Dr. Şêx Murşid Maşûq Xeznewî li Lalişê got, “Ji bo xatirê avakirina welat bes e tu kurê Kurdistanê bî.”
Îro Dr. Şêx Murşid Maşûq Xeznewî li Şêxanê serdana Lalişa Nûranî kir û bi Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re civiya
Di civînê de rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û rewşa Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Şêx Murşîd piştî ziyaretê behsa hevdîtina xwe ya bi Mîr Tehsîn Beg re peyameke vîdeoyî belav kir.
Alimê Kurd Şêx Murşid eşere kir ku divê Êzidîtî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bê parastin û wiha got:
“Ji bo me rojeke xweş bû. Me cenabê Mîr Hazim ziyaret kir. Me ev cihê pîroz, ev cihê mubarek ziyaret kir.
Peyama me ya ku em her roj dubare dikin tifaqa Kurdan biratiya Kurdan e.
Ew tifaq hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê dînî hem ji aliyê însanê ve ye.
Miletê me yê Êzidî gelek astengî dîtin û gelekî êş kişandin. Gelekî kul kişandin. Xwedê bike înşelah ev rojên dawî bin. Ew êş nema werin serê vî miletî.
Heger destê me ne di destê hevdû de be, heger em piştgiriyê nedin hevdû, dema ku em yekîtiyekê di navbera civaka xwe de ava nekin mumkun e ew êş careke din vegerin.
Wexta ku her kesekî zane, her kesekî ku hestê wî yê însanî baş û bilind be her kesê welatparêziya wî bilind be, her kes bigihê wê baweriyê ku Kurdistana me ya pîroz bi wan hemû pêkhateyên di nava xwe de heyî pîroztir dibe.”
“Em piştgiriyê didin Kurdên Êzidî”
Alimê Kurd Şêx Murşid behsa rengîniya dînî ya Kurdistanê jî kir û wiha domand:
“Baweriyên ku tê de ne, eşîrên ku têd ne hemû rengên cuda ne mîna baxçeyekî gulan e. Baxçeyên gulan ji wan gulên cuda cuda pêk tê.
Dema ku em bigihên wê zanebûnê wê baweriyê wê yekîtiyê bê guman em dê hemû bibin mîna sedekê mîna perdeyekê ku ew êşên ku çi li Şingalê bin çi li Kobaniyê bin careke din dûbare bibin.
Îro li Rojavayê Kurdistanê şoreşek heye. Li Sûriye û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê em piştgiriyê didin miletê xwe yê Êzidî da ku mafên wan baweriya wan di destûra Sûriyeyê de were parastin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî me ew (Êzidî) ziyaret kirin cihê wan gelekî xweş e û xizmetê dikin û tên parastin.
Em li Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê didin hemû pêkhateyan hemû baweriyan.
Her kesekî ku baweriya wî jî tunebe mafê wî yê parastinê heye.
Prensîbên cinetê û prensîbên avakirina welatan ji hevdû cuda ne.
Li cem her baweriyekê prensîbên cenetê cuda ne.
Ji bo xatirê avakirina welat bes e tu kurê Kurdistanê bî bes e tu kurê wê axê bî.
Baweriya te çi ye baweriya te nîne em muxtacê te ne. Destê me di destê te de ye da ku em welatê xwe ava bikin.
Peyama me ya li Lalişê jî berdewamkirina peyama biratî, aştî û bexşînê ye.”
Rûdaw