Telal Mihemed: Em ji bo lidarxistina Kongreya Kurdan li benda bersiva ENKSyê ne

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Kurdan Telal Mihemed da zanîn ku ew ji bo lidarxistina kongreyê li benda bersiva ENKSyê ne.

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Kurdan û Serokê Partiya Aştiyê ya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Telal Mihemed da zanîn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Komîteya Amedekar a Kongreya Kurdan li hev civiyane û 24 nûnerên komîteyê beşdarî bûne.

Li gorî agahiyên ku Telal Mihemed dane, civîn li ser daxwaza Mezlûm Ebdî hatiye kirin.

Telal Mihemed eşkere kir ku di wê civînê de çend mijarên wekî “rewşa siyasî, civînên Mezlûm Ebdî yên bi Serok Mesûd Barzanî, ENKS û Ehmed re û diyaloga Kurdan” hatine nirxandin.

Telal Mihemed got, Mezlûm Ebdî di civînê de soz daye ku ew dê di van du rojan de bi ENKSyê re bicive û pêşniyazî wan bike ku ew jî beşdarî kongreyê bibin.

Wî destnîşan kir, eger ENKS beşdar nebe jî komîte dê dest bi amadehiyên Kogreya Kurdan bike.

Telal diyar kir ku Komîteya Amedekar ji nûnerên PYNK, KNK Rojava, Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîran, saziyên ciwanan, Tevgera Jinan a Kongreya Star û nûnerên aliyên siyasî yên li derveyî ENKS û PYNKyê jî pêk tê.

Endamê Komîteya Amadekar li ser kongreyê got:

“Ev kongre ne alternatîva diyaloga Kurdan-Kurdan e lê dê ji bo vê diyalogê bibe piştgir.”

Telal eşkere jî kir ku wan ji ENKSyê jî xwestiye ku nûnerên xwe bişînin Kongreya Kurdan lê heta niha ENKSyê bersiv nedaye wan.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *