهود الرامية إلى توحيد الصف الكُردي، وتعزيز التنسيق بين القوى السياسية الكُردية على أسس مشتركة، بعيداً عن المصالح الضيقة والتجاذبات الإقليمية، وموصياً بضرورة تكثيف الجهود على المستوى الدولي لشرح معاناة الشعب الكُردي في سوريا، وكسب المزيد من الدعم لقضيته العادلة، ومتابعة ملف المعتقلين والمفقودين والعمل مع المنظمات الدولية لكشف مصيرهم وفضح الانتهاكات المرتكبة بحقهم.
وأثنى المؤتمر على الدور الهام الذي يلعبه الرئيس مسعود بارزاني في تقريب وجهات النظر وتوحيد الصف الكُردي، كما أشاد بالدور المهم لقائد قوات سوريا الديمقراطية السيد مظلوم عبدي في هذا المجال، حيث أكد المؤتمر على ضرورة مواصلة هذه الجهود وتجاوب جميع الأطراف المعنية معها لإنجاز مرجعية كُردية يعود إليها إنجاز التمثيل السياسي الكُردي وصنع القرار السياسي الكُردي السوري المستقل بعيداً عن التبعية وعن أية إملاءات لأية جهة كانت.
وأدان المؤتمرون الاعتداءات التي تستهدف مناطقنا وخاصة على جبهة قره قوزاق ومنشأة سد تشرين الحيوية المهددة بالدمار وما يمكن أن ينجم عن ذلك من تداعيات كارثية على الصعيد الإنساني، كما أبدوا وقوفهم مع المدافعين عن هذه المناطق مؤكدين على ضرورة حمايتها من الاعتداءات من أية جهة كانت، وكذلك ضرورة خروج الفصائل المسلحة من مناطق عفرين وسريكاني وگريسپي ليتمكن أهلها النازحون من العودة إلى ديارهم وينتهي الوضع المأساوي في تلك المناطق لجهة الجرائم وانتهاكات حقوق الإنسان التي ترتكبها تلك الفصائل.
وفي ختام أعماله، يتقدم المؤتمر بالشكر الجزيل للأحزاب والشخصيات وجميع الضيوف الذين لبوا دعوتنا لحضور جلسة افتتاحه وخاصة تلك الكلمات التي أغنت محتواه وشكلت حافزاً لإنجاحه، كما يتقدم بالشكر لإدارة المنطقة وعناصرها الأمنية التي حرصت على حماية مكان المؤتمر وأمن الحضور.
كما يجدد المؤتمر العهد على مواصلة النضال حتى تحقيق الحرية والعدالة لشعبنا، ويهيب بجميع أعضائه وأنصاره إلى التكاتف ورص الصفوف في مواجهة التحديات الراهنة، خدمةً للقضية الكُردية ولسوريا حرة وديمقراطية.
المجد والخلود لشهداء الحرية
والنصر لقضيتنا العادلة
كوباني، في 9 شباط 2025
المجلس المركزي
لحركة آزادي الكُردستاني في سوريا
![şunu diyen bir yazı 'Kurdistana Azadîya Sûriyê Stries Tevgera Tevgera حركة سور سوريا آزادي في دستاني الكُردستاني' görseli olabilir](https://scontent.fdiy1-2.fna.fbcdn.net/v/t39.30808-6/476941461_1380242389631545_6508880068860347291_n.jpg?stp=dst-jpg_p526x296_tt6&_nc_cat=105&ccb=1-7&_nc_sid=833d8c&_nc_ohc=-zo6X2DVmbMQ7kNvgEXx5Rj&_nc_oc=Adgb9wPRXjwtGXdGTERpXLbAWOaYlzilNL_CaRS_ggS6Uo67ypy78kcT5dG94k2CcNM&_nc_zt=23&_nc_ht=scontent.fdiy1-2.fna&_nc_gid=AqI-pBnh5e3rl0ffMF9bVJN&oh=00_AYATRl2g48Jr_bK3UxtFdMCSmdgGZdJLr7bttrRV9UvY5A&oe=67AF980C)
Tüm ifadeler:
Mahmud Remo, Xetip Huti ve 23 diğer kişi