Li rexê Fransayê agahiyên pêwîst ên yasayî nadin koçberan û hatine piştguhkirin
Komîseriya Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî raporek belav kiriye û behsa wan koçberan dike beriya derbasbûna wan ji bo Brîtanyayê.
Di raporê de hatiye gotin ku piraniya wan koçberên li vî aliyê avê li gorî yasayên navneteweyî mafê wan ê parastinê wekî penaber heye lê li Fransayê wekî pêwîst di vî warî de agahiyan nadin wan.
Ev yek jî wekî ku UNHCR qal dike, bûye sedema karesatan û tenê sala borî 85 kes li sînorê avî yê di navbera Fransa û Brîtanyayê de xeniqîne.
Rêxistin çûye herêma Kalêyê ya Fransayê û bi wan kesan re axiviye ku dixwazin derbasî Brîtanyayê bibin.
Ji her çar kesan sê kesan gotiye ku daxwaza mafê penaberiyê li Fransayê nekirine.
Komîteya Neteweyên Yekbûyî dît ku ev hemû ji wan welatan tên ku şer û pevçûn li wan hene û li gorî yasayên navneteweyî mafê wan heye ku dewleta Fransayê wan biparêze û mafê penaberiyê bide wan.
Di daneyên nav raporê de xuya dibe ku niha bêhtir koçberên ji Sûdanê li wê herêma Fransayê ne û ji sedî 40ê koçberên wê pêk tînin.
Koçberên Rojavayê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û welatiyên Sûriyeyê, Îraqê û Îranê di navbera ji sedî 9 û 4ê koçberên herêma Kalêyê de pêk tînin.
Her çi qasî partiyên rastgir û dijî-koçber li welatên Ewropayê dibêjin piraniya koçberan ji bo pere û guherandina rewşa xwe ya aborî tên Ewropayê lê belê rapora Neteweyên Yekbûyî dibêje tenê ji sedî 15ê wan kesên ku bi wan re axivîne ji bo guherandina rewşa xwe ya aborî hatine û yên din ji ber sedemên siyasî û ji tirsa tundûtîjiya siyasî, etnîkî û olî ji welatên xwe reviyane.