Dawet daweta mîran, agir ketiye feqîran

Her çi qas xwedî dîrokeke dêrîn û dewlemend bin jî, bi taybetî piştî hilweşandina mîrektiyan, Kurd nêzîkî du sed salî ye ji her alî ve talan û têkçûnekê dijîn.

Vê talan û têkçûnê, Kurd bindest û belengaz kirin. Ev jî travma û komplîkasyonên cuda cuda di nav girseyên gel de pêk tîne.

Halê Kurdan bûye mîna mirovê di qûnê de derpiyek tune lê dibêje bila fîstanê min sor be. Yan jî dar di qûnê de ye lê diçe hevalê xwe rizgar dike.

Mirîşka birçî di xewna xwe de gilgilan dibîne. Yan jî mirîşka birçî xwe di enbara garis de dibîne.

Erê! Berê jî ciwanmêriya zêde mala Kurdan xirab dikir. Ji xelkê re masîgir ji xwe re kûsîgir bûn! Ji xelkê re dost û yar ji hev re gur û mar bûn! Ji xelkê re cih û war ji hev re erdê sar bûn! Ji xelkê re gul, ji hev re kul bûn!

Jixwe ti têkçûn û bindestî ne belasebeb in. Dijmin çi qas dijwar û xedar be, heta mirov xwe tev nede û rast neke, wê aqilê sivik bar be.

Di sedsala bîst û yekê de, mirovahî li fezayê dest bi çêkirina koloniyan dike lê Kurdistan û Kurd di bin pêyê Tirk û Ereb û Farisan de ne. Li deşt û çiyayên Kurdistanê bombe dibarin û Kurd nikarin rê li ber vê bextreşiyê bigirin.

Dewlemendiya ser erdê û bin erdê, av û petrol û zeytûn û darên Kurdistanê ji xwe re dibin lê Kurd nikarin welatê xwe avadan bikin û wekî gelek miletan bi hebûn û xweşguzarî bijîn.

Ev tev li aliyekî, nav û nasname û nîşanek tune ye. Kurd ji hêlekê ve Tirk, ji hêlekê ve Ereb, ji hêla din ve Îranî ne. Kurdbûn metirsîdar e. Di hiqûqê de cihê wê tune ye.

Zarokên xwe bi milyonan didin ber destê Tirkan û pê xweş in ku di dezgehên wan ên bi navê okulê de mîna Tirkan rabin, ji ziman û hebûna xwe ne haydar bin.

Dema piçekî li xwe fikirîn jî benîştê bêhişkirinê amade ye: “Em tev însan in. Em tev Misilman in. Ziman û milet tiştên biçûk û paşverû ne. Em hezkiriyê hemî mirovahiyê ne.”

Mêjî hêdî hêdî nerm û xilmaş dibe û di xew re diçe.

Xewnên nebûyî dibîne. Wekî mirîşka birçî xwe di embara garis de bibîne. Bi hezaran, bi sed hezaran dimire lê di hawara mirovahiyê de diçe, cîhanê xilas dike! Tişta balafirên li asîmanan nikarin bikin, bi darikê destê xwe dike!

Bi zanîn û fîlozofiya xwe pêşengiya mirovahiyê dike! Enternasyonalê ava dike! Bi îrşad û teblîxa bêhempa dibe melayê gelan û umetê xilas dike!

Dibîne û hey dibîne. Dimîne û hey dimîne. Yên ji xewnê hişyar bike dijmin dibîne, dijûnan lê dibarîne.

Her çi qas pêşiyan gotibe “Her pêxemberî berê dua li xwe kiriye” jî, bi serê paşiyan û paşvemayiyan nakeve.

Xwezî me bizaniya heta em nebin malxweyê mala axa, serdestê axa xwe, serwerê gelê xwe, ne pêkan e fêdeya me li kesî bibe. Wê keda me jî ji xelkê re biçe.

Çerxa cîhanê bi xewn û xweziyan nagere. Cîhan, li îdeolojî û dînan nanêre. Şer, şerê serdestî û serweriyê ye. Yê li dû serdestiya xwe neçe, dixwaze xewna Xwedatiyê bibîne yan jî ya demokrasiyê! Bêhûde ye. Ked û xebata wî her ji serdestan re diçe.

Rewşa me ne ti rewş e. Kî diheje, agir bi dawa me dikeve. Welê ye! Dawet daweta mîran, agir ketiye feqîran. (Rûdaw)

Necat Zanyar

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *