Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kongreya 17emîn li dar xist

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku wan kongreya 17emîn a ku piştî yekgirtina her du aliyan kongreya yekem e li dar xist û endamên serkirdayetiyê hilbijartin.

Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku Kongreya 17emîn a partiyê bi navê “Kongreya Yekgirtina Demokratan” hatiye lidarxistin.

Bernameya partiyê û erkên navxwe hatin qebûlkirin û endamên Komîteya Navendî jî hatin hilbijartin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kongre bicihanîna yek ji xalên sereke yên lihevkirina her du aliyên berê yên Hizba Demokrat e.

Endamê Komîteya Navendî Fuad Xakîbegî ji Rûdawê re ragihand:

“Hejmara endamên Komîteya Navendî yên hilbijartî 23 kes in ku 12 ji wan ji lîsteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û 11 kesên din jî ji lîsteya Hizba Demokrat a Kurdistanê ne û bi hilbijartina azad wan kesan deng bi dest xistine.”

Fuad Xakîbegî amaje bi wê jî kir ku 10 kes wekî cîgirên endamên Komîteya Navendî hatine hilbijartin ku her aliyek 5 kes in.

Derbarê çawaniya berdewamkirina çalakiyên Hizba Demokrat de Fuad Xakibegî ragihand:

“Hizba Demokrat dê ji hemû şêwazên tekoşîna xwe sûdê wergire û ev jî li gorî rewşê biryar li ser tê dayîn.”

Piştî cudabûnê, her du partiyan bi cuda kongreyên 14, 15 û 16emîn li dar xistibûn.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) sala 1945an li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû damezirandin û Qazî Mihemed wekî sekreterê yekem hatibû hilbijartin.

PDKÎ di kongreyên 4, 8 û 13an de rastî dabeşbûnê hatibû lê piştre bi yekgirtin yan jî vegera kesan refên xwe li hev anîbû.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê 21ê Tebaxa 2022yan yekîtiya xwe ava kir û wekî partiyekê bi navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê xebatên xwe dimeşîne.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *